Taşeronên dewletê car din êrîş kirin
21:53 02.11.2013 1 / 9 ÊLIH (DÎHA) - Komeke ku tê îdiakirin endamê HUDA-PAR'ê ne, bi çekan êrîşî BDP'iyan kirin û di encama êrîşê de welatiyê bi navê Ozcan Temel jiyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn. Şahidê bûyerê Sedat Kaya diyar kir ku endamên HUDA-PAR'ê gule li ser wan reşandine û polîsan jî mudaxale nekirine.
Li Taxa Petrol ya Êlihê du roj berê di navbera ciwanên BDP'î ku xebatên hilbijartinê dimeşandin û endamên HUDA-PAR'ê de nîqaş derketine. Li gorî îdiayan di saetên êvarê de li Taxa Petrolê endamên HUDA-PAR'ê bi çekên keleşnikof êrîşî BDP'iyan kirin. Di encama êrîşê de bavê 2 zarokan Ozcan Temel jiyana li cihê bûyerê xwe ji dest da. Her wiha welatiyên bi navê; Mert Kasar, Mehmet Aras, Mazlum Biçen, Samet Kurt û 2 jinên ku navê wan nehat hînbûn birîndar bûn. Cenazeyê Temel rakirin nexweşxaneya Taybet ya Medîkal. Hat hînbûn ku Mert Kasar bi giranî birîndar bû. Piştî ku bûyer hat bihîstin, xizmên Temel, rêvebirên BDP'ê, nûnerên saziyên civakî û gelek kes hatin ber nexweşxaneyê. Piştî êrîşê kesên ku tê îdiakirin endamê HUDA-PAR'ê ne reviyan û ciwanan bi berzkirina dirûşman êrîş şermezar kirin.
'Dixwazin kolanan veguherînin salên 1990'î'
Şahidê bûyerê Sedat Kaya diyar kir ku 2 roj berê li taxa Petrolê, li ser navê BDP'ê xebatên hilbijartinê meşandine û rêvebirên HUDA-PAR'ê bertek nîşanî wan dane. Kaya destnîşan kir ku di saetên êvarê de endamên HUDA-PAR'ê bi çekên keleşnîkof êrîşî wan kirine û wiha got: "Rêvebir û xebatkarên HUDA-PAR'ê gef li hevalên me dixwarin û nedihiştin em bixebitin. Bêyî ku bibêjin jin û zarok gule li ser me reşandin. Di encama êrîşê de 4 hevalên me birîndar bû û hevalê me Ozcan Temel jiyana xwe ji dest da. Du jinên ku navê wan nehat hînbûn, birîndar bûn. Polîsan ew dîtin û mudaxaleyî wan nekirin. Dibêjin em partiya Xwedê ne. Li ser navê Xwedê dixebitin, lê bi çekan êrîşî me dikin. Dixwazin kolanan veguherînin salên 1990'î. Em li hember êrîşên wan bêdeng namînin. Em kurdên salên 1990'î nîn in."
Ji aliyê din hat hînbûn ku bi qasî 100 endamên HUDA-PAR'ê li Taxa Çarşi bi wesayîtan tur avêtin.
(ça)