1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Tembûr, pênûs û çeka Elî Temel
Tembûr, pênûs û çeka Elî Temel,tembûr,pênûs,û,çeka,elî,temel

Tembûr, pênûs û çeka Elî Temel

A+ A-

PERWER YAŞ 08.10.2013 07:00:43 "Meha Tebaxê ya sala 1984'an bû. Bi Elî Temel re em li heman koxûşê diman. Elî Temel ji min re got, 'Ezê helbestê binivîsînim, tu jî hevaliya min bike, em ahenga vê helbestê derxînin holê.' Me benikê naylon ê goreyên xwe jê derxist. Dûre me ev benikên naylon li teşî gerandin û veguherandin têlê tembûrê.

Elî Temel piştre, textekî li girtîgehê peyda kir, bi qutiyeke şekir ve kir û têlên ji benikên naylon ên gorên me, bi vê ve girê da. Dûre jî nota û perdeyên tembûrê çê kir. Dema Elî Temel li vê amûrê dixist, mîna tembûrê deng jê dihat. Temel bi lêdana vê tembûrê re gotinên strana "Vaye PKK rabû" dinivîsand û digot. Min jî ev gotin dûbare dikir. Elî Temel bi vî rengî gotinên stranê temam kir." (Mehmet Îsa Kizil)

Mîna gotinên strana "Vaye PKK rabû" ya endamê herî ciwan ê "Koma Mêrdînê ya PKK'ê" Elî Temel, dê tevgera azadiyê ya teze, li deşt û çiyan belav bibûya, kulîlkên welat sor bûya, bilbil bi gulan şa bûya.

Dema "Apoyî" nas kir xortekî 17 salî bû. Di sala 1981'ê de hat girtin û di rojên xwe yên li zîndana tarî ya Amedê de, yek ji wan kesan bû ku herî zêde serê xwe li ser Kurdî diêşand. Li gel Ferhat Kûrtal di koxûşa 33'an a navdar de dima. Di şeva 18'ê Gulana 1982'n de dema Kûrtay û sê hevalên wî bedena xwe dan ber agir, ew jî li wir bû. Ji wê rojê û pê ve li hin cihan gotinên helbestan dinivîsand, navê helbestê jî AMED bû: "Tu nabê kanî / Ferhat ê dev li ken / Eşref ê dilbirîn / Mahmûd ê çavreş / Û Necmiyê dilgeş / Ewana jî / Di heyştê û duduyan / Li sih û sisiyan / Di nav êgir de / Qerejdax bûne hembêz / Hestiyên wan / Canê wan / Fikrê serê wan / Ji ber evîna te / Pev keliyan / Çima tu napirsî / Li Kemalê çavreş / Xeyriyê dil zelal / Akîfê bêmal / Û Eliyê dilmertal / Amed!"

"Civata PKK'ê weke mala xwe didît, weke zarokê vê malê bû. Dibeziya her karî, bi dîsîplîn bû. Bi aheng bû. Mîna xwe bû, bi qasî ciwanbûyîna xwe, ewçend jî zane bû. Jê dihat hezkirin. Ji dil bû. Ne ew mirovên ku bi şaşitî tevli me bûbû. PKK ji bo wî bijarteyek, daxwazek bû. Timî bi Kurdî re mijûl dibû, helbest dinivîsand, stran çê dikir." (Mûzaffer Ayata)

"Piştî berxwedana 9'ê Sibata 1988'an yekemcar ji girtîgehê re tembûr hatibû şandin û wî, berî ku bikeve girtîgeh tembûr dîtibû. Dema hatim girtin û ez birin Koxûşa 15. min tembûra li dîwêr dît û vê hezkirina muzîkê, hevalê Elî û min hîn bêtir nêzî hev kir. Bûyer û pêşveçûnên li derve, mîna li hundir diqewimin, vediguherîn berheman." (Celal Ekîn)

LI STENBOLÊ ROJÊN 'ŞITLA AZADÎ

Elî Temel di sala 1990 de ji girtîgehê bi gelek helbest û stranan derket: "Xwişka Zozan", "Deşta Bismilê", "Şitla Azadî", "Rozerîn", "Bûka Kurdan" û "Keçika Dersimê". Dîroka Kurdistanê êdî ji "90'an" destpê kiribû, salên germ ên azadiyê serxweş kirine. Mîna ku beriya bi salan nivîsandibû, dema vebûna kulîlkên welatê wî hatibû û êdî dem dema şabûna bilbilan bû. Elî Temel bi muzîk û stranên xwe re, xwe li salên 90 girt û bêguman hingî nizanîbû ew pêngaveke girîng a mûzîka Kurd e.

"Di destpêka sala 1991'ê de li Stenbolê min Elî Temel dît, çalakiyeke ÎHD'ê hebû. Ya rast, ew çalakî yekemîn çalakiya rêxistinbûyî ya rêxistinbûyîna siyasî ya Kurd bû. Hevalê Elî li wê derê helbesta Amed xwend û ez gelekî ketim bin bandora wê. Me jî weke kom, nû dest bi xebatên xwe kiribûn. Me di wê çalakiyê de hev du nas kirin û me jê re gotin ku em dixwazin xebatên xwe pê re parve bikin. Me ew vexwend Komeleya Nermikaniyan a Meletiyan kir, ku me xebatên xwe li wir dimeşand. Piştî rojekê em hatin cem hev û me demeke dirêj sohbet kirin.

