Tenêtiya sedsalî bi dawî bû
LONDON 18.04.2014 07:00:00 Xwediyê Xelata Wêjeyî ya Nobelê nivîskarê Kolombiyayî Gabriel Garcia Marquez, ku weke yek ji pênûsên xurtirîn ên wêjeya nûjen tê bi navkirin, li paytexta Meksîka Mexico City çavên xwe li jiyanê girt.
Mirina Marquez, ku ev demeke ji zatureyê dihat dermankirin, li cîhanê deng veda. Berdevka malbatê Fernanda Familiar, mirina nivîskarê navdar bi rêya tora parvekirina civakî Twitter ragihand.
Gabriel Garcia Marquez ku ek ji mezintirîn nûnerê tevgera weke Rastbîniya Efsûndar a Wêjeyê dihat dîtîn, di 31'ê Adarê de rakiribûn nexweşxaneyê. Li gel ava beden teşhîsa îltihaba qenalên mîzê û pişikê hatibû kirin. Marquez piştî demekê li nexweşxaneyê hat dermankirin, li dû tedawiya antîbiyotîk hatibû derxistin.
Marquez duh danê nîvro li mala xwe ya li Mexico City çavên xwe li jiyanê girt.
Piştî mirina Marquez cara yekemîn Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos daxuyaniyek da. Santos di daxuyaniya xwe de Marquez weke mezintirîn Kolombiyayiyê heta roja îro binav kir.
Serokê DYA Barack Obama jî diyar kir ku wan yek ji mezintirîn nivîskarê vîzyoner ê cîhanê winda kirine û anî ziman ku ji ciwantiya wî û vir ve Marquez yek ji nivîskarên herî zêde ew jê hez dike ye.
Serokdewletê Meksîkayê Enrique Pena Nieto, ku Marquez zêdeyî 30 sal in li wir dijî, peyamek weşand û got, "Li ser navê Meksîkayê ez radigihînim ku ji ber mirina yek ji mezintirîn nivîskarê serdema me Marquez, em gelekî xemgîn in."
JIYANA MARQUEZ
Di nava romanên din ên Gabriel Garcia Marquez de "Di Rojên Kolera de Eşq", "Generalê li Labîrent" û "Orospiyên min ên xemgîn" cih digirin.
Rojnameya New York Times "Tenêbûna Sedsalî" ji bo tevahiya mirovahiyê weke "yekemîn berhemena wêjeyê ya divê mirovahî ji çerxa berê û vir ve bixwîne" bi nav kiribû.
Garcia Marquez ê di sala 1928'an de li bajarê Aracataca yê xizan ê li bakurê Kolombiyayê ji dayik bû û li gel dapîr û bapîrê xwe mezin bû, salên xwe yên zarokatiyê weke çavkaniya hemû berhemên xwe destnîşan dike.
Bandora xeta siyasî ya dapîrê wî, ku tevli du şerên navxweyî bû û çalakgerekî mafên mirovan ê lîberal bû, li ser Marquez çê bû. Nivîskar bi çîrok xurafeyên dapîra wî jê re digo, mezin bû. Xeyalet û bav û kalên wan ên mirî yên li gorî vegotinên dapîra wî li dora mala wan bi awayekî bê wate dans dikirin, di romana wî ya herî mezin de cih girt.
Garcia Marquez li dibistana Society of Jesus dest bi hînbûna hiqûqê kir û ji bo rojnamevaniyê bike dest ji dibistanê berda.
Di sala 1954'an de rojnameya lê dixebitî, ew şand Romayê.
Ji wê demê û pê ve piraniya temenê wî li Parîs, Venezûela û herî dawî jî li Mexico City li derveyî welat derbas bû. Tevî ku bi romanên xwe deng veda jî, wê rojnamevantî her tim dewam kir.
Garcia Marquez, ku William Faulkner bandoreke kûr li ser wî kir, romana xwe ya destpêkê di 23 saliya xwe de nivîsand.
Pirtûka "Tofana Pelan" a di sala 1955'an de hat weşandin û sê pirtûkên piştî vê hatin çapkirin, wi warê tîcarî de nivîskar gihand serketineke mezin.
Nêrîna nivîsandina beşa yekemîn a Tenêbûna Sedsalî, dema diçû Acapulco ket bîra wî. Dema vegeriya, rojane bi şeş pakêt cixareyê ket hundirê odeya xwe û derî li ser xwe girt. Dema piştî 18 mehan vegeriya, dît ku malbata wî bi 12 hezar dolarî deyndar bûye. Lê belê di destê wî de 1300 rûpelên romana wî ya gelekî were firotin hebû.
Çapa destpêkê ya Romanê ya Spanyolî di nava hefteyekê de qediya. Di nava 30 salên piştre de pirtûk bi 30 zimanan hat wergerandin.
Nivîskar ku bi zindîtiya nivîsên xwe, dewlemendiya ziman û hêza kûr a xeyalê rê li be heyrantiyê vekir gotibû, "surrealîzm ji realîzma Amerîka Latîn tê."
15 hezar hejmarên romana Garcia Marquez a ezmûna vegera koçberekî Şîlî vedigot, ji aliyê hikûmeta Şîlî ve hat şewitandin.
Nivîskar ku weşandina berhemên çepgiriyê dewam kir, bi Serokkomarê berê yê Fransayê François Mitterand re têkiliyeke dostane ya şexsî danî û ji Bogatayê, ajansa lîderê berê yê Kubayê Fidel Castro îdare kir.
Nivîskar ku di sala 1982'an de Xelata Wêjeyê ya Nobelê qezenç kir, di sala 1986'an de romaneke wî ya din a ku gelekî hat firotin Di Rojên Kolera de Eşq hat weşandin.