Teqînên li Colemêrgê dubare dibin
HAMZA GUNDUZ
COLEMÊRG (DÎHA) - Duh li navenda Colemêrgê teqîn pêk hat û di teqînê de ciwanê bi navê Zekî Yeşîl jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîn dar bûn. Piştî vê bûyerê hemû çapemeniya tirk rast rast bûyer avât situyê PKK'ê. PKK'ê jî daxuyanî da û diyar kir ku ev bûyer berdewama bûyera Şemzînanê û "zarokên baş" in. Piştî vê bûyerê û daxuyaniyên dewletê bûyerên bere dîsa anîn hiş û ramanan.
Duh li nêzî Şaredariya Colemêrgê ku 24 saetan ji aliyê kamerayên MOBESE ve tê şopandin teqîn pêk hat. Di teqînêde xwendekarê zanînehê Zeki Yeşil jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. Piştî bûyerê bêyî ku çapemeniya tirk lêkolîn bike raste raste buyer xist situyê PKK'ê û diyar kir ku Bahoz Erdah ferman daye. Waliyê Colemêrgê Muammer Turker jî destnîşan kir ku wan teqîn pêk neaniye û cureyê teqînê teqemeniya plastîk e. Li pey vê yekê jî PKK'ê daxuyanî da ANF'ê û diyar kir ku tu eleqeya wan bi bûyer tune û berdewama bûyerên Şemzinanê û dewletê ne. Pişti vê teqînê, teqinên di salên borî de hatin hiş û ramanan. Di sala 2005'an de jî li navçeya Şemzînanê 'Zarokên Baş' ên endamên JÎTEM'ê wekî sûcdar li ser bûyerê ji aliyê gel ve hatin girtin. Endamê JÎTEM'ê Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtirafkarê PKK'ê piştî êrîş pêk anîn lîste û krokî di deste wan de hate girtin û hate aşkerekirin ku heta niha bûyerên bi vî rengî ji aliyê kê ve pêk hatine. Dîsa li navçeya çelê di teqînaku 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dan bêyi lêkolîn pêk bê xistin situyê PKK'ê, lê pişt re leşkeran li xwe mikur hatin û diyar kirin ku wan bi şaşî pek anîye.
Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, ji anî ziman ku reng û ruyê teqînê û rêbaza teqînê dişibe bûyerên berê û fikaran wan zêde dike. Bedirhanoglu, anî ziman ku cihê teqîn lê pêk hatiye herî zêde welatiyen sivîl lê dijîn û bi vê yekê hatiye xwestin ku aloziyê derxin.
Serokê Yekîtiya Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Colemêrgê Arif Koparan jî anî ziman ku dema li şekl û şemalê teqînê dinerin û bûyerên berê didin ber çavan pir dijibin hev û teqîna "zarokên baş" ên endamên JÎTEM'ê tîne hiş û ramanan. Koparan, da zanîn ku endamên JÎTEM'ê her tim bûyerên bi vî rengî pêk tîne û dixwaze aloziyan di nava gel de zêde bike.
Bûyerên ku heta niha li Colemêrgê pêk hatine û pişt re derketine holê ku ji aliyê dewlete ve pêk hatine wiha ne:
* Li navçeya Şemzînanê di 17'ê sibata 2005'an de belavokên bi sernavê "Ey gelê kurd" hatin bilavkirin û neheqî li gelê kurd hatin kirin.
* Di 5'ê tebaxa 2005'an de çalakî pêk hat û 5 leşker mirin belavoka bi îmzeya BŞKYK (Xwina 5 şehîdan li erdê namîne) hate belavkirin.
* Di 15'ê tirmeha 2005'an de li Colemregê di maşîneya cerdevaneki de bombe hate bicihkirin. Pişti maşînê hereket kir teqin pêk hat û 2 kes birîndar bûn.
* Di 29'ê tîrmeha 2005'an de li navçeya Geverê di navbera Lojmanên Midûriyeta Perwerdehiyê û Polisan de di bîdona çopê de teqîn pêk hat. Di teqîne de polîsek birînda bû.
* Di 5'ê tebaxa 2005'an de li navçeya Şemzînanê li pêş Fermandaiya Cendirmeyan bombe teqiya. Ti teqînê de 5 leşker mirin û leşkerek birîndar bû.
* Di 31'ê tebaxa 2005'an de li ber dikanek li navçeya Geverê teqîn pêk hat. Di teqînê de zerara maddî pêk hat.
* Di 1'ê îlona 2005'an de li navçeya Şemzînane bombe avêtin konê aştiyê û ti teqînê de 14 kes birindar bûn.
* Di 7'ê sibata 2005'an de li kolana Cengiz Topel a Geverê di bin otobusekê de teqîn pêk hat. Di teqînê de zerara maddî pêk hat.
* Di 15'ê îelona 2005'an de li Kargeriya Zagrosê teqin pêk hat. Di teqînê de kesek birîndar bû û zerara maddî pêk hat.
* Di 2'ê îlona 2005'an de li kolana Haci Omer Sabanci ya taxwa Îpekê teqîn pêk hat. Di teqînê de 3 polis birinda bûn.
* Di 7'ê îlona 2005'an de li kolana Umît a taxa Moda ya navçeya Şemzînanê di bin maşîneya sekinî de teqîn pêk hat. di teqînê de zerar pêk hat.
* Di 11'ê cotmkeha 2005'an de li kolana Bulvarê ya taxa Gaziyê ya Colemêrgê di hundirê maşineyek taybet de teqîn pêk hat. Di teqînê de zerar pêk hat.
* Di 20'ê cotmeha 2005'an de li kolana Nedim Zeydan a Geverê li pêş Aşxaneya Huzurê teqîn pêk hat. Di teqînê de zerar pêk hat.
* Di 24'ê cotmeha 2005'an de li ber dîwarê Şaxa Leşkeriye ya navçeya Geverê teqîn pêk hat. Di teqînê de zerar pêk hat.
* Di 28'ê cotmeha 2005'an de li Kargeriya Zagrosê ya kolana Cengiz Topel a Geverê êrîşa roketa RPG-7 pêk hat. Di êrîşe de zerar pêk hat.
* Di 28'ê cotmeha 2005'an de li ber lojnamên Maliyê ya Şemzînanê teqîn pêk hat. Di teqînê de zerar pêk hat.
* Di 1'ê mijdara 2005'an de di maşîneya li tenişta Garnizona Cendirmeyan a Şemzînanê parqkirî teqîn pêk hat. Di teqînê de 3 polîs, 2 serbaz 3 cawîşê pispar û 19 welatiyên sivîl birîndar bûn. 65 kargeri wêran bûn.
* Di 9'ê mijdara 2005'an de li Navçeya Şemzînanê bombe avêtin pirtûkxaneya Umut. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Piştî teqînê "Zarokên baş" ên endamên JÎTEM'ê li ser kar hatin zeftkirin.
* Di 9'ê cotmeha 2011'an de li kolana Medeni Sancakê teqin pêk hat. Di teqînê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.
(mae)