1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Tecrîd 300 roj in didome!
Tecrîd 300 roj in didome!,tecrîd,300,roj,in,didome

Tecrîd 300 roj in didome!

'Di dewleta hiqûqê´ de tecrîd 300 roj in didome!

A+ A-

10:36 20.05.2012 1 / 3 Buroya Hiqûqa Asrînê: Rejîmek ku bi tevahî vegeriyaye îşkenceyê heye

ÎBRAHİM ASLAN / MEHMET ŞAH ORUÇ

STENBOL (DÎHA) - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ku ket 300 rojan nirxand. Sarica diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye îşkenceyê û got; "Ev rewş me dixe nava fikaran. Pêkanîna li hemberî mûwekkîlê me darvekirin jî derbas kiriye û rûmeta mirovan dişkêne. Jixwe ev 13 sal in li hemberî mûwekkîlê me îşkenceyeke sîstematîk pêk tê. Ji bo vê yekê divê herkes bihîstiyar tev bigere. Em wekî buroya hiqûqê ya sedsalê dibêjin divê her pêkanîn di çarçoveya mafên mirovan de pêş bikeve."

Li Tirkiyeyê ku xwe wekî dewleta hiqûqê bi nav dike li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zagon û hiqûqa taybet tê meşandin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda ku li tu deverê cîhanê mînaka wê tuneye de dijî. Li gel hemû serlêdan, nerazîbûn û çalakiyan dîsa 300 rojin ne parêzer û ne jî malbata Ocalan nikarin biçin Îmralî û bi tu awayî agahiyê ji Ocalan nagirin. Li gel Ocalan 5 hikumxwarên PKK'ê jî rastî heman cezayên tecrîdê tên. Her çend di 11'ê çileyê 2011'a de Komîsyona Edaletê ya Meclîsê pêşniyara Guhertina Zagona Înfaza Tedbîrên Ewlehiyê û Ceza qebûl kir û "xala tecrîda li ser Ocalan tê meşandin dike zagon" xistin rojeva meclîsê jî hêj ji rojevê derneketiye. Di salên 2010, 2009, 2008 û 2005'an de di salên berîya wê de jî dîsa gelek caran Ocalan rastî tercîda bi mehan hat.

Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê û li Girtîgehan Îmraliyê tê girtin yekem car e 300 rojin hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin. Parêzeran gelek caran bi hinceta mafên wî tên astengkirin û rastî tecrîdê tê serî li Komîteya Astengkirina Îşkenceyê (CPT) dan û CPT'ê 4 caran li girtîgehê lêkolîn kirin û rapor amade kir. CPT'ê di 27'ê sibat û 3'yê adara 1999'an de li Îmraliyê lêkolîn kir tesbîta "Li Îmraliyê îzolasyon heye" kir. Di lêkolîna di 16-17'ê sibata 2003'yan de jî bal kişand ser astengkirina hevdîtina parêzeran û wiha hişyarî da: "Heke rewşa hewayî ne baş be bila rojeke din hevdîtin pêk bînin" Lêkolîna CPT'ê ya 3'yemîn a di navbera 19-22'yê gulana 2007'an de jî wiha hate gotin: "Li Îmraliyê ji sala 1999'an heta niha tu tişt nehatine guherîn" CPT'ê herî dawî di sala 2010'an de Îmrali ziyaret kir û da zanîn ku divê şertên li Îmarliyê bê sererastkirin.

Piştî pêvajoya darizandina Ocalan hevdîtina parêzeran di 25'ê sibata 1999'an de dest pê kir. Di sala ewil de hefteyê 2 caran hevdîtina parêzeran pêk dihat û di 12'ê çileya 2000'an de hevdîtin daxistin rojekê. Di sala 1999'an de parêzer 46 caran bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Di sala 2000'an de hevdîtina parêzeran daxistin 32 caran. Di sala 2001'an de 33 caran hevdîtin pêk hat û di sala 2002'yan de 46 caran serlêdan hate kirin jê 12 hatin redkirin. Di sala 2003'yan de jî ji 27'ê mijdar û 12'ê adarê de hevdîtin hatin astengkirin û ji 25 serlêdanan 13 serlêdan hatin redkirin.

