´Tenê navê OYM'e hate guhertin´
Seroka Baroya Îzmirê Sema Pekdaş: Tenê nav hatiye guhertin encam nayê guhertin
FERHAT ÇELİK/DENİZ TEKİN Seroka Baroya Îzmirê Sema Pekdaş, guhertina navê Dadgehên Bi Rayeya Taybet (OYM) rexne kir û anî ziman ku ji ber tenê nav hatiye guhertin encam nayê guhertin. Pekdaş, anî ziman ku her çend nav hatibe guhrtin jî dîsa xala CMK'ê ya 250'en nehatiye guhertin û Xala 10'an a Zagona Têkoşîna bi Terorê re (TMK) rê li pêşiya darizandinek firehtir hatiye vekirin.
Seroka Baroya Îzmirê Sema Pekdaş, der barê guhertina navê Dadgehên Bi Rayeya Taybet (OYM) rexne û fikarên xwe anîn ziman. Pekdaş, anî ziman ku tenê bi guhertina navan tiştek nayê guhertin û xwest berî her tiştî naverok bê guhertin. Pektaş, nerînên xwe bi ajansa me DÎHA re parve kir û wiha got: "Xalên CMK'ê yên 250, 251 û 252'an û peve girêdayî Dadgeha Bi Rayeya Taybet" li dijî darizandina demokratîk û hiqûqî ye. Li Tirkiyeyê darizandina li OYM'yan pirsgireka herî sereke û girîng e. Hikumeta AKP'ê şev nîvê şevê bi daxwazekê û hêza parlementerê xwe navê OYM'ê guhert û li şûna wê Dadgehên Cezayên Giran ên Herêmî danî. Lê naverok nehatiye guhertin. Tenê nav hatiye guhertin." Pekdaş, destnişan kir ku hikûmet dibêje her tiştî ez dizanim û her tiştî ez baş çêdikim û ji ber vê yekê her tiştî li gorî xwe çê dike. Li ser navê heza parastina rewa partiya xwe bi hêz dike, lê partiyên din bê hêz dihêle. Zagonên ku azadiya mirovan eleqeder dike şev nîvê şevê nayê guhertin. Divê hin zagon û xal bi civakê re bên parvkirin û nerînê her kesî bên girtin.
'Dadgehên Cezayên Giran ên Herêmî dê bişibin OYM'lê'
Seroka Baroyê Îzmîre Sema Pektaş, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê bi guhertinên şekil dixwaza cemaweriyê şaş agahdar bike û wiha got: "AKP'ê bi guhertinê OYM ranekirin. tenê navê OYM'ê hate guhertin. Bi rêya maqjajê dixwaze hin tiştan cuda bide xuyakirin. Lê divê her tişt li gorî hiqûqê bê guhertin. Dadgehên Cezayên Giran ên Herêmî dê bişibin OYM'ê. Çawa ku DGM û OYM yek bûn ev Dadgehên herêmî jî dê bişibin yên berê.
'Her dişt dê di çarçoveya terorê de bên nirxandin'
Pektaş, bilêv kir ku heta xala CMK ya 250'an neyê guhertin pêşketin pêk nayên. Pektaş, da zanîn ku bi zêdekirina xala TMK'ê ya 10'emîn dîsa sînor û çarçoveya darizandinê firehtir bûye û ev yek wan dixe nava fikaran û wiha got: "Bi vê guhertinê li şûna başkirinê bêtir xerab bûne. Dê bêtir sînorê darizandina kesan bê firehkirin. Bê bêtir kes di çarçoveya terorê de bên darizandin û cezakirin. Ev fikaran zêde dike. Hemû muxalefeta civakî dê di sînorê terorê de bê nirxandin.
'Divê Serokomar vê guhertinê vedo bike'
Pektaş, xwest hemû sazî û dezgehên hiqûq û darazê li hev kom bibin û li gorî pîvan û qaîdeyên hiqûq û demorasiyê guhertin pêk bên û xwest Serokomar vê guhertinê veto bike.
(mae)