1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Tenê PDK ji nakokiyên li ser sînorê Rojava berpirs e"
"Tenê PDK ji nakokiyên li ser sînorê Rojava berpirs e",tenê,pdk,ji,nakokiyên,li,ser,sînorê,rojava,berpirs,e

"Tenê PDK ji nakokiyên li ser sînorê Rojava berpirs e"

A+ A-

08:36 11.04.2014

MİHEMED ORHAN

HEWLÊR (DÎHA) – Parlamenterê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) yê parlamentoya Herêma Kurdistanê Salar Mehmûd diyar kir ku kolandina xendekan a li ser sînorê Rojava û Herêma Kurdistanê tenê di xizmeta Tirkiye û dijminên gelê Kurdistanê de ye. Salar Mehmûd anî ziman ku ew siyaseta tenê ya PDK’ê ye û ne helwesta partî û gelê kurd ê li Herêma Kurdistanê ye.

Parlamenterê YNK’ê li parlamentoya Herêma Kurdistanê Salar Mehmûd derbarê kolandina xendekan di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de ji DÎHA’yê re axivî. Salar Mehmûd wiha got: “Azadiya rojavayê Kurdistanê derfetekî mezin e ji bo Herêma Kurdistanê. Pêwîste peywendiyên navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de bihêz bin. Divê ev peywendî ji peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê, Sûriye, Iraq an jî Îranê bihêztir bin. Ji ber em dû herêm, lê yek welat in. Siyaseta ne rast wisa kiriye ku ev sînor werin dayîn.”

Ev ne siyaseta Herêma Kurdistanê ye

Salar Mehmûd destnîşan kir ku ew siyaset tenê ya PDK’ê ye û wiha pêdeçû: “Siyaseta ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li hemberî sînorê Rojava heyî, tenê siyaseta PDK’ê ye. Ne siyaseta gelê başûr û Kurdistanê ye. Vîna gelê kurd bi rêya parlamentoya Kurdistanê ve peywendiyekî nîştîmanî û netewî ligel rojava dikare were nîşan dan. Gelê me piştgiriya Rojava dike û em dixwazin ew sînor were rakirin. Peywendiyên aborî, civakî, rewşenbîrî û nîştîmanî ewqas bihêz bibe ku sînor bi temamî nemîne. Berjewendiyên siyasî û hizbî wisa kiriye ku ev pirsgirêkên li ser sînor dirûst dibin û tenê PDK jê berpirsyar e. Ew ne siyaseta gelê Kurdistanê ye û gel şermezar dike.” Parlamenterê YNK’ê da zanîn ku alozkirina peywendiyên navbera Başûr û Rojava de di xizmeta Tirkiyê de ye û ev tişt got: “Alozkirina peywendiyên navbera Rojava û Başûr an jî xirabkirina peywendiyan, raste rast xizmeta dewleta Tirkiyê dike. Xizmeta siyaseta dagirkerên Kurdistanê dike. Dewleta Tirkiyê naxwaze peywendiyên navbera Rojava û Başûr bihêz bibe. Ji ber bihêzbûna peywendiyên navbera Herêma Rojava û Herêma Kurdistanê, wê bandorê li ser dewleta Tirkiyê çêdike. Dewleta Tirkiyê jî dizane ev tê çi wateyê, lewra hewl dide peywendiyên navbera Rojava û Başûr de xirab bibe.”

Mehmûd wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Divê em weke gelê Kurdistanê xebatê ji bo wê yekê bikin ku dilê dijminan bi van aloziyan xweş nebe. Ev rewşa niha di navbera Rojava û Başûr de heye, di pileya yekemîn de di xizmeta Tirkiyê de ye. Ti hêzekî siyasî ya Kurdistanê bi bername xizmeta vê siyasetê nake, lê ev reftar dikeve xizmeta dewlata Tirkiyê de.” Divê PDK hişyar be."

Parlamenter Salar Mehmûd bilêv kir ku divê PDK hişyar be û wiha got: “Pêwîste PDK di vê mijarê de pir hişyar be. Hemû karînên hikûmeta Herêma Kurdistanê û gel ji bo berjewendiyên Rojava bikarbîne. Divê em ligel wan bibin alîkar, ji bo ji rûbirûbûna ligel DAİŞ, Cebhet el-Nûsra û aliyên din ên dijberê gelê kurd biparêzin. Em piştgiriya ciwanên xwe yên li Rojava dikin. Em silav li pêşmergeyên qehreman ên li Rojava dikin. Divê aliyên siyasî yên Rojava jî bi giyanî berpirsyartiyê tevbigerin. Yekrêziya di navbera aliyên siyasî yên Rojava de serkeftina wan mîsoger dike.”

Emê hewl bidin kantonên Rojava werin nasandin

Parlamenterê YNK’ê yê parlamentoya Herêma Kurdistanê Salar Mehmûd bal kişand kişand ser daxuyaniyên PDK’ê yên bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê tê dayîn û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Gelek caran siyaseta hizbî bi navê hikûmet û vîna gelê Kurdistanê tê nîşan dan. Ev tenê siyaseta aliyekê ye. Em weke parlamenterên YNK’ê, çi dema rûniştinên parlamentoya Kurdistanê dest pê kirin; emê hewl bidin ku rûniştinekî taybet were lidarxistin û ji bo bi awayekî fermî kantonên li Rojava werin nasandin.”

(mo/mae)