TEV-DEM: Bêrûmetiyê nepejirînin û neçin
QAMIŞLO - ANF Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) da xuyakirin ku hêzên li hemberî Rojavayê Kurdistanê êrîşên tunekirinê dane destpêkirin, li hemberî berxwedana YPG, Asayîş û gelê herêmê têk çûne, loma serî li rêbazên şerê qirêj û psîkolojîk dane. TEV-DEM'ê destnîşan kir ku hinek partiyên Kurd jî bûne hevkarên komkujiyan û bang li hemû hêzên Kurd kir ku helwestê nîşan bidin. Her wiha bang li gel jî hate kirin ku welatê xwe bernedin, bêrûmetiyê qebûl nekin û nebin amûrên lîstikên qirêj.
Koordînasyona TEV-DEM'ê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev nêzî mehekê ye li Rojavayê Kurdistanê êrîşên dijwar hene û ev êrîş weke "êrîşên piralî û tunekirinê" hatin binavkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîş ji aliyê şovenîzma Ereb, çeteyên ku piştgiriyê ji hêzên derve digirin, dewleta Tirkiyeyê û hinek "xayînên derve" ve têne meşandin, lê bi berxwedana YPG, Asayîş û gelê herêmê vala hatine derxistin.
'DIXWAZIN BI ŞERÊ QIRÊJ ENCAM BIGIRIN'
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dijminên gelê Kurd, li hemberî têkçûna xwe û rastiya ku derketiye holê serî li rêbazên şerê qirêj û psîkolojîk daye û ev tişt hatin gotin: "Bi ambargoya aborî ya li ser Rojavayê Kurdistanê û propagandaya qirêj dixwazin îradeya li Rojavayê Kurdistanê derketiye holê bişkînin, gelê herêmê teslîm wergirin û mecbûrî koçberiyê bikin."
'HELWESTA BAŞÛR NAKEVE XIZMETA GELÊ KURD'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di demeke ku gelê Kurd ber bi kongreya neteweyî ve diçe de helwest û ambargoya rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê gihiştiye asta cezakirina gelê Rojavayê Kurdistanê û hate gotin "Ev yek hevkariya bi dijmin re aşkera dike û nakeve xizmeta gelê Kurd."
'ÎTTÎHATA SIYASÎ HEVKARÊ KOMKUJIYÊ YE'
Li hemberî êrîşên têne domandin helwesta hin derdorên Kurd jî di daxuyaniyê de hate nirxandin û ev tişt hatin gotin: "Di demeke ku Serokê Koalîsyona Sûriyeyê Ehmed Carba hebûna li Rojavayê Kurdistanê înkar dike, her wiha koalîsyon fermana qirkirina Kurdan dide de, hêzên Kurd ên bi navê 'Îttîhat Siyasî (Partiyên Azadî û El Partî)' jî biryar girtine ku tevlî koalîsyonê bibin. Ev jî tê wê wateyê ku Îttîhat Siyasî hevkarê van komkujiyan e. Ev yek rastiya vê plana qirêj û dijminahiyê radixe ber çavan."
'BILA HEMÛ HÊZÊN KURD DENGÊ XWE DERXIN'
Di daxuyaniyê de bang li hemû hemû hêzên Kurd hate kirin ku li hemberî vê helwestê dengê xwe derxin û wiha hat domandin: "Valakirina Rojavayê Kurdistanê û guhertina demografiya Kurdistanê têne dikeve xizmeta dijminên Kurdan. Xurtbûna Rojavayê Kurdistanê tê wateya xurtbûn û bihêzbûna Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Çarenûsa her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye. Li ser vî esasî divê hemû hêzên Kurd helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin û nebin amûrên dijmin."
'PÊWÎST E TU KES CIHÊ XWE BERNEDE Û XWEDÎ LI HEV DERKEVIN'
Li hemberî hewldanên hêzên ku dixwazin herêmê vala bikin jî di daxuyaniyê bang li welatiyan hate kirin ku cihên xwe terk nekin û wiha hat gotin: "Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi fedakariyeke bêhempa û bi xwînê erdên Kurdistanê diparêze. Pêwîst e hemû însanên welatparêz jî layiqî berxwedana şehîdan bin û bi fedakariyeke mezin li mala xwe, erdê xwe û welatê xwe xwedî derkevin. Her wiha nebin amûrên van lîstikên ku armanca wan valakirina Rojavayê Kurdistanê ye. Bi berxwedanê em ê van lîstikan vala derxin. Sûriye bi giştî di rewşeke awerte û şer re derbas dibe. Di gelek pêdiviyên jiyanê de kêmasî hene. Lê saziyên pêwendîdar li ser vê pirsgirêkê radiwestin û bi qasî derfetan wê bi cih bînin. Ev pêvajoyeke demkî ye û wê derbas bibe. Bi xwedîderketina lihevûdin wê gel karibe vê rewşê derbas bike. Em ji bîr nekin ku azadî bêberdêl nabe. Ji derveyî nexweşiyên giran bila tu kes malên xwe û welatê xwe bernede bêrûmetiyê qebûl neke."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên Asayîşê jî hate kirin û hate xwestin ku li gorî prosedurên huqûqî, der barê kesên ku li ser sînor bazirganiya mirovan dikin tiştên pêwîst bikin û van lîstikan vala derxin.