1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tetîkêş Çarkin dê li sêgoşeya mirinê cih nîşan bide
Tetîkêş Çarkin dê li sêgoşeya mirinê cih nîşan bide,tetîkêş,çarkin,dê,li,sêgoşeya,mirinê,cih,nîşan,bide

Tetîkêş Çarkin dê li sêgoşeya mirinê cih nîşan bide

A+ A-

Endamê JÎTEM'ê yê berê Ayhan Çarkin di çarçoveya lêpirsîna cînayetên kiryar nediyar de ji bo "cih nişan bide" anîn Stenbolê.

11'emîn Dadgerê Nobedar ê Dadgeha Cezayên Giran, piştî daxwaz Çarkin ya cihên cînayetên bûyerên kiryar nediyar nîşan bide qebûl kir serê sibê ji aliyê polîsan ve ji Enqere birin Stenbolê. Li Balafirgeha Ataturkê Çarkin li wesayîtekî polîsan a sivîl siwar kirin û ji bo kontrola tendurîstiyê birin Saziya Tipa Adlî ya Stenbolê.

Piştî Dozgerê Komarê Hakan Yuksel ê ku lêpirsînê dimeşîn serî li îfadeyên Çarkin da û li gorî îfadeyên Çarkin "Ji bo cih nişan bide" serî li dadgehê da. 11'emîn Dadgerê Nobedar ê Dadgeha Cezayên Giran a Enqere ev daxwaz qebûl kir.

Cihê karsazên kurd lê kuştin dê nîşan bide

Di biryara Dadgerê Noberdar de wiha hate gotin: "Çarkin dikare der heqê Tarik Ûmît ê ku di 2'yê Adara 1995'an heta niha winda ye û tu agahî jê nayên girtin de agahiyan bide. Dîsa dikare cihê Behçet Canturkê ku tê gotin li ber mala xwe ya li Stenbolê hate girtin û çawa li kû derê hate kuştin nîşan bide."

Dadgeriya Nobedar biryara Çarkin ji saet di 14.00'an de û 7 rojan ji bo cih nişan bide ji 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Enqere bê derxistin girt.

DÎHA (ft/mae)