1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tenê firinek ji gelê Kobanê re nan dipêje
Tenê firinek ji gelê Kobanê re nan dipêje,tenê,firinek,ji,gelê,kobanê,re,nan,dipêje

Tenê firinek ji gelê Kobanê re nan dipêje

A+ A-

ÎSMAÎL ESKÎN

KOBANÊ (DÎHA) - Kantona Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dorpêçkirin û li Kobanê tenê firineke nan heye û ji bo pêwendiyên gel ya nan bîne cih, 24 saetan dixebite û rojê 300 hezar nan dibêjin. Berpirsyarê firinê Îbrahîm Salih anî ziman ku li hember ambargoyê genim dibînin, li aş dihêrin û dixwazin bi ambargoyê ve gel koçber bibin.

Çeteyên DAIŞ'ê bênavber êrîşî Kantona Kobanê dikin û gel di her qada jiyanê de li hember êrîş, ambargo û dorpêçkirinê li ber xwe didin. Li Kantonê ceyran nîne, ava vexwarinê ji bîran tê derxistin, gelek caran pirsgirêka xwarinê derdikeve, lê gel bi piştevaniyê van pirsgirêkan çareser dikin. Li Kantona Kobanê tenê firinek pêwendiyên nan, ya gel tîne cih. Gelê Kobanê genim dikirin, piştre li aşekî ku salek berê hatiye çêkirin, dihêrin, dixin çewalan û tînin firinê. Firin bi jeneratorên mezin dixebite û rojê 40 ton nan tê petin. Nanê ku tê petin dixin poşetan û ji gel re belav dikin. Ji roja destpêka şoreşê heta niha di vê firinê de ji gel re nan dipêjînin û firin 24 saetan dixebite û 300 hezar nan dipêjînin.

'Bi petina nan Kobanê diparêzin'

Berpirsyarê firinê Îbrahîm Salih anî ziman ku 2 sal in ev firin dixebite, ev firin ji bo gel pir girîng e û wiha got: "Nahêlin genim û ard bigihêje cem me. Lê rêveberiya Kantonê ji bo firin bixebite ketin nav hewldanên mezin. Ji bo firinê makîne, nift, ard, xoyê û gelek melzemeyên din anîn. Aşekî pir kevn hat xebitandin, li wir genim dihêrin û tînin vir." Salih bilêv kir ku ji bo gel bênan nemîne hewl didin, ji bo gelek kesan meya tiştekî ji rêzê ye, lê ji bo dîtina meya jî gelek zehmetî dikişînin û wiha pê de çû: "Me nehişt gel bênan bimîne. 98 kedkar bi du vardiyayan, 24 saetan dixebitin û kedeke mezin didin. Ev du sal in tenê rojekê jî firin ranewestiya. Kedkar bi petina nan Kobanê diparêzin. Heta niha kesek birçî nema, em hewl didin stokên xwe vala nehêlin."

Ji şervanan re nan dipêjin

Salih da zanîn ku nanê ku tê petin, dixin poşetan, di her poşetekî de 12 nan hene û rojê 23 hezar poşet tê amadekirin û tenê pêwistiya navenda kantonê ya nan naynin cih, her wiha pêwistiya nan ya gundên derdorê jî tînin cih. Salih diyar kir ku berê li ber firinan, gel diketin rêzê, lê bi pergala ku pêşxistin ve pêşî li vê girtin û wiha got: "Li gorî pergala nû, em nan dibin taxan û malan. Ji bo vê yekê wesayît hatin dîtin û ji bo belavkirina nan hinek kes hatin peywirdarkirin. Salih destnîşan kir ku, li hember êrişên çeteyan di şert û mercên zehmet de genim dibînin û ji şervanên YPG û YPJ'ê û hêzên mîlîs re jî nan dibin, neçar bêqusur berpirsyariya xwe bînin cih û wiha got: "Em bi ruhê seferberiyê, ji hêzên xwe yên parastinêre nan digihînin. Bi vî rengî piştirî didin, şervanên ku Kantonê diparêzin."

(ça)