Di sala 2008'an de 147, di sala 2010'an de 119 rojan hevdîtin pêk nehat

Serlêdanên parêzeran ên di sala 2004'an de ji 25'an 6 hatin redkirin. Di sala 2005'an de jî ji 45 serlêdanan 15 hatin qebûlkirin. Di sala 2006'an de ji 59 serlêdanan 38; di sala 2007'an de ji 55 serlêdanan 25 hatin redkirin. Di sala 2008'an de 21 caran hevdîtin hatin astengkirin û bi giştî 147 rojan hevdîtin hate qedexekirin. Di sala 2009'an de jî serlêdanan parêzeran 11 caran hate redkirin û 77 rojan hevdîtin hate qedexekirin. Di sala 2010'an de jî ji 50 serlêdanên parêzeran 17 hatin redkirin û bi giştî 119 rojan hevdîtina bi Ocalan re hate astengkirin.

Qedexeya hevdîtinê ya herî dirêj

Di sala 2011'an de hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê hatin redkirin. Piştî hevdîtinan parêzeran a di 27'ê tîrmeha 2011'an de 42 serlêdan nehatin qebûlkirin. Qedexekirina hevdîtinê ya di 27'ê tîrmeha 2011'an de dest pê kir di sala 2012'yan de berdewam dike. Serlêdanên di sala 2012'yan ên heta 2'yê nîsanê hemû hatin redkirin. Tecrîda 13 salin li ser Ocalan berdewam dike qedexeya hevdîtina herî dirêj di 27'ê tîrmeha 2011'an de dest pê kir û berdewam dike. Tecrîd û qedexeya hevdîtina li ser Ocalan ket 251 rojan. Di vê pêvajoyê de 59 serlêdanên parêzeran hatin redkirin.

Hevdîtinên Oslo û qedexeya hevdîtinê

Di sala 2008'an de cezayên hucreyê li dijî Ocalan pêk hat û 120 rojan bi malbatê re jî hevdîtin nekir. Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re di pêvajoya geşedanên girîng ên pirsgirêka kurd û pêvajoya qrîz pêk hat dest pê kir. Sala 2008'an bi operasyona dersînor, sala 2009'an hilbijartinên herêmî û operasyhona li dijî siyasetmedarên kurd tê zanîn. Di sala 2010'an de nîqaşên agirbestê zêdebûn û di sala 2011'an de hevdîtinên Osloyê dest pê kirin û piştî hevdîtin xitimîn qedexeya hevdîtinan dest pê kir.

Bi malbatê re jî hevdîtin nayê kirin

Ligel qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re hevdîtina malbatê jî tê qedexekirin. Herî dawî di 19'ê çileya 2011'an de daxwaza Mehmet Ocalan ji aliyê Ocalan ve hate redkirin wiha gotibû: "Pêvajo gelek qirîtîk e. Derketina me ya hevdîtinê rastî nîn e."

Der heqê parêzeran de 300 doz

Parêzerên Ocalan jî ji polîtîkayên pêk tên nesîbê xwe girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê yên parastina Ocalan dikin ji ber hevdîtinan ji sala 1999 û 2005'an gelek doz li parêzeran hatin vekirin û gelek parêzeran cezayê "Ji pişteyê hate girtin" û piştî di sala 2005'an de zagon hate guherîn ev yek vegeriya cezayê girtîgehê. Der heqê parêzerên buroyê de zêdehî 300 doz hatin vekirin û heya niha bi giştî 43 sal û mehek cezayê girtîgehê hate birin. Di sala 2004'an de der heqê parêzerên Ocalan Aysel Tugluk, Mahmut Şakar, Îrfan Dundar, Dogan Erbaş, Bekîr Kaya, Muzaffer Akat, Ayla Akat Ata, Okan Yildiz, Firat Aydinkaya, Aydin Oruç, Devrîm Bariş Baran, Mahmut Vefa, Ahmet Avşar, Aydin Oruç, Hatîce Korkut û Turkan Aslan doz hate vekirin. Ji 16 parêzeran re cezayê salek û 6 mehan "bi Ocalan re hevdîtinê nekin" hate dayîn. Cezayên di sala 2004'an de dest pêkirin di sala 2005'an de jî berdewam kirin û ji 12 parêzerên din re jî qedexeya hevdîtinê hate dayîn. Di sala 2007'an de jî ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Osman Aktaş û Suleyman Kaya re jî qedexeya salekê hate dayîn û 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji Aysel Tugluk re salek cezayê neçe Îmraliyê hate dayîn. Di heman salê de di doza duyemîn de jî Tugluk bi Îrfan Dundar û Firat Aydinkaya re heman ceza hate dayîn. Heman ceza di sala 2008'an li parêzer Ebru Gunay, Baran Pamuk û Hatîce Korkut re jî hate dayîn. Parêzerên Ocalan di sala 2010'an de jî li hemberî heman ceza û dozan hatin. Der heqê parêzerên Ocalan Cengîz Çîçek, Omer Guneş, Muharrem Şahîn, Fuat Coşacak, Îbrahîm Bîlmez, Asiye Ulker, Servet Demîr û Mîhdî Oztuzun doz hatin vekirin.

