1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Tenê rêya berxwedan heye"
"Tenê rêya berxwedan heye",tenê,rêya,berxwedan,heye

"Tenê rêya berxwedan heye"

Karayilan : Li pêşiya Kurdan tenê rêya berxwedan heye

A+ A-

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ; “Ll i hemberî vê siyaseta dagirkeriya Tirkiyeyê ya bi şîdet, kuştin, êşkence û zextê yek rê berxwedan e” û got ku “Ger DYA piştevaniya Tirkiyeyê neke, dê Tirkiye neçar bimîne pirsgirêka Kurd çareser bike.” Karayilan ji bo xebatên kofernasa netewî ya Kurdan jî bang li hemû Kurdan kir û diyar kir ku ev dem ji bo konferansê guncaw e.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di beşa dawî ya hevpeyvîna ligel Rûdawê de got; “Li hemberî vê siyaseta dagirkeriya Tirkiyeyê ya bi şîdet, kuştin, êşkence û zextê yek rê berxwedan e. Em li ber xwe bidin em ê biser bikevin.” Her wiha, Karayilan diyar kir ku ew zêde cûdahî naxin navbera sîstema federal û xweseriyê jî û diyar kir ku AKP her tim dibêje “Piraniya Kurdan bi min re ne” û got; “Ger wisa be, bila kerem bike em referandûm bikin.”

‘EM ZÊDE CÛDAÎ NAXIN NAVBERA XWESERÎ Û FEDERALTIYÊ DE”

Karayilan der barê pêşniyara Leyla Zana ya ji bo referandûma di nava Kurdan de got ; “Bi esasî niha em di navbera xweseriya demokratîk û federaliyê de ciyawaziyeke pir mezin nabînin. Rast e sîstemek cuda ye, lê em di aliyê azadbûna civakê de ciyawaziyeke mezin nabînin. Mesele ew e ku Dewleta Tirkiyeyê fêm bike ku êdî netewe-dewlet û di yek navendê de bi şêwazekî navendî rêvebirina welatan dema xwe tê bihurandin. Êdî li ser rûyê erdê sîstemên rêveberiyên herêmî pêş dikevin.”

Karayilan bal kişand ku AKP gelek caran dibêje ku ‘piraniya Kurdan bi min re ye’ û dibe li hin bajarên ku jimara Kurdan lê kêm ev yek wiha be, lê ne rast dibêje. Karayilan got ; “Madem wisa ye, kerem bikin, em referandûm li dar bixin.”

Karayilan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku nêzî 6 mehane berdewam dike û got ; “Tecrît, êşkenceya psîkolojîk e. Heta cezayên nû dane Serokatiya me. Ango hucre di hundirê hucre de. Hinek cezayên kevin hebûn, niha ew jî xistine rojevê. Vana zext dikin û ev tecrît û ev zext di huqûqê Tirkiyeyê de cihê xwe nîne; di nav hiqûqa gerdûnî de jî cihê xwe nîne. Girtiyek mafê xwe yê hevdîtina bi malbata xwe re, bi parêzerên xwe re bike, heye. Lê di vê mijarê de Dewleta Tirkiyeyê bi şêwazekî fermî huqûqê navnetewî, huqûqê xwe yê netewî binpê dike.”

