1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tendrustiya Çalakvanan ne baş e!
Tendrustiya Çalakvanan ne baş e!,tendrustiya,çalakvanan,ne,baş,e

Tendrustiya Çalakvanan ne baş e!

Pirsgirêkên girtiyan ên tenduristiyê gihişte asta gelek cidî

A+ A-

Çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ket roja 40'emîn û di girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û 1-2'yemîn girtîgehên Tîpa F a Kandira yên di çalakiya greva birçîbûnê de pirsgirêkên tenduristiyê dest pê kirin. Di nav girtiyan de xwîn daverivandinê, êşa mede û ser êşê dest pê kir. Girtiyê edîl yê bi navê Murat Çelîktepe yê ku bi armanca piştgiriyê bide çalakiya girtiyên siyasî pirsgirêkên cidî dijî û ji girtiyê bi navê Muhammed Mahmo yê ji Suriyeyê û 39 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ye tu agahî jê nayên girtin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di 12'ê îlonê de dest pê kir ket roja 40'emîn û pirsgirêkên teduristî yên gelek cidî dest pê dikin. Parêzerên bi navê Gulîzar Tuncer, Ramazan Demîr, Sînan Zîncîr, Îzzet Kiliç û Cem Gok li ser navê ÎHD'ê ji TTB'ê, rêxistinên navneteweyî yên tenduristiyê, TBMM'ê, Parlementoya Ewropa, Wezarata Tenduristiyê û Serokwezîriyê re têkildarî rewşa tenduristiyê ya girtian re rapor amade kirin.

Di raporê de wiha tê gotin:

"Hemû girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê pirsgirêka xevê dijîn û ji girtiyan Nurcan Can de alerjiyê dest pê kir. Di çavên wan de reş û şînbûn û pirsgirêkên têgihînê dijîn. Semra Tekîn, di nav rojê de ji ber bêhal dibe dikev û pirsgirêka xevê dijî. Hanim Çelîk, li gel heman pirsgirêkan pirsgirêka têgihînê dijî. Çîmen Turk jî di tiliyên wê de reş û şînbûnê dest pê kirin û ligel pirsgirêka xevê di dilê wê de pirsgirêk heye. Di medeyê wê de êşê dest pê kir. Canan Guler jî serê wê dest bi êşanê kir û di riyên îdrarê de pirsgirêkan dijî.

Revîra girtîgehê rapor neda

Girtiyên li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dest bi çalakiyê kirin jî pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Girtiyê bi navê Hakan Yalçinkaya yê ku di greva birçîbûnê de jî di rojên dawî de pirsgirêkên tenduristiyê yên weke êşa mede û ser êşê dijî. Di 3 rojên dawî de gelek bêhal de be û xumam dikev ser çawên wî. Mahmut Gucîn tansiyona wî dikeve û gelek di westiyê û hestiyên wî di êşin. Gucîn, ligel ku di roja 28'an de pirsgirêkên xwe vegotin jî bi zorê birin dadgehê û revîra girtîgehê rapor nedayê.

Bêhaliyê dijî

Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Bagcilarê Cevdet Alîm, goştê diranênwî îltîhabê girtin û pirsgirêka wê dijî. Fehmî Aslan ligel heman pirsgirêka tenduristiyê pirsgirêkên din ên tenduristiyê dij. Îbrahîm Aykurt, ji ber hefteyek gelek bêhal e serê wî gelek diêşe. Nîhat Baran, ligel heman pirsgirêkan di ditînê de pirsirêkan dij. Di movikên milan û parsuyan de gelek êşê dij û pirsgirêka xevê dijî. Di nava rojê de incax 4 saetan dikare rabike û êdî vexwarinan jî nikare vebixwe. Her tim pirsgirêka lerizînê dijî. Necat Sacî, ligel heman pirsgirêkan, pirsgirêka dîtinê û tansiyonê diji. Aydın Tunç, ligel heman pirsgirêkan bêhaltî û westiyan di astekî gelek jor de ye. Rojnameger Omer Faruk Çalişkan, heman pirsgirêkan dijî. Yusuf Keskîn jî heman pirsgirêkan dijî.

Girtiyê bi navê Murat Çelîktepe yê edî yê ku li heman girtîgehê bi ramanca piştgiriyê bide çalakiya girtiyên siyasî jî pirsgirêkên gelek cidî yên bêhatiyê dijî.

Di tif û îdrarê de xwînbûn

Girtiyê bi navê Şeyhmus Oncel ê ku li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dema ku çû destşoyê û hewcehiya xwe dît xwînbûn di îdrara wî de çêbû. Oncel pirsgirêka mede dij. û ligel ser êşanê tansiyona wî jî dikeve. Şevê ji ber ronahiyê çavên wî dişewitin. Emrah Kaplan, şavên wî tarî dibin û ji ronahiyê nerehet dibe. Erol Şen, dema ku serê sibê tif dike xwîn derdikev. 10 kîlo winda kirin. Ersîn Yolu û Yasîn Yilmaz jî diyar kirin ku moral û tenduristiya wan gelek baş e. Nazmî Dogan zeyîf dibe. Suphî Yalçinkaya heman pirsgirêkên tenduristiyê dijî û Abdullah Ruzgar jî pirsgirêka ser êşanê dijî.

39 rojin tu agahî jê nayên girtin

Girtiyê bi navê Muhammed Mahmo ê ku hemwelatiyê Suriyeyê jî ji ber girtiyê polîtîke destûr nedan bi parêzeran re hevdîtinê bike. Mahmo 39 rojin di çalakiyê de û têkildarî rewşa wî de tu agahî nayên bi dest xistin.

(bd/mae)