1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tecawizkarên N.Ç.’yê AKP’yî ne!
Tecawizkarên N.Ç.’yê AKP’yî ne!,tecawizkarên,n,ç,yê,akp,yî,ne

Tecawizkarên N.Ç.’yê AKP’yî ne!

A+ A-

Li Mêrdînê di bin bûyera skandala tecawizkirina N.Ç a 13 salî de komek AKP’yî derket. Tecawuzkarekî ku ceza xwariye kurê Serokê Rêxistina AKP’ê yê Navçeyê Halît Denlî, Nîzam Denlî ye. Yek din Alîkarê Serokê Rêxistina AKP’ê yê berê Sabrî Ajak, her duyên din jî endamên AKP’ê Selman Aydin û Selahattîn Kuray in.

Bûyera ku di nava civakê de bûbû sedema înfîalê, rastî pîştî biryara dadgehê hat aşkerakirin yek bi yek derdikevin holê. Di lîsteya tecawizkaran a di televîzyona Haber Turkê de hatiye weşandin de navê gelek rayedarên dewletê hene. Di lîsteyê de serbaz, midurê dibistanê, rayedarên dewletê jî di nav de navê 26 xebatkarên dewletê hene. Her wiha komek AKP’iyan jî di lîsteyê de cihê xwe girtine. Tecawizkarekî ku ceza xwarine kurê Serokê Rêxistina AKP’ê yê Navçeyê Halît Denlî, Nîzam Denlî e. Yek din Alîkarê Serokê Rêxistina AKP’ê yê berê Sabrî Ajak, her duyên din jîn endamên AKP’ê Selman Aydin û Selahattîn Kuray in.

Kurê serokê AKP’î Nîzam Denlî, bi hevalê xwe yê temîrkarê erebayan Sabrî Ajak re gelek caran tecawuz li N.Ç yê kir. Denlî piştî tecawizê çû ye Hecê û dixwaze xwe wekî oldar bide nîşandan. Hat hînbûn Denlî niha tevli tarîkata Menzîl bûye. Bavê Denlî ku serokê rêxistina AKP’ê yê wekî qet tiştek nebûye li ser kursiyê siyasetê hêj rûdine.

ELHEMDULÎLLAH TEVLÎ TARÎQATÊ BÛYE!

Bavê Denlî Serokê Rêxistina AKP’ê yê Navçeyê Halît Denlî ku bi riya telefonê me pê re axivî, got ku kurê wî bûye qurbanê hevalên xwe û wiha axivî: “Piştî bûyerê ez bi wî re naaxivim. Ji ber vê li hemberî min komploya siyasî pêk anîn. Xwestin kurê min bi kar bînin. Kurê min piştî bûyerê çû hecê û elhemdullilah tevlî tarîqatê bûye.”

N.Ç ye 13 salî di sala 2002’an de li Mêrdînê di nav de serbaz, midurê dibistanê, rayedarên dewletê jî hene, ji aliyê 26 xebatkarên dewletê hatibû tecawizkirin. Piştî doz hatibû wekirin, dadgehê bi hinceta “Bi dilê xwe razî bûye” cezayê kêm da bersûcan. Dadgeha bilind jî ev yek erê kir û tecawizkarên ku rayedarên dewletê bi cezayên kêm ji vê bûyerê filitîn. Doz dê niha biçe Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME)

ANF NEWS AGENCY