TEV-DEM’ê banga yekitiyê kir
TEV-DEM’ê li dijî êrîşa li ser Serêkaniyê banga yekitiyê kir
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê êrîşa dawî ya komên çete li dijî Serêkaniyê daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîş tenê bi kêrî rejîmên Tirk û Sûriyeyê tê. Di daxuyaniya xwe de, TEV-DEM berxwedana YPG silav kir û bang li gelê Kurd û hemû hêzên siyasî kir da ku li dijî hewldana dagirkirina Serêkaniyê bibin yek.
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk bi daxuyaniyekê êrîşên komên çete yên li dijî Serêkaniyê bi zimanekê tund şermezar kir.
Di daxuyaniyê de weha tê gotin:"Di van rojên ku rêjîma Sûriyeyê ji ber hovîtiya gel dike bi temamî rewbûna xwe wendakiriye de, komeke çete bi desteka dewleta Tirk êrîşî Serêkaniyê kir. Ev koma ku rê li ber êrîşên rêjîmê jî vekir mal û milkên gelê me yê Serêkaniyê talan kir. Divê baş were zanîn ku ji vê destwerdana komên çete tenê rêjîmên Tirk û Sûriyeyê sûdê werdigrin."
Desteya Rêveber a TEV-DEM hişyar kir ku encamên êrîşên hovane yên komên çete wê bandora xwe li hemû pêkhatiyên civakê bike. Ji ber vê yekê TEV-DEM'Ê bang li gelên Kurd, Ereb, Asurî, Tirkmen û Ermenî kir da ku li hemberî destwerdana komên çete bibin yek.
TEV-DEM di heman demê de bang li hemû partî û hêzên siyasî û rewşenbîran jî kir da ku li hemberî pêvajoyê berpirsiyariyên xwe bicih bînin.
Desteya Rêveber destnîşna kir ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi berxwedana li Serêkaniyê nîşan dane carek din aşkere kir ku ew hêza parastina netewî ye.
3 SIVÎL HATIN REVANDIN, 5 SIVÎL BIRÎNDAR IN
Bi sedan endamên komên çete yên ku destekê ji Tirkiyeyê digirin roja 12’ê berfanbarê careke din êrîşê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê kiribûn. Pevçûnên li vir dest pê kirin, berdewam dikin. Hêzên Parastina Gel (YPG) di pevçûnê de li malên ku komên çete weke baregeh bi kar tînin alên Tirkan û alavên din bi dest xistibûn. Hate diyarkirin ku komên çekdar ên çete derdora 20 koman in û YPG’ê gelek binkeyên di destê çeteyan de bûn bi dest xistin.
Heta niha derbarê hejmara kuştî û birîndaran de, tu daxuyanî nehatiye dayin. Lê tê diyarkirin ku ji roja çarşemê ve herî kêm 25 endamên komên çete hatine kuştin. Komên çete bi dehan endamên xwe yên birîndar bûn birin nexweşxaneyên li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê. YPG’ê da zanîn ku endamê wan Goran Dêrik jiyana xwe ji dest daye.
Herî dawî, şeva 13’yê berfanbarê di encama êrîşa komên çete de 5 kesên sivîl birîndar bûn û duh jî 3 kesên sivî ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin.
Navê komên êrîşê Serêkaniyê dikin wiha ne: Ketiba Enwar El Haq, Lîwa Ehfad El Resul, Konseya Şoreşgerî ya Leşkerî ya Rakkayê, Ketiba El Faruk, Ketiba Dire El Cezîre, Şêx Îslam El Tumeyme, Ketibe Elî Bin Ebî Talib, Ketibe El Alahu Ekber, Tabura Mergada, Ofîsa Ewlekariya Şoreşê li Rakkayê, Graba El Şam, Tabura El Adiyat, Tabura El Ebrar, Tabura Şedadî, Tabura Ehrar Xwêran, Tugaya Cind El Heremeyn, Tabura Dir El Şemal, Cindullah, Qehremanên Mendic û Cerablus, Tabura Ehrar El Tewaif.
ANF NEWS AGENCY