37 parêzer hatin girtin

Herî dawî di sala 2011'an de Serokwezîr Tayyîp Erdogan di daxuyaniyekê de got "Buroyeke Hiqûqê ya Asirinê heye" û piştî vê yekê di 20'ê mijdarê de li tevahiya Tirkiyeyê li dijî parêzeran operasyon pêk hat û 42 parêzer hatin binçavkirin û jê 37 hatin girtin. Parêzerên hatin binçavkirin bi sucdariya di "Komîteya Serokatiyê" de cih digirin û hevdîtinên bi muwekîlê xwe re kirin wekî feraman ragihandin tên sûcdarkirin.

Parezerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sarica: 300 rojin tecrîd heye

Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ku ket 300 rojan nirxand. Sarica diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye îşkenceyê û wiha got: "Ev tecrîda li ser Ocalan tê meşanin gelek beşê civakî dixe bin badora xwe. Parêzerên buroyê bêtir dixe bin bandorê. Bi hinceta "Notên hevdîtinê fermanê didin rêxistinê" 36 parêzer hatin girtin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 10 mehin em bi hincetên "Keştî xerabe ye" û "Muxalefeta hewayê" nikarin bi muwekilê xwe re hevditinê bikin. Em bawar nakin ku keştî xerabe ye û muxalefeta hewayê heye. Em pir baş zanin ku sedem ne ev e û siyasî ye."

Sarica, destnîşan kir ku rayedarên hikûmetê bi daxuyaniyên xwe pir aşkere diyar dikin ku tecrîda tê meşandin siyasî û bi zanebûn e. Sarica, da zanîn ku li cîhanê jî êdî li dijî tecrida li ser Ocalan bertek nayên nîşandan û wiha axivî: "Bêdengiya welatên cîhanê dibe sedema aramiya hikûmetê. Ji ber vê yeke serlêdanên me yên navneteweyî bê wate dimînin. Di 19'ê kanûna 2012'an de birayê muwekilê me birin Îmraliyê. Çima wê demê keştî ji bo malbatê ne nexabe bû û çima ji bo me xerabe bû. Wê demê me jî ji bo roja çarşem û înê serî lê dabû. Çima malbat birin îmraliyê û çima ji bo me keştî xerabe bû? Li gorî şertên asayî diviya bû malbat di hefteyên 2'emîn û 4'emîn de biçin Îmraliyê, lê malbat di hefteya 3'emîn de şandin Îmraliyê. Ev pir xuya dike ku astengiyên li ser Îmraliyê pir keyfî ne.

Sarica: Keştî xerabe be jî divê alternatif hebin

Sarica, da zanîn ku ger di rastiyê de keştî xerabe be jî dîsa binpêkirina mafan heye û wiha got: "Ger keştî xerabe be jî divê alternatif hebin Divê keştî bê tamîrkirin ango keştiyek din bê amadekirin. 10 mehin hêj neşandine tamîrê. Çima heta niha neşandin tamîrê û di meha dawî de şandin tamîrê? Ev raste rast îhlala peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û DMME û PMME'ê li hemberî vê binpêkirinê bêdeng dimînin."

'Li dijî muwekilê me pêkanînên bi zanebûn hene'

Sarica, bilêv kir ku pêkanînên li dijî Ocalan bi zanebûn û bi armanc tê kirin û wiha berdewaml kir: "Berê jî gelek caran pêkanînên bi vî renî pêk hatin. Lê heta niha ev qas dirêj berdewam nakiriye. Li dijî muvekkilê me pêkanînên bi qasid, zanebûn û bi armanc tê kirin. Ev êrîş e. Ji ber rewşa wî ya dîrokî û neteweyî ev tecrîd pêk tên. Muwekilê me jî heman tiştî dibêje. Ji bo em vê yekê bînin ziman me li gelek cihan serlêdanên hiqûqî û zagonî kirin. Lê dîsa binpêkirina mafan didome. Heta niha me 4 caran serî li DMME'ê da. Berê jî me ji bo daxwazên muwekilê xwe gelek caran serî li Ewropayê da. Li gel vê yekê di 22'ê Mijdara 2011'an de li dijî parêzaran operasyon pêk hat. 37 parêzer hatin girtin."

