"Taşeron AKP bi xwe ye"
Karayilan: Taşeron AKP bi xwe ye
Bakî Gul Behdînan - Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bersiv da îdîayên rayedarên hukûmeta AKP’ê ya ku dibêjin ku di çalakiyên gerîlayan ên van demên dawiyê de ‘tiliya hêzên derve hene’ û got; “Li Rojhilata Navîn belkî tenê rêxistina ku bi rûmet û hêza xwe xwe li ser piyan digire PKK be. Ne tevgerek wisa ye ku bikeve ser rêgeha kesekî.” Karayilan bal kişand ku ya ku li herêmê taşeron AKP bi xwe ye û destnîşan kir ku pêşbîniya şerê bi Îranê re heye.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên ANF’ê û peyamên girîng da. Karayilan li hemberî polîtîkaya şerê taybet a ku hukûmeta AKP’ê li Kurdistanê dimeşîne, gelê Kurd hişyar kir û pêşketinên li Rojhilata Navîn, agirbesta bi Îranê re, lirasthevhatina BDP’yî û gerîlayan û 20’emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Kurdan a Navneteweyî ya ku dê sibê li Almanyayê bê lidarxistin nirxand.
Karayilan bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet a AKP li Kurdistanê dimeîne û got; “Şerekî taybet ê hatî pêşxistine, şerek psîkolojîk ê hatî kûrkirin e. Rêbazên nû ev in. Li aliyekê derfetê mal û milk didin hin malbatan, dewlemend dikin, li aliyeke din gelê Kurd ku piraniya wan dilsozê bawerî û ola xwe ne, Elewî jî Sunnî di warê baweriyê de xurt in û rastiyek a civakî temsîl dikin. Yên Êzidî jî jixwe wisa li wan kirine ku koçber bûne, li Kurdistnaê pir kêm mane” û wiha berdewam kir; “Li gel vê jî, bi taybet gelek li ser rewşa ciwanan radiwestin, yanî derfetan didin, didin xwendin, dersxane, wargeh û burs didin wana. Bi vê ran rêbazan, bi rêya Cemeetê dixwazin bi weqfên cûda ciwanên Kurd asîmle bikin.”
Karayilan da zanîn ku gava ev yek pêk neyê, berê wan didin eroin, esrar, tîner, dizî, yanî şereke psîkolojî yê evqas kûr heye û wiha berdewam kir; “Ez niha ji hevalan re vê dibêjim, ciwanên tên tevlî gerîlayan dibin hene. Em dibêjin di şexsê van kesan de her çendî nû bin jî serkeftin heye. Çima serkeftin heye? Yanî li pêşiya wan evqas kemîn hene. Ji bo kesên ku ev qas kemîn û dafikan derbas dikin û tên vir re bravo.”
"YEKANE RÊXISTINA BI RÛMETA XWE LI ROJHILATA NAVÎN DIXEBITE EM IN"
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bersiv da îdîayên rayedarên hukûmeta AKP’ê û got; “Li Rojhilata Navîn belkî tenê rêxistina ku bi rûmet û hêza xwe xwe li ser piyan digire PKK be. Ne tevgerek wisa ye ku bikeve ser rêgeha kesekî. Rêgeha me bi xwe heye, xet û paradîmaya me bi xwe heye. Tu dibêjî qey em bûne taşeronên hin kesan. Lê ew bi xwe bi awayeke fermî taşerontiyê dikin. Ha ji we re, li herêmê bi awayê taşeronê hêzên navneteweyî rol dileyîze. Niha jî hewl didin me weke taşeronên hêzên din ên weke Sûriye an jî Îranê nîşan didin, ev yek jî derewek mezin e.”
"DIBE ŞERÊ BI ÎRANÊ RE A NIHA DEST PÊ BIKE"
Karayilan bal kişand sera agirbesta di navbera Îran û PJAKê de jî got; “Li vir rastî wiha e, ez dikarim vê bêjim, niha di vê demê de Îran û PJAK li ser milîman mane, dibe di vê demê de pevçûnek dest pê bike. Lê dibêjin ku PJAK hêzên xwe vekişand, nizanim PJAK wiha bû, wisa bû. Nexêr, salek bi ser agirbesta ku PJAK’ê di 5’ê Îlona 2011 de îlan kir re derbas bû. Dewleta Îranê jî di rêjeyeke girîng de li ber vê agirbestê tê. Me gelek caran berê li Tirkiyeyê agirbest îlan kir, lê dewleta Tirk guh nedida vê yekê. Lê Îran li ber tê. Lê dîsa jî li hin herêman pevçûn çêdibin. Ev pevçûna hema bêje digihin astek wisa şer dest pê bike û agirbesta heye xirab bibe. Ji ber wê jî tu hevdîtin an jî îtîfaq ne mimkun e. Ne bi Îranê re ne jî bi Sûriyeyê re, helbet em tevgerek mezin in. Dibe bi her kesê re têkiliyên me çêbibin, em bi temamî vê yekê red nakin. Lê em xwe dispêrin hêza xwe bixwe. Niha jî dibêjin çima mezin bû?
