Tecrîda li Îmraliyê 13 sal in didome
Ocalan ji 27’ê tîrhema 2011 heta îro di tecrîdê de ye
Ev salek e hevdîtina parêzer û malbatê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê astengkirin û Ocalan di tecrîdeke giran de ye. Ocalan ji 27’ê tîrhema 2011 heta îro di tecrîdê de ye. Ji ber ku têkiliya Ocalan bi temamî bi derve re hatiye qutkirin, ev yek di warê siyasî û hiqûqî de jî encamên xirab bi xwe re tîne.
Ocalan di 16’ê sibata 1999 de xistin Girtîgeha Îmraliyê û ev 13 sal in di tecrîdê de tê ragirtin. Her tim parêzer û malbat dema ji bo hevdîtinê serlêdan kirin li rastî hincetên “keştî xirabe ye, rewşa hewayê ne baş e” hatin. Di vê pêvajoya dirêj a tecrîdê de Ocalan li rastî tundiya fîzîkî hat, hewl dan jehrî bikin, bê xwesteka wî porê wî hat birîn. Ev tam salek e di encama polîtîkayên AKP’ê de tecrîdeke giran li ser Ocalan heye û tu agahî jê nayê girtin.
Ocalan di hevdîtina xwe ya di 27’ê tîrmeha 2011 de daxuyaniyên girîng dabû û gotibû; " AKP şer dixwaze, çareserî naxwaze. Bi vî awayî hêsirên çavên ew dayikên ku Serokwezîr her tim qîmetê dide wana narijin. Ez dibêjim ji bo hêsirên çavên dayikan rawestin dayikan bikişînim aliyekî, bersiva vê yekê jî nadin. Berovajiyê vê her roj şer, pevçûn û operasyon hene. Her roj gerîla û leşker têne kuştin. Bi vî awayî dê aştî çawa pêk were? Ev nameya min a vekirî ye ji bo hikûmetê; Ger hûn dixwazin hêsir rawestin, bihêlin ku ez hêzên gerîlayan bikişînim cihekî bi ewle." Ocalan di vê hevdîtina xwe ji bo pêkhatina aşitiyê sê merc pêşkêş kiribû; “Ger ku dixwazin ez rol bigirim, sê şertên min hene; şertê tenduristî, ewlehî û bi awayekî azad tevgerkirin. Ger van mercan pêk bînin, ez ê bidomînim. Ger her tu alî jî ji bo rewşa min li hev bikin, ez ê rola xwe bilîzim. Ger pêk neynin, ez nikarim bidomînim.”
Herî dawî, birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 12’ê cotmeha 2011 de hevdîtin bi Ocalan re pêk anî û Ocalan ev tişt gotibû; Ez nizanim dê hevdîtinên ligel parêzer û malbatê kengî dest pê bikin. Di çapemeniyê de nivîsandine ku min cezayê hucreyê girtiye, lê ev yek ne rast e. Min tu ceza filan negirtiye. Lê hevdîtin ji ber helwesta hikûmet xetimîne. Ez silav û rêzdariya xwe ji hemû gelê me re dişînin. Bila hêvîdar bin. Wê Kurd bi ser bikevin."
Mehmet Ocalan di 19’ê çile çû Îmraliyê û xwest bi Ocalan re hevdîtin pêk bîne, lê rêveberiya girtîgehê peyama “Vir gelek hesas e derketina me ya hevdîtinê ne guncaw e." ku îdîa kir a Ocalan e, dabû Mehmet Ocalan.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi xwe tevî Ocalan, parêzerên wî jî kir hedef. Erdogan gotibû;"Cihek bi navê Buroya Hiqûqê ya Asrinê heye. Parêzerên li vir fermanê ji Îmraliyê digirin”. Piştî vê gotina Erdogan 36 parêzerên Ocalan di operasyonên di bin navê KCK’ê de hatin girtin.
Em der barê tecrîdê de bi Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş re axivîn…
DEMÎRTAŞ: EV SALA DAWIYÊ PROJEYA AKP’Ê BÛ
Hevserokê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tê pêkanîn, weke salekê nabîne û got; “Jixwe ev 13 sal in tecrîda li Îmraliyê berdewam dike. Her çendî parêzerên Birêz Ocalan carna hevdîtin pêk dianîn jî, lê ev yek vê rewşa tecrîdê naguherîne. Sîstema Îmraliyê jixwe bi xwe tecrîd e. Ev bi salan e bi tenê di girtîgehê de ye. Ev bi xwe tecrîd e. Bi 50 kesan re jî hevdîtin pêk bîne, dîsa tecrîd e.”
