Tecrîd li Amedê bi meşekê hat şermezarkirin
AMED (DÎHA) -Rexistina DBP'ê ya navçeya Rezan a Amedê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşeki meşaleyî li dar xist. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya navçeya Rezan Rihan Kavak Ozbek diyar kir ku ew dê her roj seat di 20.30'an de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyan li dar bixin.
Rexistina DBP'ê ya navçeya Rezan a Amedê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşekî meşaleyî li dar xist. Meş ji ber Parqa Şêxşamilê ya nevçeya Rezan dest pê kir û heya Parqa Koşuyolê domiya. Di meşê de dirûşmên "Bijî serok Apo", "Ciwan fedaiyên Apo ne", "Bê Serok Jiyan Nabe" û" Slav, slav ji Îmraliyê re hezar Slav" hat berzkirin. Ligel postera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK û YPG'ê jî hatin vekirin. Rêvebirên DBP û HDP'ê û gelek welatî tevlî meşê bûn. Kesên tevlî meşê bûn bi piranî jin û ciwanan bûn. Piştê meşê daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DBP'ê ya navçeya Rezan Rihan Kavak Ozbek ve hat xwendin.
Ozbek diyar kir ku tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê şantajekî li ser gelê kurd e û wiha got: "Bi tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk te dixwazin têkîliya wî û gel ji hev qut bikin û bi vê yekê PKK'ê tasfiye bikin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê kedek mezin dide. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mutabakata Dolmabahçeyê ya ji 10 madeyan pêktê ji bo hikûmetê gavan bavêje da zorê lê hikûmetê li şuna gavan bavêje pergala tecrîdê xist dewreyê."
Ozbek anî ziman ku ev tecrîd bi gotina Serokomar Recep Tayîp Erdogan ên 'Ne mase heye, ne çareserî heye ne jî pirsgirêka kurdan heye" dest pê kir û bi tecrîdê re pêvajo çareseriyê hat xitimandin û wiha axivî: "Ciwan, jin û hemu dostên kurdan ji bo azadiya Reberê PKK'ê Ocalan û ji bo azadiya gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn divê bi hêz têkoşînekê bimeşînin û rexistinbûna xwe mezin bikin."
Ozbek da zanîn ku dê her roj seat di 20.30'an da ji bo Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyan li dar bixin. Ozbek bang li hemû welatiyan kir ku bi hêz tevlî çalakiyan bibin.
(ua-rd/bd)