1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tecrîda li ser Ocalan tê şermezarkirin
Tecrîda li ser Ocalan tê şermezarkirin,tecrîda,li,ser,ocalan,tê,şermezarkirin

Tecrîda li ser Ocalan tê şermezarkirin

Li her derê tecrîda li ser Ocalan tê şermezarkirin

A+ A-

BERJÎN TÊKOŞER Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 13 salin li Girava Îmraliyê bi tena serê xwe dimîne û ji gelek mafên xwe yên rewa sûdê nagire. Salek û 3 rojin parêzer nikarin biçin Îmraliyê û li ser Ocalan tecrîdek girankirî tê meşandin. Bertekên li dijî tecrîda girankirî ku salek derbas kir her ku diçe zêde dibin. Welatiyê Wargeha Şehîd Rustem jî bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin bi lezgîn ev tecrîd bi dawî bibe.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 16'ê Sibata 1999'an de anîn Îmraliyê û ji wê demê heta niha bi tena serê xwe di yek hucreyê te tê girtin. Di salek dawî de bi "Konseptek taybet" rastî cezayê tecrîda giran û asîmîlasyona giran tê. Ocalan ku 13 salin tenê di hucreyê de ye û ji hemû mafê xwe yê hiqûqî, mafên mirovan, mafê ragihandin û hevdîtina girtî û vekirî mahrûm e, piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an tam salek zêdetir e bi hinceta "Muxalefeta hewayê heye", "Keştî xerabe ye" û "Keştî li tamîrê ye" destûr nadin ku parêzer û malbata Ocalan biçin Îmraliyê. Salek e hemû têkiyên derve ji ser Ocalan hatine qutkirin û tu agahî jê nayê wergirtin. Li hemberî tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bertek û nerazîbûn her ku diçe belav dibin. Welatiyên Wargeha Şehît Rustem jî bertek nîşan dan û xestin tecrîd bi dawî bibe.

'Em dikarin bi sekn û berxwedana xwe tecrîdê bişkînin'

Bêrîvan Kaya: Beriya her tiştî ez tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê bi tundî şermezar dikim. Em wek ciwanên wargehê, pêwîst e sekneke li gor demê bidin raberkirin û ji her demê zêdetir li dora Rêberê xwe bibin xelekek ji agir, ku tu hêz cesareta şikandina vê xeleka ji agir neke. Pêwîst e, helwest û nerazîbûna me ya ciwanan a li dijî tecrîda ku tê zanîn ew saleke tê domandin cudatir be. Em ciwan bi sekn, nêrîn û xwedîderketina li jiyana ku Rêber Apo bi têkoşîna salan û kedek bêhempa da avakirin, dikarin bersiva herî baş û hêja bidin dijminên gelê Kurd. wek tê zanîn dijmin şerê psîkolojîk li ser gelê Kurd û bi taybetî jî ciwanên Kurd dide meşandin; ew yek jî bi awayekî sîstematîk tê rêvebirin. Em jî dikarin bi sekn û berxwedana xwe bersivê bidin her cure şerê psîkolojîk û wan vala derxin. Xwedîderketina li Rêberê xwe, xwedîderketina li çanda xwe û dîroka xwe ye; her wiha tê wateya pûçkirina polîtîkayên dijmin û şerê taybet. Ez tecrîda li ser Rêber Apo bi kîn û nefret şermezar dikim. Bila Tayyîp Erdogan bizane vê ji ber xezeba dilê dayikan bimire. Sîstemên zilmkar û kesên wek Erdogan ku li ser xwîna gelên mazlum desthilatdariyên xwe didomînin; vê rewşa wan ji ya Saddam xerabtir be. Bi munasebeta Meha Remezanê, hêvî û daxwazên me azadiya Rêber Apo û serxwebûna hemû gelên bindest e. Ji bo azadiya Rêberê xwe çi ji destê me bê em ê bikin."