Demîrtaş destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ev salek e bi zanebûn tecrîdê zêde kiriye û ev yek ji xwe re kiriye projeyek. Hevserokê BDP’ê wiha domand; "Divê tecrîd weke parçeyek ji polîtîkayên hikûmetê bê zanîn. Destpêkê pêkanîna cezayan dikirn, niha jî ji xwe re kirine polîtîka." Demîrtaş ragihand ku mirov nikare tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn û pêşketinên siyasî yên li herêmê û hundir cûda bike û wiha pê de çû; "Hemû polîtîkayên hikûmetê yên Rojhilata Navîn li ser esasê Îmraliyê ne. Li ser esasê ku têkiliya Îmralî bi derve re û ya derve bi Îmralî re qut bikin, ev polîtîka tên pêkanîn. Dixwazin pêşî li belavbûna hevdîtinan bigirin û rê li moraldayîna civakê bigirin. Dixwazin Tevgera Azadiya Kurdan û gelê Kurd ê welatparêz ji rêberê wê qut bikin. Bi vê yekê dixwazin tevger û gel bê rota bihêlin, bê moral û bê perspektîf bihêlin. Dixwazin bi vê rêyê hemû Kurdên dilsozê Ocalan ên li derve û hundir teslîm bigirin. Ev pêvajoya salekê parçeyek ji projeyê ye."
'PÊŞBÎNIYÊN WÎ YÊN BERIYA 10 SALAN, ÎRO PÊK TÊN'
Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku pêşbîniyên Ocalan ên beriya 10 salan, niha pêk tên û got; “Ocalan niha baştir tê fêmkirin”. Demîrtaş wiha berdewam kir; “Birêz Ocalan, li gel pêşketina ji bo xweseriya Kurdan li Sûriyeyê baştir tê fêmkirin. Tiştên ku wî beriya 10 salan gotibû yek bi yek pêk tên. Em ji pêşketinên li Rojhilata Navîn dibînin ku pêşbînî wî rast in û mafdar e. Bi taybet rewşa li Sûriyeyê, pêşketinên mina 'Bihara Ereban ' van pêşbîniyên Birêz Ocalan careke din piştrast kiriye.."
Demîrtaş Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî ‘Siyasetmedarê ku herî baş Rojhilata Navîn şîrove dike’ bi nav kir û wiha got: “Ji ber vê sedemê çima li Îmraliyê rehîn hatiye girtin tê fêmkirin. Ji ber ev rastî nîşan dide ku tercîd ji bo dewlet û hikûmetê çiqas girîng e. Tecrîdeke bê wijdan, bê hiqûq û bên exlaq çima wisa girîng tê ditîn jî tê fêmkirin.”
RAMANÊN OCALAN DERBSÎ GEL JÎ BÛ DERBASÎ RÊXISTINÊ JÎ BÛ
Demîrtaş da zanîn ku tecrîd encamê nade û wiha got: “Rejîma AKP’ê, hêzên navnetewî û kesên li ser vê tecrîdê radiwestin hesaban dikin. Ramanên Birêz Ocalan jixwe pergala rêxistinê ava kiriye. Jixwe ev perspektîf daye gel û rêxistinê. Ji ber vê jî tecrîd ji bilî îşkence, eziyet negihiştiye tu armanca xwe.”
Demîrtaş daxwazên xwe yên der barê Ocalan de jî wiha got: “Em vê dibêjin. Daxwaza rakirina tecrîdê ne daxwazeke rast e. Em êdî dixwazin Ocalan azad be. Êdî ev di rojevê de ye. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe ne mumkune ku tecrîd bê rakirin.”
Demîrtaş bang li hemû aliyên ku ligel aştî û azadiyê ne kir û got ku bila ji bo Azadiya Ocalan têbikoşin û wiha got: “Divê rojeva hemû kesên baweriy wan bi azadiyê heye azadiya Ocalan be. Divê kampanyayên bi bandortir û şahiyên mezin bên darixstin. Heta ku Ocalan negihêje azadiya xwe divê tempo bidome. Ez bagn li hemû gel, partî û dostên xwe dikim ku bila ji bo kampanyayê azadiyê yê ji bo Ocalan bibin xelek.”
KURD WENDA NAKIN LÊ TIRKIYE..
Demîrtaş bang li hikûmeta AKP’ê jî kir û wiha got: “Hikûmet bi pêkanîna li Îmraliyê ‘polîtîkayeke bê aqil’dimeşîne. Piçek aqilê hikûmetê hebe îro aktorê herî mezin ku dê aşitî û çareseriyê hêsantir bike di Îmraliyê de nedigirt. Ev qas aqilê wan hebûya ev nedikirin. Ji vê saetê şûn de tecrîd dê bi Tikriye, Suriye û Iraqê bide wendakirin. Kesê bi Kurdan û Tikriyeyê bide qezenckirin Birêz Ocalan e. Bila vê êdî bizanin. Kurd tu carî wenda nakin. Ger ku Tirkiye bixwaze wenda neke divê dest ji van polîtîkayên xwe berde.”
ANF NEWS AGENCY