'Tayyîp Temel û hevalên wî dibe bimirin'
Personelekî di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê diyar kir ku rewşa Rojnamevan Tayyîp Temel û hevalên wî ber bi nebaşiyê ve diçe
Personelekî di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê diyar kir ku, Rojnamevan Tayyîp Temel û hevalên wî yên i 12'ê îlonê ve di çalakiya birçîbûnê de ne rewşa wan bi nebaşiyê ve diçe û tedawiyê jî qebûl nakin. Personel destnîşan kir ku, li ber rewşa ew bûne şahid û wijdana wan birîndar kiriye û bangewaziya 'Ji vê rewşê re bêdeng nemînin' kir.
Çalakiya birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger ku, ji hêla girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK’ê ve ji 12'ê îlonê ve ji bo sererastkirina mercên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî bên rakirin di roja 42'emîn de didome. Girtiyên koma yekemîn yên ketibûn çalakiyê, hişyariyên piştî roja 40'emîn jiyana wan ketiye qrîtîkê hê jî ji hêla hikumeta AKP'ê ve nayê dîtin. Personelên girtîgehan jî li hemberê vê rewşa dibînin êdî wijdana wan qebûl nakin. Personelekî Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ku bûye şahidê rewşa Rojnamevan Tayyîp Temel û hevalên wî yên ji 12'ê îlonê ve ketine çalakiya birçîbûnê ji DÎHA'yê re axivî.
Kesê ku ji ber rewşa wî nexwest navê xwe aşkere bike diyar kir ku, ew di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de wek personel dixebite û wiha got: "Ez dixwazim hin agahiyên ku min bi çavên xwe dît bidim. Di vardiya şev de rewşa hin girtî û hikumxwarên ku ketine çalakiya birçîbûnê giran bibû, min bi çavên xwe dît ku dermankirina li revîr û bijîşkê qebûl nekirin. Ji van kesên min dît Tayyîp Temel, Samî Geylanî, Engîn Demîr û Osman (Otun) ku paşnavê wî nizanim hin girtiyên din dermankirin û mudaxeleya tenduristiyê qebûl nekirin.
Tayyîp Temel çavên wî tarîdibûn, nexweşiya mîdeyê, xwîn tevlî îdrara wî dibe, ji nîşka ve xwîn davêje, serêşî û nikare li ser lingan raweste. Niha rewşa wî nebaşe. Min wek mirovek xwest van ji we re ragihînim. Her wiha Mazlûm Tekdag jî xwîn ji pozê wî tê, dilê wî dixele, serêşî û bi wan çalakvanên din re jî tansiyon dikeve heye. Her wiha her çiqas diçe rewşa wan ber bi nebaşiyê ve diçe û tu dermankirinê jî qebûl nakin. Ji kerema xwe re ji vê rewşê re bêdeng nemînin, heke hûn bêdeng bimîrin dê Tayyîp Temel û hevalên wî yên din ber mirinê ve biçin."
Navê girtiyên di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de koma yekemîn ya ji 12'ê îlonê ve ketine çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger wiha ne: Ersan Nazlier, Ferhat Onder, Mazlûm Tekdag, Ercan Şengul, Tayîp Temel, Ramazan Başari, M. Şerîf Aslan, M. Salîh Îlen, Ramazan Yildirim, Firat Bîlîr, Samî Geylanî, Davût Polat, Erdal Emeç, Cîhat Bekîr û Osman Otun.
ANF NEWS AGENCY