Temel ji alî 10 hezaran ve hat oxirkirin
16:00 03.11.2013 1 / 17 ÊLIH (DÎHA) - Ozcan Temelê ku hat îddîakirin ji alî endamên HUDA PAR'ê hatiye qetilkirin, ji alî 10 hezar welatî ve li Elîhê hat oxirkirin. Hevseroka Giştiyê BDP'ê Gultan Kişanak di merasimê de wiha got: "Xwina hevalê me Ozcan di situyê HUDA PAR'de ye. Erişkaran xwestiye ku belavokên vê partiyê bi çekan belav bikin. Heta kujer neyên ronîkirin berpirsiyar HUDA PAR e."
Cenazeyê Ozcan Temel ê ku duh bi şev hat îddiakirin ku ji alî endamên HUDA PAR'ê ve hatiye qetilkirin, li tesisa Bardakçilarê ji ali zêdeyî 10 hezar kesan ve hat pêşwazîkirin. Cenaze ji alî bi sedan wesayit ve anîn goristana Taxa Petrolê yê ku li ser riya Heskêfê ye. Welatiyên ku ji wesayîtan daketin, darbesta bi alên PKK'ê hatiye pêçan danîn ser milan û meşiyan Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên KCK hatin vekirin. Hewseroka Giştiyê BDP'ê Gultan Kişanak, Parlementerên BDP'ê jî di merasîma cenazede cih girtin. Welatiyan di merasîmê de diruşmên "Kujer HUDA PAR", "Kujer Hizbullah", "Şehît namirin" berz kirin.
Piştî cenazeyê Temel hat definkirin Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku ev kuştinek bi plan û organîze ye û wiha got: "Em di seri de rahma xwedê li hevalê xwe Ozcan dikin, ji xizm, malbat û hemû heval û dostên wî re sersaxiyê dixwazin. Em êşek mezin dijîn. Ev canî û hovîtî ye. Em kujeran lanet dikin. Ev ne bûyerek ji rêzê û asayî ye. Ev bi piştgiriya derdorên cuda pêk hatiye. Şahid û delîl vê yekê aşkere dikin.
'Li ser navê dewleta kur ev cînayet pêk hatiye'
Kişanak, da zanîn ku ew wate û peyama vê yekê baş zanîn û wiha berdewam kir. Li Rojava di bin navê olê îslamê de kuştinan dikin. Ev hemû bûyer ji hev ne cuda ne. Mixabin olê me ji berjewendiyên xwe yên qirêj re bikar tînin. Lê gelê me ev polîtikayên qirêj bi berxwedana xwe pûç kiriye. Ev bûyer bi destê tetîkêşen dewleta kur ên li Kurdistanê pêk hatiye. Em vê yekê wekî cînayeta kur û bi destê dewleta kûr pêk hatiye dinirxînin.
'Xwîna hevalê me Ozcan li HUDA PAR'ê ketiye'
Kişanak, diyar kir ku xwîna hevalê wan Ozcan li HUDA PAR'ê ketiye û koma êrîşkar bi zora çekan a HUDA PAR'ê belavok belav kirine. Kişanak, anî ziman ku heta HUDA PAR kujeran ronî bike û aşeker neke dê perpirsiyarê vê kuşitnê ew be. Kişanak, da zanîn ku diliya hikûmetê jî di nava vê bûyerê de heye û wiha got "hefteyek berê ev kom bi Serokwezîr Erdogan re hatin cem hev. Ji ber vêyekê divê hikûmeta AKP'ê vê yekê zelal bike. Bila her kes zanibe ku dîwarê tirsê tune.
Piştre birayê Ozcan Temel Fahrettin Temel jî axivî û destnîşan kir ku dê li şehîdên xwe xwedî derevin.
(mç/mae)