1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. TEV-DEM'ê nûnertiya xwe li Başûrê Kurdistanê vekir
TEV-DEM'ê nûnertiya xwe li Başûrê Kurdistanê vekir,tev,dem,ê,nûnertiya,xwe,li,başûrê,kurdistanê,vekir

TEV-DEM'ê nûnertiya xwe li Başûrê Kurdistanê vekir

A+ A-

SILÊMANIYÊ 22.02.2014 09:47:08 Nûner û Endamê Komîteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso got ku piştî gelê Rojavayê Kurdistanê gelek destketî bi taybet Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi dest xwe xist, TEV-DEM'ê nûnertiya xwe li Başûrê Kurdistanê diyar kir. Hiso da zanîn ku pêdiviya Gelê Rojava ji bo piştgiriyê bi pênasekirina Rêveberiyê li parçeyên din ên Kurdistanê heye û pêwîste têkiliyên Kurdan bêtir xurt bibin.

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê Nûner û Endamê Komîteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso bi daxuyaniyekê diyar kir ku TEV-DEM'ê nûnertiya xwe li Başûrê Kurdistanê diyar kir. Hiso da zanîn ku ji niha û şûn ve dê hêzên siyasî û civakî yên Başûrê Kurdistanê bêtir berxwedana TEV-DEM'ê li Rojavayê Kurdistanê nas bikin û wiha got: "Ji ber vê yekê ev 15 roj in, me bi navê TEV-DEM'ê gelek hevdîtin bi hêz û aliyên siyasî re pêk anîn û em beşdarî civînên şandeya rêveberiya xweser a herêma Cizîrê ya Rojava bûn."

Hiso di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku hemû aliyên ku pê re civiyane, piştgiriya nûnertiya TEV-DEM'ê ya Başûrê Kurdistanê kirin û wiha destnîşan kir: "Ji aliyê xwe ve em ê ji bo xurtkirina têkiliyan çi li Silêmaniyê û çi jî li Hewlêrê xebata xwe zêde bikin. Emê buroyeke têkiliyan li bajarê Hewlêrê jî vebikin. Emê li Hewlêrê jî hevdîtinên pêwîst bi rêxistin û partiyan re jî pêk bînin."

Hiso destnîşan kir ku dibe hinekî vekirina nûnertiyê li Başûrê Kurdistanê dereng mabe, lê buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hê jî heye ku ew jî beşekî ji TEV-DEM'ê ye.

Hiso der barê piştgiriya partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê de wiha anî ziman: "Em bi hêvî ne bi nûnertiya me li Başûrê Kurdistanê têkiliya Kurd bi Kurdan xurtir bibin û hemû nakokiyên hêzên Kurdistanê ji ber ku ziyana hemûyan e, werin çareserkirin. Hêza Rojavayê Kurdistanê ku di vê dawiyê de hate avakirin, dê bibe sedema hêza parçeyên din û bi taybet Başûrê Kurdistanê, ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên siyasî dikin ku serdana Rojava bikin û ji nêz ve destketiyên gel bişopînin. Bi giştî eve navaroka mijarên ku me di hevdîtinên xwe de bi hêzên siyasî re gotûbêj kirine. Em bang li hemû aliyan dikin ku buroyên xwe li Rojavayê Kurdistanê vebikin."

Li aliyekî din Hiso diyar kir ku wan di hevdîtinên xwe de dîtin ku hin aliyan şoreşa Rojavayê Kurdistanê tenê di rêya çapemeniyê re naskiribûn û wiha got: "Tevî hemû hewldanên reşkirin ku hin partiyên Rojava pê radibin, me dît ku piraniya hêzên siyasî piştgiriya projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê dikin. Karê me jî di vî alî de ew e ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi berfirehî şîrove bikin û rastiya ku hin partiyên Rojava ku niha li Hewlêrê dimînin tevlîhev kirine, eşkere bikin. Me daxwazên gelê Rojava ji bo piştgiriyê ji hêzên Başûrê Kurdistanê xwestin û wan jî ji aliyê xwe ve diyar kirin ku pêwîste rêveberiyên xweser ên Rojavayê Kurdistanê di perlemana Başûrê Kurdistanê de were gotûbêjkirin û were naskirin û pejirandin."

Hiso di dewama axaftina xwe de got: "Ji aliyê me ve em pêwîstiya piştgiriya van hêzan dibînin û em bi hêvî ne ku Hikûmeta nû ya Başûrê Kurdistanê piştî ku were avakirin, têkşliyên erênî bi rêveberiyên xweser ên Rojava re pêk bîne. Ji ber ku azadiya Rojavayê Kurdistanê azadiya hemû Kurdistanê ye, divê hemû nakokiyên di navbera Kurdan de werin çareserkirin û ruhê biratiyê were xurtkirin. Divê nakokiyên ku hin partiyên Rojava derdixînin, nebe sedema windakirina derfeta dîrokî ku ji gelê Rojava re hatiye."

Hiso axaftina xwe wiha dom kir: "Di her demê de hewldanên me ji bo yekîtiya Kurdan hebûn û ji bo vê yekê me gelek qurbanî jî dane. Em ê ji bo yekîtiya gelê Kurd xebata xwe berdewam bikin û asta têkoşînê jî bilind bikin. Ji bo yekîtiya Kurdan em ji her tiştekî re amade ne."

Hiso di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em bang li hemû tevgerên kurdî yên siyasî dikin ku ji bo yekîtiya Kurdan tevbigerin û xebata xwe parve bikin. Divê hemû nakokiyên navbera Kurdan werin çareserkirin. Ji ber ku eger kurd li hev nekin dê gelê Kurd ziyaneke mezin bibîne."