´Teqez êdî em çekan nagirin´
Cerdevanên dest ji çekan berdan: Teqez êdî em çekan nagirin
11 cerdevanên di 21'ê tîrmehê de li gundê Nîşê yê Colemêrgê dest ji çekan berdan diyar kirin ku teqez careke din çekan nagirin û serî li ÎHD'ê dan.
11 cerdevanên ji malbata Faruk û Dayan ên gundê Nîşê ya Colemêrgê nêzî 20 salin cerdevanî dikirin di 21'ê tîrmehê de çekên xwe teslîmî Qereqola Cendirmeyan a Peyanis kiribûn. Cerdevanên dest ji cerdevaniyê berdan serî li Şaxa ÎHD'ê dan û daxwaza piştgiriyê kirin. Piştî serlêdanê li ser navê cerdevanan Fettah Faruk daxuyanî da û diyar kir ku êdî ew aştiyê dixwazin û wiha got: "Me 11 cerdevanên li gundê Nîşê di 21'ê tîrmehê de çekên xwe teslîmî Qereqola Cendirmeyan a Peyanisê kirin. Nêzî 20 salbûn me cerdevanî dikir. Êdî em vê yekê nakin. Êdî em aştî û aramiyê dixwazin. Ji ber wê yekê êdî em naxwazin cerdevaniyê bikin. Ji ber vê yekê em li wir in. Êdî em aramiyê dixwazin û em dixwazin xwîn bê rawestandin."
(bd)