Te pêvajoya xwe ya dîyalogê xirab kir, te şer îlan kir. Ma Erdogan bi xwe di meha Tîrmehê de şer îlan nekir? Niha li Îmraliyê ev 400 roj in tecrîdek girankirî û îşkenceyek heye. Kî dikare vê yekê weke titşek rewa nîşan bid? Ma ev şer e? Ev şerek e. Bê pirs û lêpirsîn berstûkê siyasetmedarên Kurd digirin û diavêjin girtîgehan, ma ev ne şer e? Li Kurdistanê qanûnên şer hene. Wî bi xwe li hemberî me şer îlan kiriye, li aliyê din jî dibêjin çima çalakiyên PKK’ê zêde bûne? Bi vî awayî jixwe çalakiyên PKK’ê dê zêde bibin. Te rê li ber vê yekê vekir. Tu bi xwe operasyon dikî, mirovan digirî, tu wisa bi rêberê gelekî dikî, dixwazî weke rêber nehisibîne, lê em dizanin ku li ser rûyê cîhanê gava civakên bindest, gelên bindest têkoşînê dimeşînin, ji aliyê serdestan ve weke terorîst tên binavkirin.”
Karayilan ji bo rasthevhatina parlementerên BDP’ê û gerîlayên HPG’ê û nîqaşên der barê vê mijarê de jî wiha got; “Civaka Kurdan, civakek pir hestyar e. Kurd mirovperwer in. Di nava civakê de jin hê bêtir hestyar in. Li wir hestyariyek heye. Li wir rasthevhatinek pêk hatiye, hembêzkirin pêk hatiye. Qîre qîrê dikin û dibêjin ev çima wisa bûye, ev qîre qîr tiştek bê wate ye. Ji nava xwe derkirina şovenîzmê ye. Ma çi bûye mirov li rastî hev hatine. Ma dê mirovahiyê bigirin û biavêjin? Ger ku em ê rojekê bi hev re bijîn, li cihekê bijîn, divê tu bi xwe jî vê yekê qebûl bikî, gerîla weke te gotiye ne qatil in. Mirovên azad ên ku ji bo mafên gelên xwe, xwe feda dikin in.
Ez vê jî bêjim, me wê helwesta wê yekîneyê rast nedît, ji ber wê jî bawer im cihên peywendîdar fermandarê wê yekîneyê ji peywirê girtine. Niha jî ji hemûyan rapor hatine xwestin. Çima? Ji ber ku li şûna ku li wir weke leşkeran rawestin, ew jî bi hestyarî tevgeriyane. Diviyabû xwe li ber vê yekê bigirtan. Ji ber wê jî rexne ji wan hevalan hene. Li wir atmosfereke hestyarî çêbûye, dibe mirov wate bide vê yekê jî.” Karayilan ji bo BDP’yiyan jî got; “Li gorî me helwesta BDP’yiyan titşek normal e. Weke min berê got, ez di wê çarçoveyê de dibêjim normal e.
"EV 206 SAL IN EV REWŞ WIHA YE"
Karayilan destnîşan kir ku ev 206 sal in ev pirsgirêk heye û got; “Yanî heta sala 1806, gava li Koysenceqê, Ebdullah babanzade waliyê li wê derê da ber xenceran, ji wê rojê heta îro ev pirsgirêka Kurd heye. Lê di dema Osmaniyan de nermtir bû, ji ber ku Osmaniyan destûr didan ku Kurd xwe bi xwe bi rê ve bibin, yanî sîstemek wiha esad digirtin. Lê ji serdema komarê û vir ve, bi siyaseteke bi temamî redkar, her tiştê tune dihesibîne, îkar dike, heta roja îro hat. Niha tu înkarê jî înkar dikin. Ango tu înkara înkarê esas digrî û dibêjî ku dê di pirsgirêka Kurd de red heye, ez qebûl nakim ku bêjin înkar heye. Tu înkarkirinê jî înkar dikî. Ev pirsgirêk çawa çû? Ev pirsgirêkek civakî bû? Yanî li gorî xwe, TRT 6 vekiriye, bi armanca sabotekirinê dersên vebijak, dibêjin ev pirsgirêk çareser bûye. Ev yek jî tê ji nijadperestiyê wêdetir, nasnekirina rastiya gelê Kurd e.”
POLÎTÎKAYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ RAST DIBÎNIM
Karayilan ji bo Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir ku gelê Kurd li wê derê bi polîtîkayeke rast têkoşîn meşand û got; “Xwe bi tu aliyan neda karanîn. Yanî ne li hemberî rejîmê şer kir, ne jî li hemberî muxalefetê tiştek dijber nekir. Bi xwe rêbazek a guhertina rejîmê dixwaze, ya demokrasiyê dixwazxe, ya azadiyê dixwaze, Sûriyeyeke demokratîk û li ser esasê statuyeke xweser a Kurdistanê xeta xwe ya parstinê jî pêç xist. Ev xet xetek rast e.
Ger mudaxeleyê wir bikin, şer dê belavî hemû Krudistanê bibe. Ne tenê li Rojavayê Kurdistanê. Dê hemû Kurd li hemberî vê yekê rabin. Kurdên li Stenbolê, Kurdên li Îzmîr, Kurdên li Enqereyê, Kurdên li her deverên Bakûrê Kurdistanê dê li hemberî vê yekê li ber xwe bidin û bersivê bidin vê yekê. Yanî ev yek tiştek pir xetertir e. Ez bi kurtî dixwazim vê yekê bêjim. Lê niha polîtîkayên wan wiha ne. Jixwe ji bo vê têdikoşe. Ji ber vê jî divê gelê Kurd bi dînamîkên li wir de di nava piştevaniyê de be. Jixwe polîtîkaya niha wisa ye. Ez wê polîtîkayê rast dibînim.”
JI BO MIHRÎCANA NAVNETEWEYÎ BANG
Karayilan 20’emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Kurdan a Navneteweyî ya ku dê sibê li Almanyayê bê lidarxistin got; “Ez ji niha ve mihrîcana çand û hunerê ya Kurdan a navneteweyî silav dikim, di wê baweriyê de me ku dê beşdarbûna hemû Kurdên Ewropayê ji bo vê yekê pir girîng be. Ji ber vê jî bang li hemû Kurdistaniyan dikim ku beşdarî vê mihrîcanê bibin. Çima? Ji ber ku doza azadiya gelê Kurd bi rastî jî îro gihiştiye asteke pir dîrokî. Îro rêbertiya me, gelê me, gerîlayên me hemû dînamîkên me yên azadîxwaz di berxwedaneke xurt de hene. Hemleya ku gerîlayan daye destpêkirin heye. Li gel vê jî, li derveyê welat, hemleyên dîplomatîk ên ku Kurdistaniyan dane destpêkirin hene. Divê zêdetir xwe bi rêxistin bikin û di nava piştevaniyê de bin.
Em niha her tim vê yekê gotûêj dikin, dibêjin, gelo kî destekê dide PKK’ê, kî destekê nade, her tim îdîayên hêzên dijber çêdibin, lê bersiva me heye. Bersiva me ew e ku gelê me tenê bi xwe têra vê yekê heye, şoreşa xwe xwedî dike. Ev yek ne tenê ji bo gelê me yê li Ewropayê dibêjim, fedekariya gelê me yê li Kurdistanê jî heye(...)
Ez di wê baweriyê de me ku dê di vê asta dîrokê de rola xwe bileyîzin. Hêviya me ya di vî warî de ji gelê me gelek mezin e. Hemû welatparêz, sazî û dezgehên demokratîk divê beşdarî hemû çalakiyên di vê demê de çêdibin bibin û divê dengê gelê Kurd di asta navneteweyî de bilind bikin. Ji ber vê jî divê bi awayeke xurt beşdarî vê mihrîcanê bibin, dengê xwe bilind bikin, li Rêbertiyê xwedî derbikevin, li vê berxwedana dîrokî xwedî derbikevin, piştgiriyê bidin vê yekê, ji bo vê jî divê bi awayeke xurt beşdarî vê mihrîcanê bibin. Li ser vî esas ez ji dil û can girseya me ya li Ewropayê silav dikim û ji niha ve serkeftinê ji wan re dixwazim.”
ANF NEWS AGENCY