LI BAKÛRÊ KURDISTANÊ REWŞEK AWERTE HEYE

Karayilan diyar kir ku daxwaziya wan a esasî ew e ku şoreşa gelê Kurd tesfiye bikin, gelê Kurd lewaz bikin û teslîm bigirin û bal kişand ku li hemberî Kurdan êrişeke mezin heye. Karayilan got; “Di Bakurê Kurdistanê de niha şert û mercên asayî nîn in; şert û mercên awarte ne. Di rejîmên leşkerî de jî di vê asta de zulim nîne. Zilmek tê kirin. Li Îmralî zilm heye. Li kolanên Kurdistanê, gundên Kurdistanê, li bajarên Kurdistanê zulim heye. Aşkere însanan bê sûc û bê sedem dikujin, bê sûc û bê sedem dikin zîndanê. Ev ne zilm e, belê çi ye? Zilma herî mezin jî tabî niha li Îmralî ye. Lê em bawerin li hemberî vê zilmê ne li Îmralî, ne li kolanên Kurdistanê, ne jî li çiyayên Kurdistanê em tewîz nadin, emê liberxwe bidin û emê biser bikevin. Jixwe heya niha berxwedana Serokatiya me, berxwedaniya tevgera me, berxwedaniya gelê me û berxwedaniya siyaseta Kurd hevdû temam dike. Ev hîn zêde rejîma AKP’ê ditirsîne. Ew jî êrîşên xwe xurt dikin, lê bes berxwedana me her biçe wê pêşve herê û em bi hêvî û bawerîne ku biser bikevê.”

Karayilan bal kişand ser daxuyaniya Alîkarê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo çareseriyê PKK û Ocalan destnîşan kiribû û got; “Bi taybetî birêz Nêçîrvan Barzanî jî di ragihandinekê de ev anîbû ziman ku çareserî bi Ocalan û PKK’ê dibe. Jixwe heqîqet jî wisa ye. Ev tespît watedar in û rast in. Jixwe di pirsgirêka Kurd de çareserî encex wilo bibe.

Karayilan destnîşan kir ku tenê rêyek li pêşiya wan heye û got; “Li hemberî vê siyaseta dagirkeriya Tirkiyeyê ya bi şîdet, kuştin, êşkence û zextê yek rê berxwedan e. Em li ber xwe bidin em ê biser bikevin; wekî din tenezul, sistî wê ji sedî sed cesaretê bide dewletê û tu caran wê çareserî çênebe. Lê ku berxwedana gelê me bi giştî biser bikeve, her biçe xurt bibe wê çaxê mecbûr in ku ew jî vê heqîqetê bibînin û êdî qebûl bikin.”

‘GER DYA Û EWROPA PIŞTGIRÎ NEDIN TIRKIYEYÊ, PIRSGIRÊKA KUR ÇARESER BIBE’

Karayilan got ku çavkaniya pirsgirêka Kurd esas bi xwe Rojava ye ango Amerîka û Ewropa ye û wiha domand; “Heya niha ne Amerîka, ne jî rexmê pir diaxive Ewropa ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd siyaseteke cidî nemeşandine” û wiha domand; “Tevgera me, tevgereke ku mafê Kurdan ê xwezayî dixwaze. Ne teror e. Em mafê ziman dixwazin, mafê çandî, siyasî dixwazin.”

Karayilan diyar kir ku di rastî de çareserkirina pirsgirêkê di destê wan de ye û wiha berdewam kir ; “Ew piştevaniya Tirkiyeyê nekin, Tirkiye mecbûre çareseriyê qebûl bike. Bila niha Amerîka piştevaniya Tirkiyeyê neke, Tirkiye nikare li hemberî me şer bike. Tirkiye bi teknolojiya Amerîka û bi îstîxbarata Amerîka niha li dijî me şer dikê û ji ber piştevaniya Amerîka van helwestên tûj, dijwar, şovenîst û nijadperest pêş dixe.”

Karayilan diyar kir ku DYA pirsgirêka Kurdan li Bakûr weke “teror”ê dibîne û got; “Li Bakur jixwe mafê gelê Kurd ê xwezayî jî nabîne, dibêjê teror e! Ango neheqiyekê li me dikin. Amerîka jî, Ewropa jî di meseleya Kurd de neheq in. Ev pirsgirêk di Peymana Lozanê de wana çêkir. Belkî wê çaxê rola Amerîka têde tune bû, lê Ewropa çêkir. Îro jî divê vê meseleyê dîsa ew çareser bikin û gelek tişt di destê wan de ye; ku ew helwesteke durist pêşbixin wê pirsgirêka Kurd çareser bibe.”

