1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. TAK’ê çalakiya li Îzmîrê girt ser xwe
TAK’ê çalakiya li Îzmîrê girt ser xwe,tak,ê,çalakiya,li,îzmîrê,girt,ser,xwe

TAK’ê çalakiya li Îzmîrê girt ser xwe

A+ A-

Rêxistina bi navê Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) çalakiya bombeyî ya di 9’ê tebaxê de li navçeya Foşa ya Îzmîrê hat pêkanîn û têde herî kêm leşkerek mir û gelek leşker birîndar bûn girt ser xwe.

Di daxuyaniya rêxistinê ya ku kopiyek wê gihişt ber destê ANF’ê de hat diyarkirin ku wana bi awayeke bi bandor li wesayîta servîsa leşkerên girêdayî Tevgera Taybet a Cendirmeyan a navçeya Foçaya Îzmîrê xistine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin endamên wan çalakiyek din a bombeyî li hemberî leşkerên xwestin mudaxele bikin li dar xistine û wiha hat gotin; “Di vê çalakiyê de herî kêm 2 miriyên dijmin û piraniya bi giranî herî kêm 30 birîndar hene. Şervanên TAK’ê bi salxemî vegeriyane cihên xwe.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Fedayiyên TAK’ê sond xwarine ku dê tecrîd-îzlolasyon û sîstema îşkenceyê ku 13 sal in di şexsê Serok Apo de li hemberî hemû gelê Kurd tê pêkanîn parçe bikin û ji bo rejîma Tirk a faşîst û ajotkarê wê rêxistina terorê ya AKP’ê mafê jiyanê nas nekin.

Me beriya niha jî diyar kiribû; her derê ku rejîma faşîst-îşkenceyê li ku be, ew der dê bibe cihê çalakiyên me û hemû hêmanên wê bibin hedefa me. Bi vê wesîleyê em careke din dibêjin ku; şervanên TAK’ê amade ne li her derê Tirkiyeyê tişta dikevin ser milê wan bikin.”

ANF NEWS AGENCY