Talabanî nûçe derewand
Talabanî nûçeya 'venagerim koçika serokomartiyê' derewand
Hate îdîakirin ku Serokkomar Celal Talabanî da diyarkirin ku heta Nûrî el Malikî serokwezîr be, ew dê venegere koçika serokkomartiyê. Talabanî ev îdîa dewand.
Li gorî nûçeya Pukmediayê, Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî bi daxuyaniyekê vê daxuyaniya Duwemîn Alîkarê Serokkomarê Iraqê Huzeyr Huzaî ku dabû diyarkirin ku Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî daye diyarkirin ku “heta Malikî serokwezîr be, ew ê venegere koçika serokkomartiyê” derewand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hinek kanalên ragihandinê kirine û têde daxûyaniyek xistine li ser navê Cîgirê serokkomar Dr. Xuzêr Xuzaî, di derbarê egera mayîna Serokkomar li bajarê Silêmaniyê û wiha tê gotin; “Ew agahiyên ku ku di nûçeyan de hatine, ne rast in, em diyar dikin ku, Dr. Xuzaî berî çend rojekê li ser daxwaza cenabê Serokkomar hatibû Silêmaniyê ji bo amadebûna di civîna serok ligel her du cîgirên xwe de, wê rojê Serokkomar digel Dr. Xuzêr Xuzaî civîya, di wê hevdîtinê de tu behsa wê yekê nehatiye kirin ku di wan nûçeyan de behs tê kirin. Em dubare jî dikin ku helwesta Serok li hember dewleta serokwezîr mamoste Nurî Malîkî her wekî ku berê ye û her kes dizane.”
Daxuyanî wiha berdewam dike; “Digel vê derewderxistinê de, em balê dikişînin ku ku pêwîst e ev kanalane, agahiyan rast biweşînin û ligor etîkêta rojnamevaniyê bin, di nûçe û agahiyên ku belav dikin, ev yek jî ji bo rêzgirtin li rastiyan, bi ew şêweya ku hemwelatî dixwazin ku ew kenalene bi awayekî berpirsyar bixebitin.”
Li gorî nûçeya malpera înternetê en-Nahîl a li Iraqê weşanê dike, piştî hevdîtina ligel Talabanî ya li Silêmanî pêk hat, vegeriyaye Bexdayê û vê peyama Talabanî ji Serokwezîrê berê Îbrahîm Caferî û pêşengên Yekgirtina Neteweyî ya Iraqê yên weke Xalid Atiye, Xûman Hamûdî û Kûsay es Sûhel re ragihandiye. Di nûçeyê de tê gotin ku Huzaî çûye mala Îbrahîm Caferî û gotiye; “Talabanî ji min xwest ku ez ji we re bibêjim ku ew êdî nikare bi Nûrî el Malikî re bixebite.”
Hin siyasiyên Iraqî bi rayedarê Tehranê re hevdîtin pêk anîne, ji Îranê xwestine ku ji bo çareserkirina meseleya Tariq Haşimî bikeve dewrê.
Li gorî nûçeya AFP’ê çavkaniyek nêzî Nûrî el Malikî da diyarkirin ku hin rayedarên Iraqê ji Îranê xwestine ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Tariq Haşimî û pêşengên din ên El Iraqiyeyê, ku biryara girtinê der barê wana de hatiye derxistin, bikeve dewrê.
Li gorî nûçeya Fars Newsê jî, hin rayedarên kurdan jî, bi şandeya ji Tehranê hate Herêma Kurdistanê jî der barê vê mijarê de bi rayedarên Îranê re hevdîtin pêk anîne.
ANF NEWS AGENCY Hate îdîakirin ku Serokkomar Celal Talabanî da diyarkirin ku heta Nûrî el Malikî serokwezîr be, ew dê venegere koçika serokkomartiyê. Talabanî ev îdîa dewand.

ANF NEWS AGENCY