Karayilan bang li DYA û Ewropayê kir ku dest ji piştgiriya Tirkiyeyê û qetilkirina Kurdan berdin û got, “ Ji terora Dewleta Tirkiyeyê ya li ser Kurdan re piştevaniyê nekin.” Karayilan got; “Dibêjin, “Tirkiye li dijî Îranê bi me re ye û em bi Tirkiyeyê re ne.” Tirkiye jî dibêjê, “Bi we re şertê min ev e ku di pirsgirêka Kurd de hûnê li pişt min bin”. Ew jî qebûl dikin. Ango ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî gelê Kurd dikin qurban. Divê êdî dev ji vê siyaseta xwe berdin. Dest ji vê siyaseta xwe ya ku Kurdan dikin qurban berdin. Bes e êdî! Madem hûn ewqas behsa azadî û demokrasiyê dikin, bizanin ev azadî û demokrasî hinekê ji bo Kurdan jî lazim e.

‘HEVALÊN KEMAL BÛRKAY JI ME RE GOTIBÛN’

Karayilan der barê hatine Bûrkay de got ; “Hevalên Kemal Bûrkay PSK’ê ji me re gotin ku “Kemal Bûrkay dixwaze were welat, lê bes ne bi nasnameyeke siyasî. Dixwaze aktîf siyasetê neke; zêdetir nivîskariyê bike. Wekî kesekî asayî dixwazê vegere.” Me jî got, wilo baş e, em jêre tiştekê nabêjin. Ango me erênî dît. Lê belê piştî ku hat û şûnde axaftinên pêşxistî, bi taybetî li hemû kanalên AKP’ê yên dewletê geriya û zimanê bikar anî, hem nêzikbûnên hikûmeta AKP’ê û hem jî nêzikbûnên Bûrkay bi xwe aşkere kir ku li ser projeyekê hatiye.”

‘PROJEYA DEWLETÊ YE’

Karayilan der barê daxuyanî û vegera Kemal Bûrkay de diyar kir ku bi hezaran siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de ne û AKP dixwaze alternatîfek din jî amade bike û got; “ji van alternatîfan yek jî vaye K. Bûrkay e.” û wiha domand; “Baş e, tu li dijî yên şîdetê bi kar tînin disekinî. Ma parêzeran jî şîdet bikar aniye? Ma rojnamevanan jî şîdet bikar aniye? Ma 5 hezar siyasetmedar gişt biçek bûn? Na.”

Karayilan destnîşan kir ku hatina Bûrkay projeya dewletê ye û got; “Me hinek bang kirin, me got dest ji vê projeyê berdin. Ev mehek e hinekê bêdeng in. Ez hêvî dikim ku dest ji projeyeke wisa berdin. Ji ber ku biser nakeve. Gelê Kurd kî ked daye, kî canê xwe daye wê bi wana re be. Yên hîç kedek nedayî, hîç şehîdê xwe tune yî bi wana re nameşê. Vî gelî êdî biryarek daye. Lazime her kes ji vê re rêzdariyê raber bike.”

Karayilan got, “Em hêvî dikin ku belkî hevalên xwe, hawirdora xwe li ser rawestin, dest ji vê siyasetê berdin. Ev siyaset nagihe encamê jî. Dewletê berê tim ji bo berxwedana Kurdan bipelixînê hinek Kurd girtine gel xwe. Sedam jî heman tişt meşand. Divê tu kesekî/e Kurd nekeve vî deravî û vê qebûl neke.”

