1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tabloya hilbijartinên Başûrê Kurdistanê
Tabloya hilbijartinên Başûrê Kurdistanê,tabloya,hilbijartinên,başûrê,kurdistanê

Tabloya hilbijartinên Başûrê Kurdistanê

Hilbijartinên giştî yên Iraqê di nexşeya siyasî ya Herêma Kurdistana Federal de jî guhertinên girîng pêk anî

A+ A-

HEWLÊR 03.05.2014 13:41:46 Hilbijartinên giştî yên Iraqê di nexşeya siyasî ya Herêma Kurdistana Federal de jî guhertinên girîng pêk anî. Rêjeya dengê PDK'ê yên li kelayên xwe kêm bû. YNK'ê dengên xwe yên li Hewlêrê bi du qat zêde kir. Goran li Silêmanî xurt bû.

Endamên hilbijartinên li gelemperiya Iraqê hînê bi awayekî fermî aşkere nebûye. Tê payîn di nava çend hefteyan de bê aşkerekirin. Lê belê li gorî encamên ji herêmê hatin, tifaqa Dewleta Qanûn a Serokwezîrê Şîa Nûrî El Malîkî li pêş xuya dike. Tê gotin ku vê tifaqê bi tenê li Bexdayê mîlyonek deng stendiye.

Encamên hilbijartinê yên li Herêma Kurdistana Federal derketin holê. Her çend Desteya Hilbijartinê hînê daxuyaniyek nedaye jî, encamên sindoqan ji aliyê partiyan ve hatin ragihandin.

PDK YEKEMÎN, GORAN DUYEMÎN, YNK SÊYEMÎN

Li gorî encamên Rudawê weşand, li Herêma Kurdistana Federal a ji Hewlêr, Silêmanî û Duhokê PDK'ê ji sedî 38.58 (727 hezar 372) deng, Tevgera Goran ji sedî 24.57 (463 hezar 861) deng û YNK'ê ji sedî 22.96 (433 hezar 484) deng bi dest xistin. Partiyên Îslamî Yekgirtû ji sedî 8.14 (153 hezar 700) deng, Cemiyeta Îslamî ya Kurdistanê (Komele) ji sedî 5,79 (109 hezar 319) deng wergirtin. Dengên partiyên din wergirtin jî weke ji sedî 0.01 (255) deng hat hesabkirin.

Partiyên Kurd bi PDK û YNK'ê bi Tifaqa Kurdistanê beşdarî hilbijartinên giştî yên sala 2010'an de bûbûn. Di vê hilbijartinê de hemû partî ji hev cihê bûn. Ev demeke dirêj bû ku di navbera PDK û YNK'ê de tifaqa stratejîk mijara nîqaşan bû. Bi taybetî di hilbijartinên parlamenta Herêma Kurdistana Federal a 21'ê Îlona 2013'an de bi têkçûna YNK'ê re ev hevsengî guherî.

YNK XURT DIBE

Lê belê di van hilbijartinan de xurtbûna YNK'ê û serketina wê ya li Kerkûkê dikare bibe sedem ku ev hesab ji nû ve di ber çavan re bên derbaskirin. Ji xwe ev zêdeyî 7 meh in hilbijartinên parlamenta Başûrê Kurdistanê hatine lidarxistin, lê hînê hikûmet nehatiye avakirin.

Dema li gorî hilbijartinên 21'ê Îlonê qiyas were kirin tê dîtin ku dengên PDK û Goran kêm bûne, yê YNK'ê zêde bûye. Di dengên her du partiyên Îslamî de jî kêmbûneke ciddî xuya dike.

Di hilbijartinên par de PDK'ê bi 743 hezar 984'an 38 parlamenter, Goran a bi lîderiya Noşîrvan Mistefa bi 476 hezar 736 dengan 24 kursî, YNK a Celal Talabanî bi 350 hezar 500 dengan 18 parlamenter derxistibûn. Di heman hilbijartinan de Partiya Yekitiya Îslamî (Yekgirtû) bi 186 hezar 741 dngan 10 kursî, Partiya Civata Îslamî (Komela) bi 118 hezar 574 dengan 6 kursî qezenç kiribûn.