'Em ji tenduristiya muwekilê xwe agahiyê nagirin'

Sarica, fikarên xwe yên der barê tenduristiya Ocalan de jî anî ziman û wiha got: "Li gorî zagonan divê tu girtî û hikumxwar rastî pêkanînên taybet û hiqûqa taybet neyê. Lê mixabin muwekilê me rastî hiqûq û zagonên taybet tê. Li girtîgeha Îmraliyê hiqûq û zagon pir taybet dimeşin. Ji ber vê rewşê 5 girtiyên PKK'ê yên li cem Brêz Abdullah Ocalan jî dimînin rastî heman pêkanînê tên. Ji ber van pêkanînên taybet em qet agahiyê ji tenduristiya Brêz Abdullah Ocalan girtiyên din nagirin. Ji ber astengiyên li pêş Brêz Ocalan parêzerên girtiyên din jî nikarin biçin Îmraliyê û mafê wan jî tê binpêkirin. Me ji ber vê rewşê serlêdana sûc li Serdozgerê Komarê yê Mudanyayê kir. Lê Serdozger biryara hewce bi şopandina dozê tune da. Li ser vê yekê me Serî li DMME'ê da. Doza me ya li DMME'ê didome. "

Sarica, bilêv kir ku ew bawer nakin ku biryar tenêk ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandin û ji ber vê yekê berê jî serîli CPT dabûn. CPT'ê jî lêkolîn kiribûn û di rapora xwe de diyar kiribû ku tecrîd tê meşandin. Sarica, da zanîn ku dixwazin milê hiqûqî yê muwekilê wan bişkînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dosyayên muwekilê me yên DMME'ê didomin. Niha 4 dosya kirine yek. Divê di demek nêzîk de biryarek bê dayîn. Hej me tu hevditin pêk neanîne. Ji ber astengiya hevdîtinê mafê parastinê bi tevahî tê binpêkirin. Serlêdanên me yên Tirkiye û qada navneteweyî heta niha tu encam nagirtine. Wekî ku tecrîd tê qebûl kirin hebe. Ev me dixe nava fikaran. Ji ber vê yekê divê di serî de parazvanên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî xwedî helwestek tund û zelal bin. Ji ber ku şert û mercên muwekilê me gelek gelek giran e û ev nayê qebûl kirin. Niha rejîma ku tecrîd vegerandiye îşkenceyê heye. Muwekilê me 13 salin li Îmraliyê di bin îşkence û tecrîdê deye. Divê bi lezgîn ev pêkanîna tecrîda giran bi dawî bibe. Ji ber vê yekê em bang li parlementerên xwe parazvanên mafên mirovan û hemû cemaweriyê dikin ku peyvira xwe ya dîrokî û rola xwe bi cih bînin û bêdeng nemînin."

Sibê bi dosya Endama Platforma Ji bo Aştiyê Ji Ocalan re Azadî Prz. Eren Keskin dirome.

'Di dewleta hiqûqê' de tecrîd 300 rojin didome! - (2) 10:00 21.05.2012

Keskîn: Kesên hewceye ji şer re bêjin bes e bêdeng man

GULER CAN

STENBOL (DÎHA) - Berdevka Platforma Ji bo Aştiyê Ji Ocalan Re Azadî Prz. Eren Keskîn, diyar kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Keskin, anî ziman ku pirsgirêka kurd bêyî Ocalan û PKK'ê çareser nabe û wiha got: "Ev rastî ji aliyê her kevî ve tê zanîn. Kesên vê rastiyê dizanin ji ber operasyonên KCK'ê û tirsa çêbûye newêrin bînin ziman. Rewşenbir, sosyalîst û demoratên Tirkiyeyê ji ber ku heta niha dengê xwe bi rêxistinî neanîn ziman, li ser bindestan şerek tê meşandin. Kesên pêwiste ji vî şerî re bêjin bes e, li hemberî vê rastiyê bêdeng dimînin.

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin biçin Îmraliyê. Ji 27'ê Tîrmehê heta niha her car parêzer rastî hincetên 'Keştî xerabe ye', 'muxaletefat hewayê heye' tên û destûra biçin Îmraliyê nayê dayîn. Ji ber ku her diçe tecrîla li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan giran dibe, çalakî û hewldanên li dijî vê yekê jî her ku diçin zêde dibin. Jinan di çarçoveya çalakiya "Ji bo Aştiyê Ji Ocalan Re Azadî" di 8'ê Adarê de meş û xwepêşandan pêk anîn. Piştî vê hewldanê Platforma Ji bo Aştiyê Ji Ocalan Re Azadî ava kirin. Berdevkê Platformê Prz. Eren Keskîn, diyar kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Keskîn, 300'emîn roja tecrîda li ser Ocalan nirxand û wiha got: "Bêyî Ocalan û PKK'ê pirsgirêka kurd çareser nabe."

