Tecrîd berê ciwanan dide çiyê
12 sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de tê ragirtin. Piştî ku hikûmeta AKP’ê zext û tecrîda li ser Ocalan giran kir, jimareke zêde ya ciwanên kurd berê xwe dan çiyayan. Gerîlayên ku vê dawiyê tevlî nava refên gerîlayan bûn sedemê tevilbûna xwe ji ANF’ê re vegotin.
Ciwanên kurd ji ber zextên hikûmeta AKP’ê yên ji serdema derbeya 12’ê Îlonê wêdetir, berî xwe didin nava refên gerîlayan. Ev yek jî nîşan dide ku polîtîkaya hikûmeta AKP’ê ya li hemberî kurdan bi tu awayî bi ser neketiye. Piştî ku hikûmeta AKP’ê ji 27’ê tîrmehê ve dest bi şidandina tecrîda li ser Ocalan kir, ciwanên kurd jî zêdetir berê xwe dan çiyê.
Ciwanên kurd sedemê tevilbûna xwe ya nava refên gerîlayan wiha vedibêjin;
Nûman Siyabend: Em bi zextên dijmin re rû bi rû man. Dîsa li her qada jiyanê şerek ku her tim berdewam dikir hebû. Tekoşîna li van çiyayan tê meşandin, hêviya azadiya gelê me ye. Hevalên min ên herî nêzî bi guleyên polîs û leşkeran dihatin qetilkirin. Min nekarî çavên xwe li vê yekê bigirim. Rêbertî jî mijara herî zêde ez têde hesas bûm. Di mijara rewşa Rêbertiyê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me ciwanan. Diviyabû min ji bo Rêber Apo tiştek bikira. Di dawiyê de min biryar da û tevlî nava refên gerîlayan bûm. Em ji şehîdên xwe yên azadiyê û rêbertiya xwe minetdar in. Ji bo serkeftina tekoşîna mafdar a gelê me û azadiya rêbertiyê em hû ciwanên kurd vedixînin nava refên gerîlayan.”
Mordem Avaşîn: Zextên li ser Rêbertiyê hatin zêdekirin. Teror polîsan a li ser gelê kurd tu hed û hesabê nas nedikir. Dayîkên me her roj li kolanan bi terora polîsan re rû bi rû diman. Zarokên kurdan bi awayeke hovane dihatin îşkencekirin. Ajantiyê dispartin wana û dibû qûrbanê kuştinê bê daraz. Evane hemû veguherîn polîtîkayên rûtîn ên AKP’ê. Dijminahiya kurdan pêş dixist.
Axîn Gever: Min li YÎBO’yê xwed. Ez qîza malbateke welatparêz im. Her çendî gelek sedemên min ên tevilbûna nava refên gerîlayan hebe jî, lê ya herî zêde bandor li biryara min kir, esareta Rêber Apo bû. Her roj cenaze dihatin Geverê û her roj gelê me li qadan li ber xwe dida.
Armanca min a herî mezin azadkirina Rêber Apo ye. Tecrîda li ser Rêbertiyê di min de rê li ber kîn û nefreteke mezin vekir, û vê yekê hişt ku ez tevlî nava refên gerîlayan bibim. Ez bang li jinên kurd dikim ku ger dixwazin ji bo azadiya rêbertiyê û gelê kurd hin tiştan bikin, bila berê xwe bidin çiyayê Kurdistanê. Êdî dem hatiye ku em mil bidin milê hev û hesabê ji dewleta tirk a dagirker bixwazin.
Kawa Berxwedan: Ez li metropolên Tirkiyeyê diijiyam. Ji ber ku ez kurd bûm, li rastî hemû pêkanînên nijadperest û cûdakar ên dewletê hatim. Gelê kurd li Tirkiyeyê têne qewitandin. Ez di sala 2005 de çûm leşkeriyê. Min leşkertiya xwe li Amedê kir. Ez beşdarî gelek operasyonên li Kurdistanê bûm. Li rexmê vê ji min re digotin terorîst. Li kêleka min hevalên min ji aliyê leşkeran ve dihatin kuştin. Ez piştî ku ji leşkertiyê vegeriyam, min dest bi xebatan kir. Min dest bi xwendina pirtûkên Rêbertiyê kir û min PKK’ê nas kir. Min jî di dawiyê de zanîn ku cihê ku divê ez lê bimînin, çiyayên Kurdistanê. Lê weke gerîlayekî.
Brûsk Dorşîn: Tenê ji ber ku ez kurd bûm, li rastî hemû zext û pêkanînên dewleta tirk hatim. Deqa terorîstiyê li min xistin. Em ne terorîst, gelekî bi rûmet in. Em ji bo rûmeta xwe şer dikin û ji bo rûmeta xwe dijîn. Ji ber wê jî êrişên li hemberî rêbertiyê di rastiyê de li hemberî hemû kurdan in. Dirûşima me ya sereke ev e: Ez ê ji bo azadiya rêbertiyê heta dilopa xwe ya dawiyê têbikoşim. Ji bo vê li çiyê me. Ji bo hemû ciwanên weke min difikirin xeyala xwe bikin rastî, ez wana vedixwînim çiyayan.
ANF NEWS AGENCY