Termê Eleferî giha yekeya pizîşkiya Mûsilê
Bêhtirî 20 çekdarî li gel wî hatin kuştin
A+
A-
BasNews
Termê cîgirê xelîfeya DAIŞê “Ebû Ela Eferî” ku bi sedema bordûmana firokeyên cengî yên Hevpeymaniya Navdewletî hatibû kuştin, giha yekeya pizîşkiya Mûsilê.
Kargîrê liqê 14 yê Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê li Mûsilê“Seîd Memozînî” ji BasNews re ragihand: “Îro 13 Gulanê termê Ebû Ela Eferî cîgirê Ebû Bekir Bexdadî giha yekeya pizîşkiya Mûsilê piştî ku Îro li qeza Til Efer di encama bordûmana firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî hatibû kuştin û bêhtir ji 20 cekdarên DAIŞê jî li gel wî hatin kuştin”
Bêjeyên Miftehî termê,eleferî,giha,yekeya,pizîşkiya,mûsilê