Taz: Ocalan dibe Erefatê Kurd
Rojnameya rojane ya Alman Die Tageszetung (Taz) hevdîtinên aştiyê yên di navbera Kurd û Tirkan de weke pêvajoyeke pir girîng bi nav kir û bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Rojnameyê nivîsand ku Ocalan dibe Erefatê Kurd û got: “Li pêşiya pêvajoyê rîsk û xeterî hene. Lê ji bo aşitiyê jî tu şanseke din wekî vê yekê tune ye.”
Hevdîtina ku parlementerên BDP’ê li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî û nameyên ku Ocalan şandin di rojeva cîhanê de ye. Çapemeniya Ewropayê jî ji nêzîk ve pêvajoyê dişopîne. Rojnameya Alman Die Tageszetung (Taz) nûçeyê bi sernûçeya “Bila niha kes xeletiyan neke, aşitî li ber derî ye” weşand.
Nûçegihanê rojnameyê yê li Tirkiyeyê Jürgen Gottschlich derbarê mijarê de nivîsand û bal kişand ku Tirkiye di pêvajoyeke krîtîk de ye. Her wiha destnîşan kir ku ji bo destpêkirin aşitiyê û ji bo guherîna jiyana bi milyonan welatiyan firsendeke dîrokî çêbûye û wiha nivîsand:
'GER PROVAKASYON ÇÊNEBIN DIBE ŞER ÎSAL BI DAWÎ BIBE'
"Ger provakasyon çênebin, dibe ku ev şerê bi xwîn ên ku bi salan e didome bi dawî bibe. Bê guman mîmarên vê pêvajoyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan in. Beşek mezin ji civaka Tirk û Kurd dixwazin êdî dawî li rijandina xwînê bê, ev yek jî sedemek a herî girîng a vê yekê ye. Sedema din jî ew e ku dikarin bi rêya karanîna amûrên siyasî dawî li pevçûnan bînin û ev jî şansê dawiyê ye.
Ji bo aşitiya bi Kurdan re Erdogan xwedî wê hêzê ye ku dikare piraniya Tirkan razî bike. Ji ber vê jî Erdogan Ocalan weke navnîşan hilbijart. Her du alî jî dê ji aşitiyê gelek tiştan bi dest bixin. Ev yek ji bo Erdogan jî û ji bo Ocalan jî derbasdar e. Lê yên ku qezenc bikin jî bê guman Tirk û Kurd in. Li aliyeke din jî çavê rêberê Kurdên Iraqê Mesûd Barzanî jî li vê pêvajoyê ye. Ji ber ku dikare bi PKK’ya ku bi Enqereyê re li hev bike, re yekitiyek xurt ava bike û ev yek jî dê pişta wî li hemberî Bexdayê qahîmtir bike."
Rojnameyê ku nivîsand ku ev pêvajo dikare Ocalan ber bi Erefatê Kurd ve bibe, cih da nêrîna “Jixwe ew ji niha ve di çavê hin Kurdan de Madela ye.” Rojnameya Alman Taz nivîsand ku ger pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser bibe, Tirkiye dê di vê sedsalê de pir bi hêz bibe û herî dawî ev şîrove kir: "Hîna jî li pêşiya pêvajoyê rîsk û xeterî hene. Lê ji bo aşitiyê jî tu şanseke din wekî vê yekê tune ye."