LI KELAYÊN PDK'Ê DENG KÊM BÛN

YNK'ê di van hilbijartinan de li sê herêmên mezin ti ji wan qezenç nekir. Duhok û Hewlêr weke kelayên PDK'ê man, li Silêmanî Tevgera Goran hêza xwe xurt kir. Lê belê PDK'ê hem li Silêmanî hem jî li Hewlêr û Duhokê deng winda kir. PDK di hilbijartinên heriya niha de li Hewlêrê zêdeyî ji sedî 51 ê dengan stendibû lê niha xwe gihand ji sedî 50, li Duhokê ku berê ji sedî 76 ê dengan wergirtibû vê carê ji sedî 72 û li Silêmanê jî dengên wê ji sedî 12 daket ji sedî 10'an.

Dengên YNK'ê jî li Silêmanî ji sedî 27'an derket ji sedî 32'an, li Duhokê ji sedî 6'an derket ji sedî 8'an, li Hewlêrê ji sedî 13'an derket ji sedî 21'an. Tê dîtin ku YNK'ê bi taybetî li Hewlêrê dengê xwe du qat zêde kiriye.

GORAN LI SILÊMANÎ JI GIŞTIYA DENGÊN DU PARTIYAN ZÊDETIR DENG STEND

Tevgera Goran jî li Hewlêrê ji sedî 15'an daket ji sedî 14'an, li Duhokê ji sedî 3'an derket ji sedî 5'an û li Silêmanî jî ji sedî 40'î derket ji sedî 43'an, bi vî rengî li Silêmanî ji giştiya YNK û PDK'ê zêdetir deng stend.

Li Silêmanî, li gorî encamên ne fermî yên tevgera Goran aşkere kiriye, Tevgera Goran 352 hezar deng bi dest xist, YNK 255 hezar, PDK'ê jî karî 83 hezar dengan werbigire. Yekgirtû 63 hezar û Cemiyeta Îslamî ya Kurdistanê jî 57 deng wergirt.

Li herêma Silêmanî 825 hezar hilbijêr çûn ser sindoqan, ji 31 kursiyan 13 jê Goran, 10 jê YNK, 3 jê PDK, 2 jê Yekgirtû û 2 jî Komela wergirtin.

Li Hewlêrê PDK'ê 8, YNK'ê 3, Komela 2 û Goran 2 kursî bi dest xistin. Yekgirtû li Hewlêrê nekarî dengên bi têra wergirtina kursiyekê bike, bi dest bixe.

ÎSLAMÎ LI DUHOKÊ XURT BÛN

Li herêma Duhokê ku kelaya PDK'ê ye li gorî encaman PDK bi 325 hezar dengan qezenç kir, Yekgirtî 84 hezar 489 deng, YNK 34 hezar 480 deng û Tevgera Goran jî 24 hezar 864 wergirtin.

Yekgirtû qebûl kir ku dengên wê li Hewlêrê kêm bûye, lê belê ragihand ku li Duhok û her du herêman 120 hezar deng stendiye. Yekgirtû diyar kir ku li gelemperiya Herêma Kurdistana Federal zêdeyî 200 hezar deng qezenç kiriye.

LI KERKÛKÊ YNK BI NAVBEREKE ZÊDE LI PÊŞ E

Li Kerkûk a ku li derveyî Herêma Kurdistana Federal e, YNK bû partiya yekemîn. YNK'ê 193 hezar 400 deng, PDK'ê 63 hezar 347 deng, Tevgera Goran 23 hezar 712 deng qezenç kirin. Li gel vê Yekgirtû 7 hezar, Komela 4 hezar, tifaqa Tirkmen 20 hezar, niya Tirkmen 50 hezar û tifaqa Ereb 30 hezar deng wergirtin. Li gorî daxuyaniya ji ofîsa YNK'ê hat dayîn, YNK wê dengên xwe yên li Kerkûkê bigihêjîne 210 hezarî û 7 parlamenteran bişîna Parlamenta Iraqê.