1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Taraf xizmeta heqîqetê nake"
"Taraf xizmeta heqîqetê nake",taraf,xizmeta,heqîqetê,nake

"Taraf xizmeta heqîqetê nake"

Ji Rojnameya Tarafê mikurhatina 1'ê Gulana 1977'an

A+ A-

STENMOL (DÎHA) - Nivîskarê Rojnameya Tarafê Umit Kivanç, bertek nîşanî nûçeyên der barê bûyerên 1'ê Gulanê ya 1977'an ku bi sernavê "Maocuyan Taksim di xwîdê de hiştin" da. Kivanç, anî ziman ku rojnameya Tarafê jî bi heman rengî nûçe çêkiriye û ji ber vê yekê ji di nivîsa xwe ya îro de xatir ji Tarafê xwest. Kivanç, anî ziman ku Taraf ji heqîqetê re xizmetê nake.

Piştî pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê gelek rojameyan di manşetên xwe de sernavê bûyera 1'ê Gulana sala 1977'an wekî "1'ê Gulana bi xwîn" binavkir. Rojnameya Tarafê jî anî ziman ku pevçûn di navbera çepgiran de derket. Li ser vê yekê Nivîskarê Tarafê Umît Kivanç di qunciknivisê xwe de ev helwesta Tarafê rexne kir û xatirê xwe xwest. Kivanç bi sernavê "Bi xatirê te" nivîsand û wiha got: "Rojnameya Tarafê di demê dawî de bi roportajan dixwaze bûyera 1977'an bike malên sosyalistan. Hin rojnameyan sernavê 'Maocuyan Taksim bi xwinê sor kirin" derket. Rojnameya me jî bi sernavekî nêzî vê yekê derket. Lê bûyera gulana 1977'an lîstika bi plan a dewletê bû. Îdîayên 'Çepkiran dest avêt çekan' ne rast in. Ji ber ku tiştê me dîtine û em bûne şahit hene."

Kivanç, da zanîn ku Rojnameya Tarafê xizmeta heqîqetê nake û li ser navê çepgirî sosyalizm û hewd xwe dide jiyandin û sedema xwe ya qetandina Tarafê wiha anî ziman: "Ez bêjim ez bêhêz û lawaz mam. Gotinên min êdî bi min bê wate ne. Ez bêjim bila hemû qisûr ya min be bi Xatirê we."

(mae)


Bêjeyên Miftehî