Keskîn, anî ziman ku rewşa Ocalan ji rewşa girtiyên din cudatir e û wiha got: "Ev cudatiya wî nayê wê wateyê ku nikaribe bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêk bîne. Bandora Ocalan a li ser gelê kurd gelek gelek mezin e. Gelê kurd Brêz Ocalan wekî Rêberekî Siyasî qebûl dikin. Astengiyên li pêş Ocalan dibe sedema rageşiyê. Ev yek bi zanebûn ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve pêk tê. Me wekî Platformê di vê pêvajoya ku operasyonên di bin navê KCK'ê de zêde dibin xwest bibin dengekî cuda. Me xwest bi daxwazên xwe civakê hişyar bikin. Pêwiste hekû kesên li Tirkiye û Kurdisdanê dixwain pirsgirêka kurd çareser bikin divê piştgiriyê bidin daxwazên me. Her kes baş dizane ku Brêz Ocalan û PKK bê înkarkirin pirsgirêk çareser nabe. Me xwest em vê rastiyê bînin ziman."

'Ev daxwazek asayî ye'

Keskîn, destnîşan kir ku 5 mehin bi nivîskar, rewşenbir û demokratan, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn û wiha berdewam kir: "Bi qasî me dixwest xebatên me bi lez pêk nehatin. Di mehên dawî de operasyonên di bin navê KCK'ê de zêdetir bûne. Me bi gelek saziyan re hevdîtin pêk anîn. Lê hinekan got 'Hêj ne dema çareseriyê ye' Em ne mecbûrin ku rawestin. Tu kes nikare bêje ne dema wê ye. Ji ber ku her roj mirov tên girtin û kuştin. Em dibêjin dem hatiye û em dereng mane."

'Divê tirsa operasyona KCK'ê bişkînin'

Keskîn, xwest her kes tirsa operasyonên di bin navê KCK'ê de tên meşandin bişkîne û wiha pêde çû: "Binçavkirin û girtin êdî ji hedê xwe derketine. Kesên pirsgirêkên wan ên aborî hene. Kesên pirsirêkên wan ên malbatî û debarê hene. Ji ber vê yekê kes naxwaze bên girtin. Lê divê her kes baş zanibe ku armanca operasyonên di bin navê KCK'ê de pêk tên tirsandina civakê ye."

Keskîn, destnîşan kir ku daxwazên kurdan pir zelal in û wiha pêde çû: "Lê ji ber ku derdorên demokrat, cepgir û rewşenbir di nava xwe de ne bi rêxistin in û bi yek dengî naqîrin nikarin bibin hêz. Ger ku hemû rewşenbir, demokrat û çepgir bibin yek û bi rêxistin tev bigerin hikûmet nikare wisa tev bigere. Divê her kes derkeve kolanan û bêje 'Em Aştiyê dixwazin' Kurd her tim daxwazên xwe li her derê aşkere tînin ziman."

'Li ser bindestan şerek tê meşandin'

Keskin, xwest berî her tiştî demokrat û rewşenbirên Tirkiyeyê li hemberi van geşedana bertek û daxwazên xwe bînin ziman û wiha pêde çû: "Ger ku bigirin jî dê ji KCK'ê bigirin û herî zêde 6 mehan girtî bimînin û bên berdan. Divê êdî vê tirsê ji ser xwe bavêjin. Divê ji vê yekê re bêjin bes e. Bila her kes baş zanibe ku kes ji kêfa xwe dernakeve çiya. Divê em karibin malbatên leşker û gerîllayan bînin cem hev. Ji ber ku li ser bindestan şerek tê meşandin. Ev şer bi destê şerxwazan ve tê meşandin.

Keskin, xwest her kes rastiyê bibîne û PKK'ê înkar neke. Keskîn, da zanîn ku ji bo astengiyên li pêş Ocalan rabin derketine rê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo em bi Brêz Ocalan re hevdîtin pêk bînin bi mehan berê me serî li Wezareta Dadê da. Lê heta niha me tu bersîv negirtiye. Me salek da pêş xwe. Em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Gelê kurd rastî koçberiyê bûn. Gundê wan û xaniyên wan hatin şewitandin. Hati qetilkirin û windakirin. Rastî tacîz û tecawizê hatin. Lê dîsa li pey Ocalan dimeşin. Ji ber ku em deyndanên miriyên xwe ne. Ez bawer dikim ku tu kes bêdeng namîne."

(mae)


Bêjeyên Miftehî