1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Talebanî ber bi başiyê ve diçe´
´Talebanî ber bi başiyê ve diçe´,talebanî,ber,bi,başiyê,ve,diçe

´Talebanî ber bi başiyê ve diçe´

Offisa Talebanî: Tendrûstiyê Talebanî ber bi başiyê ve diçe

A+ A-

Her hefte têkeldarî nûçe û gengeşîyên xirabûna tendirûstiya Serok Komarê Iraqê Celal Talebanî tên belavkirin. Offisa Serok komarê Iraqê (DSKI), têkildarî vê yekê di 5'ê Çileya 2013'an daxwîniyek nivîskî weşand.' DSKI'ê nûçeya mirin an jî xirabûna tendrûstiya Talebanî bersivand û got: "Talebanî qonaxa bi tirs derbaz kiriye û tendrûstiyê wî ber bi başiyê ve diçe."

Serok Komarê Iraqê Celal Talebanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Al-Malîkî di roja 18'ê Kanûna 2012'an li bîroyê Talebanî civiyan. Di şevê de tendirûstiyê talebanîi têk cû rakirin nexweşxanyê. Niha talebanî li nexweşxaneyek Elmaniya yê tê tedawîkirin. Ji wê rojê heya niha hin caran nûçeya mirina wî tê belav kirin. Offisa Serok komarê Iraqê (DSKI), daxwîniyek nivîskî weşand ku kopyek wê ji DÎHA'yê re şandin. Heman daxuyanî di malpera wêbê ya Serok Komar de jî weşad." DSKI'ê nûçeya rojnameya Lofigaro ya firensî derewand û got: "Komek bizîşkên taybetî serperiştiya çareser kirinê Talebanî dikin. Bizîşkan tekrar kirine ku Talebanî qonaxa bi tirs derbaz kiriye û tendrûstiyê wî ber bi başiyê ve diçe."

Nuçeyên xwe bispêrin offisa Talebanî!

DSKI'ê ev yek jî nivîsaniye: " Herçend tendirûstiya Talebanî ker ku diçe baştir dibe. Lê mixabin rojnameya Lofigaro ya Firensî nûçeyê nerast weşandiye û dibêje rewşa tendirûstiya Talebanî ber bi xirab bûnê ye. Ev yek jî neraste. Em weke Offisa Serok komarê Iraqê, daxewaz ji tev çapemeniyan dikin ji bona ku nuçeyê rast bigrin çavkaniyê nuçeyên rast tenê Offisa Serok komarê Iraqê ye."

Talebanî çewa nexweş ket?

Di roja 18'ê Kanûna 2012'an Serok Komarê Iraqê Celal Talebanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Al-Malîkî, têkeldarî alozên navberê Malîkî û Serokê Herêmê Mesûd Barzanî civiyan. Tenê Talebanî û Malîkî li bîroya Talebanî li Begdadê hatin cem hev. Civîn ji seat 18:30'ê êvarê heya seat 21:00'ê şevê dom kir. Piştra Talebanî di seatên 22:00'ê şevê de bi rayedarên Herêmê (ku navê wan nehatiye aşkerakirin) re axivî. Di seat 23:00'ê şevê de tendrûstiya talebanî têk çû û seat 3:00'ê şevê talebanî rakirtine nexweşxaneyê (Medînet Tûb) a Begdadê. Piştî 3 rojan Talebanî rakirin nexweşxaneyek Elmaniyê yê û li wê derê îcal wer digre. Ji roja nexweş ketiya talabenî de heya niha nûçeyên cûda di derbarê xirabûna tendirûstiyê Talebanî û carna nûçeyê mirinê wî jî tê bilav kirin.

(ssq/mae)