Wê demê, xebatên çand û hunera Kurd ên li Stenbolê birêxistin dibû. Em jî di nava vî karî de bûn, me biryar dan ku em bi hev re xebateke hevpar bimeşînin. Û li ser vê bingehê me biryar da xebatên xwe weke Koma Çiya bimeşînin. Bi vebûna Navenda Çandê ya Mezopotamyayê re, me xebatên xwe birin vê derê." (Endamê Koma Çiya hunermend Genim"

Albuma yekemîn di sala 1991'ê de bi helbestên Elî Temel re di bin navê "Rozgerîn" derket. Rozerîn bû mûzîka fona Berxwedanê, Newroz û Serhildanan. Album mîna gotinên destpêkê yên çîroka azadiyê bû. Kurdî jî toza li ser xwe ya ji ber salên qedexe ji ser xwe avêtibû; xwe gihandibû qadan, bi milyonan mirovan. Di nava albumê de hinekî berxwedana Amedê, hinekî meşa Botanê ya gerîla ku nû destpê kiribû, hinekî jinên berxwedêr ên Dêrsimê û "Şitla Azadiyê" hebû.

Gotin û stran a wî ye: "Şitla Azadiyê, wê her bijî, di nav dilê Kurdan de bijî". Digot, Birc cîgera diyarbekir bi Zekiye reng vedikir, Şitla azadiyê her bijî di nava dilê Kurdand e bijî.

"Elî Temel rastiya welêt, bi hestên xwe diniqutand û dikir awaz. Helbestên xwe li girtîgehê, di wê rewşa hovîtiyê de nivîsand û bi hevalên xwe re parve kir. Tevî şert û mercên giran û bê derfetiyê jî gihand gel, di çalakî, dawetên welatparêzan û organîzasyonan de anî ziman. Di karê damezrandina Navenda Çandê ya Mezopotamya de cih girt û demekê li rojnameya Ozgur Ulkeyê xebitî. Ez xwe bi şens dibînim, ku demeke kurt be jî li gel wî me dik û jiyan bi heman hestan, bi heman awaza têkoşînê parve kirin." (Endamê Koma Çiya hunermend Genim)

'GIRÊ SERGO'

Di sala 1992'an de dema ji bo bibe gerîla ket ser rê, pênûs û tenbûra xwe jî li gel xwe bir. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz, di "Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê" de bi tembûra xwe derket pêşberî namzetên ciwan ên gerîla û dema derket ser dika biçûk a li koşeyeke li kampê, mirovê herî kêfxweş bû. "Keçika Dêrsimê" bi dengê xwe got...

Piştî perwerdeya leşkerî, li axa lê ji dayikbûye li Mêrdînê weke gerîlayekî vegeriya. Elî Temel li wê derê jî pênûs û tembûra xwe neterikand. Gerîlatî bi wê Kurdiya xwe ya zelal veguherand helbestan, bi skêçan jî rûyê hevalên xwe kenand. Di 13'ê Tîrmeha 1994'an de li çoltera Şemrexê di encama operasyona ji ber îxbarekê de li şikefta tê de bû birîndar bû. Temel, ji bo nekeve destê dijmin bombeya di destê xwe de teqand û dawî li jiyana xwe anî. Leşkeran ew bedena wî şewitandin û dûre li Girê Sergo veşartin.

PIŞTÎ 30 SALAN DÊ XWE BIGIHÊJÎNE FERHAT!

Malbata wî ji bo xwe bigihîne girtîgehê bi salan têkoşîna huqûqî meşand, ti cih, ti rayedar nehişt ku serî lê neda. Taliyê piştî bi salan, di kolandina li Girê Sergo de şopa wî hat dîtin û piştî 19 salan di 2'ê Cotmeha 2013'an de hestiyên wî hatin dîtin. Hestiyên ku tê gotin ê Elî Temel û Elî Kevcî yê di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo testa DNA li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tê lêkolînkirin.

Malbata wî jî, ji bo cenazeyê Temele li cem Ferhat Kûrtay li Qoserê veşêre, dest bi amadekariyan kir. Dibe ku her du hevalên berê, hemşerî, mamoste û xwendekarê Kurdî yên zîndana Amedê dê piştî 30 salan bigihêjin hev û ev roja ku her du li gel hev razê dê "Şitla Azadiyê" jî hinekî din jî şîn bibe...

Çavkanî::

1- Vegotinên endamê Koma Çiya hunermend Genîm û siyasetmedar-nivîskar Mûzaffer Ayata yên ji bo ANF'ê.

2- Vegotina Elî Temel, Celal Ekîn, 13 Tîrmeh 2013, Yenî Ozgur Polîtîka

3- Hevpeyvîna li gel Îsa Kizil, DÎHA, 15 Tebax 2012.

3- Rojnameya Serxwebûn, Kanûn 1995