1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tahîr Elçî ber bi rêwîtiya dawî ve tê birêkirin
Tahîr Elçî ber bi rêwîtiya dawî ve tê birêkirin,tahîr,elçî,ber,bi,rêwîtiya,dawî,ve,tê,birêkirin

Tahîr Elçî ber bi rêwîtiya dawî ve tê birêkirin

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku duh li navçeya Amed Sûrê hat qetilkirin, îro ber bi rêwîtiya dawî ve tê birêkirin

A+ A-

AMED - ANF Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, ku duh li navçeya Amed Sûrê hat qetilkirin, îro ber bi rêwîtiya dawî ve tê birêkirin.

Ji ber merasîma cenaze, esnafên li bajêr dikanên xwe venekirin. Girseya gel li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Selahattîn Eyyûbî ku cenazeyê Elçî lê ye, dicive. Hempîşeyên Elçî bi cibeyên xwe tevlî merasîmê dibin.

Li navçeya Sûrê jî, qedexeya derketina derve ya ku piştî qetilkirina Elçî hat îlankirin, dewam dike. 5 deriyên sûrê bi bendên polîsan hatine girtin. Polîsên Tirk dor li navçeyê girtine.

Cenazeyê Serokê Baroya Amedê wê ji morga nexweşxaneyê bê wergirtin û bînin Parka Koşûyolûyê. Li dû merasîma li vê derê wê cenaze li Goristana Yenîkoyê bê veşartin.

Rêgeha cenaze tê re bê derbaskirin û derdora goristanê, ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin.

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Metîn Feyzîoglû, Seroka Malên Gel Oya Ersoy, Parlamenterên HDP'ê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û malbata Elçî xwe gihandin ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Selahattîn Eyyûbî.

Li pêşiya nexweşxaneye pankarta bi îmzeya Baroya Amedê ya bi zimanên Kurdî û Tirkî ya bi nivîsa "Em ê te ji bîr nekin" hat vekirin.