'Rêber Apo vîna me ye'

Kadrî Yaman: Wek tê zanîn ew saleke nahêlin bi Rêberê me re hevdîtin pêk bên. Em Wek gelê Kurd nikarin der heqê rewşa Rêberê xwe de agahiyan bigirin; ew yek jî me dixe nav fikir û gumanan. Dema em li dîroka mirovahiyê dinihêrin em dibînin ku ne di tu olan de û ne jî di tu cihê din de mirovan şahidî li tecrîd û êşkenceyek wisa nekiriye. Di dîrokê de gelek dîktator hatine û çûne; lê tu dîktatorek wek Tayyîp Erdogan zalim û xwînmij nebû ne. Ev bêexlaqiyek mezin e ku nahêlin bi Rêberê me re hevdîtin pêk bên. Rêberê me di bin şertên pir giran de li ber xwe dide û hewce ye em gelê Kurd jî bi ruhê seferberiyê rabin û xwedî li Roja xwe derkevin. Ez bang li tevahî gelê Kurd û kesên xwedî wijdan dikim, bila bi ruhê berxwedanê li dora Rêberê xwe bicivin.

'Li Îmraliyê îşkenceyek sîstematîk pêk tê'

Mele Zekî: Rêber Apo ev 13 sal in di bin tecrîd û êşkenceyeke girande tê ragirtin û ev saleke nahêlin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Rêber Apo di bin tecrîd û êşkenceya ku ji aliyê dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ve tê birêvebirin de tê ragirtin. Ew tê vê wateyê ku hîn Komploya Navneteweyî a di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd tê meşandin didome. Rêber Apo di encama Komploya Navneteweyî de anîn Tirkiyeyê û îro jî bi Komployek Navneteweyî dixwazin dengê Rêberê me bibirin û nehêlin nêrînên Wî bigihîjin gelê Kurd û gelê cîhanê. Rêber Apo di bin êşkenceyeke giran de ye û pêwîste demek ji ya din zûtir, hemû gelê me ji bo azadiya Rêberê xwe dengê xwe bigihîne her deverê cîhanê. Ev saleke bi hincetên pûç nahêlin hevdîtin pêk bên, wek ev ne bes be jî tecrîd di nav tecrîdê de tê pêkanîn. Ev pêkanînên dij-mirovane di tu olan de nayê qebûlkirin û ew pir eşkere zilm, zordarî û êşkence ye.

'Tecrîda li Îmraliyê beşa duyemîn a komployê ye'

Ferhat Tunç: Ez wek ciwanekî wargehê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikim û dibêjim, tu hêz nikare li pêşiya vîna gelê Kurd bibe asteng. Ger em naveroka vê tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê bigirin dest û binirxînin, em dikarin bibêjin ku ev tecrîd û êşkence berdewamiya Komploya Navneteweyî ye. Em dikarin vê tecrîdê wek beşa duyemîn a Komploya Navneteweyî bi nav bikin. Lê belê em baş dizanin, çava Komploya Navneteweyî ji aliyê Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê Kurd ve vala hat derxistin; ev komploya ku ji aliyê hukûmeta AKP'ê bi girankirina tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê dixwazin encam bigirin jî ji aliyê gelê Kurd û tevgera vê ve vala hatiye derxistin. Ji ber ku hêz û felsefeya Rêber Apo ya ku di nav hemû civaka gelê Kurd de hatiye pêşxistin û belavkirin bûye hêvî û daxwaza jiyanek azad ku bê vê gelê me tu jiyaneke din wê ji bo xwe nepejirîne. Hukûmeta AKP'ê dixwaze bi vê tecrîdê Rêber Apo li derveyî pêvajoyê bigire. Bi vê yekê jî dixwazin fikir û ramanên Rêbertiyê yên ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn asteng bikin. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha ji bo tevahiya gelên bindest û gelê Rojhilata Navîn hêviya jiyanek bi rûmet û azad e. Ez bang li tevahiya ciwanên wargehê dikim ên ku dibêjin, 'Em xwedî li vîn, jiyan, çand û dîroka xwe derdikevin' bila bi ruhê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Bêrîtan, Zîlan û Alî Çîçekan tevbigerin.

(kom/mae)