Karayilan der barê konferansa neteweyî ya Kurdan de jî ev nirxandin kir; “Em dem guncaw dibînin. Lê bes berî wê, divê mirov guftûgo pêş bixe. Hewcehî bi nîqaşê heye. Wer dixuyê ku hinek alî konferanseke netewî wekî civîneke 2-3 rojan dibînin” û wiha domand; “Hewcehî bi konferanseke netewî ya xeyala tevahî Kurdan çêbibe, wekî meclîseke netewî ava bike, heye. Mînak, wekî ya Filistîniyan ku Tevgera Rizgariya Filistînî meclîsa xwe heye. Vaye niha nû Hamas jî tevlî bû. Divê wisa daîmî be. Ango her 6 mehan carekê an jî salê carekê bicive, pirsgirêkên neteweya Kurd nîqaş bikê û bikaribê di derheqê wan de biryaran bigirê. Û ji bo biryarên girtî divê saziyeke wekî rêveberî hebe. Divê desteyeke rêveberiyê hebe ku bişopînê, lê xwedî derbikevê. Li kîjan beşî çiqas ket pratîkê, neket pratîkê divê vê bişopînê.”

BILA KOMÎTEYEK HÊZÊN PARASTINÊ JÎ HEBE

Karayilan got; “Heta em dibêjin, di derheqê hêzên parastinê de jî dikarê hinek wekî komîteyeke hevbeşiyê hebe. Em hemû siyasetên Kurd dibêjin êdî nema şerê navxweyî bibê. Ji bo ku tiştên wisa ji binî ve nebin divê di hêzên leşkerî de jî hevpeymanek hebe. Em wekî sîstemeke nû ava bikin.

Ya din, em stratejiya neteweya Kurd zelal bikin. Di kîjan şert û mercan de aştî, di kîjan şert û mercan de şer? Tabî divê em vê zelal bikin. Mijarên wisa hene. Em çareseriya pirsgirêka Kurd çawa dibînin? Divê ev jî zelal bibe. Helbet em dixwazin bi rê û rêbazên aştiyane çareser bibe. Lê mafê parastinê heye; ev maf wê di kîjan şertan de bê bikaranîn? Divê mirov vana zelal bike.”

Karayilan got, “Ji bo ev hemû di konferanseke netewî de çareser bibin, em pêwîstî bi nîqaşê dibînin” û wiha domand; “Divê di navbera siyaseta Kurd de li her çar parçeyan destpêkê pêvajoyeke nîqaşê pêş bikeve û bi van nîqaşan nêrîn hinekê nêzî hev bibin, di derheqê van mijarên sereke yên min anîn ziman de û belkî mijarên cur be cur jî hebin, biraderên din jî mijarên cur be cur bînin rojevê; di derheqê van hemû mijaran de divê nêzikbûnek çêbibe, hinek guftûgo bibin, mirov hinek amadekarî bike û wilo biçê konferansê.”

NUNERÊN DEWLETAN JÎ DIKARIN BEŞDAR BIBIN

Karayilan destnîşan kir ku divê beriya her tiştê amadekariyên wê baş were kirin û got; “Destpêkê em amadekariyê baş bikin. Nimûne em çarçoveyekê amade bikin, hem di warê teorîk, hem di warê pratîk de. Li ser wî esasî divê civîn çêbibe. Ango civîn ne li dijî çi dewletan be. Dikare eşkere be. Nûnerên dewletan jî dikarin werin lê amade bibin. Nûnerên dewletan jî dikarin werin temaşe bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo mafê gelê Kurd, ji bo aştiya herêmê tabî civîn dikarê biryaran bigire, ray pêş bixê. Lê hinek tiştên bingehîn hene. Ji bo van tiştên bingehîn hin berî civînê zelal bibin divê komîsyonên nîqaşê çêbibin. Pêşniyara me ev e. Ango divê komîsyonên nîqaşê çêbibin ku bingehê civînê bê amadekirin û li ser wî esasî konferanseke netewî bikaribe pêşbikeve û serkeftî be. Em hewcehî bi nîqaşê dibînin.

Dem demeke girîng e û guncaw e, lê belê amadekarî pêwîst e. Bi raya me konferanseke bê amadekarî wê ne serkeftî be. Ji bo ku serkeftî be divê amadekarî bilez dest pê bibin. Ev heman demê wekî bangeke me ye.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî