1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. TEV-DEM’ê êrîşa li dijî El-Xeznewî şermezar kir
TEV-DEM’ê êrîşa li dijî El-Xeznewî şermezar kir,tev,dem,ê,êrîşa,li,dijî,el,xeznewî,şermezar,kir

TEV-DEM’ê êrîşa li dijî El-Xeznewî şermezar kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li dijî Şêx Murşid El-Xeznewî bi tundî şermezar kir

A+ A-

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li dijî Şêx Murşid El-Xeznewî bi tundî şermezar kir û ji polîsên Norwecê xwest ku sûcdaran bigire û wan radestî dadgehê bike.

Di daxuyaniya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de wiha tê gotin: ‘’Du roj beriya niha li Norwecê komeke ku xwe wek parêzvanê kurdayetiyê dide naskirin, êrîşî mala kurdperwer û welatparêz Şêx Murşid El-Xeznewî kirin, lêdan lêkirin û tiştên mala wî şikandin.’’

Daxuyanî wiha berdewam dike: "Ev kiryareke terorîstiye, pêxwasiye û rûyê din yê hişmendiya Baas e, ev kiryar dûrî ehlaq û nirxên gelê kurd û tevgera wî ya siyasî ye. Ev kiryar ne dûrî pêkanînên rejîma Baas a li dijî şehîdê peyva azad şêx Maşûq El-Xeznewî ye û yên ku ev êrîş jî pêkanîn çeteyên hêzên derve ne."

TEV-DEM ê êrîş şermezar kir û wiha berdewam kir: "Em wek Tevgera Civaka Demokratîk vê kiryara kirêt bi tundî şermezar dikin û ji hikûmeta Norwecê dixwazin ku sûcdaran bigire û wan radestî dadgehê bike, em piştgiriya Şêx Murşid El-Xeznewî dikin û şifayê jê re dixwazin.

TEV-DEM’ê got ku ew ê rê nedin tu koman ku rumeta kesayetên welatparêz binpê bike.