1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Terora girtina xwendekaran
Terora girtina xwendekaran,terora,girtina,xwendekaran

Terora girtina xwendekaran

Li Tirkiyeyê terora binçavkirin û girtina xwendekaran

A+ A-

Li Tirkiyeyê binçavkirina xwendekaran bê navber didome. Ji serê meha nîsanê heta niha 75 xwendekar hatin binçavkirin, li 24 xwendekaran bi giştî 270 sal ceza hat birîn. Dîsa 5 xwendekar jî hatin girtin. Sendîkaya Xwendekaran a Fransayê SUD-étudiant, bertek nîşanî ‘Terorîzma dewletê” da û xwest zêdetirê 600 xwendekarên hatine girtin bên berdan.

Piştî ku di adarê de nêzî 100 xwendekar hatin biçavkirin, vê mehê jî binçavkirinan bê navber berdewam kir. Di 6’ê nîsanê de li Kocaeliyê 49 xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê ji ber ku Serokomar Abdullah Gul şermazar kirine, piştî êrîşa polîsan a tund hatin binçavkirin. Heman rojê, li navçeya Alanyaya Antalyayê di dema serdana Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç de 5 xwendekar hatin girtin.

Di 6’ê nîsanê de dîsa li Erziromê di encama serdegirtinên malan de xwendekarek hat binçavkirin. Her wiha li Hatay, li Edene, Êlih, Qeyserî, Amed û Mêrdînê di encama operasyonên hemwext de 17 xwendekarên kurd hatin binçavkirin. Ji van 2 kes hatin girtin. Xwendekar bi “Endamtiya KCK’ê” tên tewanbarkirin.

JI 24 XWENDEKARAN RE 270 SAL CEZA

Di 4’ê nîsanê de li Edeneyê dadgehê bi hincetên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” ji her yek ji 24 xwendekaran re 9 salan heta 18 salan ceza birî. Dadgehê bi giştî li xwendekaran 270 sal ceza birî.

Dîsa li gorî daneyên ji aliyê Wezîrê Perwerdehiyê ve hatine dayîn di salên 2010-2012’an de der barê 7 hezar û 43 xwendekaran de lêpirsîn hatiye vekirin û ji van 4 hezar û 600 xwendekar piştî lêpirsînê ji dibistanê hatin avêtin.

Sendîkaya Xwendekaran a Fransayê SUD-étudiant, bertek nîşanî‘Terorîzma dewletê” da û xwest zêdetirê 600 xwendekarên hatine girtin bên berdan. ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî