1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‌TEV-DEM: Serkeftina Kobanê bû sedemê îmzekirina peymana Dihokê
‌TEV-DEM: Serkeftina Kobanê bû sedemê îmzekirina peymana Dihokê,tev,dem,serkeftina,kobanê,bû,sedemê,îmzekirina,peymana,dihokê

‌TEV-DEM: Serkeftina Kobanê bû sedemê îmzekirina peymana Dihokê

A+ A-

PEYWEND KURDİ

HEWLÊR/ROJ NEWS

Li Hewêrê semînerek bi navê ‘Ger Kobanê serneketiban me nedikarî peymana Dihokê îmze bikin’ ji bo nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hat lidarxistin. Di semînerê de behsa berxwedana Kobanê û peymana Dihokê ya navbera aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê de hat kirin.

Di semînerê de nûnerên TEV-DEM’ê Sînem Mihemed, Aldar Xelîl û Cemal Şêx Baqî axivîn. Nûnerên TEV-DEM’ê di semînerê de behsa çawaniya civîna Dihokê û rêkeftina li ser sê xalên peyman li ser hatî îmzekirin û giringiya wê peymanê ya ji bo rojavayê Kurdistanê kirin.

Cemal Şêx Baqî derbarê xalên peymana li ser hatî îmzekirin de agehdarî da beşdarvanan û wiha got: “Berî em bên Dihokê, me ji serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re got ku em nikarin wekî carên din tenê ji bo civînên li gel ENKS’ê bên Dihokê. Em dixwazin bigihin encamekî erênî. Barzanî ji me re got ku hûn çi biryarê bidin, emê piştgiriya we bikin. Ji ber vê yekê me bi berpirsyartî berê xwe da civînên Dihokê.”

Aldar Xelîl jî derbarê berxwedana Kobanê de bal kişand ser wê yekê ku baweriya ti kes û ti welatekê bi berxwedana Kobanê nedihat û wiha got: “Di gotin wir jî wê wekî Şengal û Mûsil were dagîrkirin. Vaye bi çavê xwe dibînin ev zêdetirî 40 rojane Kobanê neketiye û serketiye. Serkeftina Kobanê bû sedem ku em peymana Dihokê îmze bikin. Ger Kobanê serneketiban, me nedikarî bicivin û bigihin rêkeftinê.”

Endamê desteya rêveber ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku ew nikarin pişta xwe bi hêzên hevpeymanan bi tenê girê bidin û got: “Em naxwazin bi temamî pişta xwe bi hêzên navneteweyî ve girê bidin. Ji bilî YPG û YPJ’ê baweriya me bi ti hêzekî din nayê. Em dixwazin ji bo her metirsiyekî li dijî xwe, pişta xwe bi xwe girê bidin. Niha terorîstên DAIŞ’ê hene û dibe ku demekî din rejîma Esed were. Ji ber ku ew jî dibînin û çavdêriya wê yekê dikin ku Amerîka û hêzên navneteweyî piştgiriya kurdan dikin. Ne dûre ew jî hêzê bênin ser me.”

Nûnera Kantonên Rojavayê Kurdistanê li Ewrûpa Sînem Mihemed jî di semînerê de bal kişand wê yekê ku ENKS di civînan de ne li dijî sîstema kantonên li rojavayê Kurdistanê bû û wiha got: “Belkî berevajî tevlî rêveberiya li Rojava dibin. Peymana Dihokê jî ne tenê ji bo kantonekê ye, ji bo hersê kantonan e. Ger kordînasyonek li ser asta hersê kantonan çêbû, wê nûnerê ENKS’ê jî di nava wê kordînasyonê de hebe.”

Di dawiya semînerê de endama desteya rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hûsên, nûnerê Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê û nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Ebdulqadir Hemê gotarek pêşkêş kirin.