1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tevgera Azadî li gel Komeleya Îslamiya Kurdistanê rûnişt
Tevgera Azadî li gel Komeleya Îslamiya Kurdistanê rûnişt,tevgera,azadî,li,gel,komeleya,îslamiya,kurdistanê,rûnişt

Tevgera Azadî li gel Komeleya Îslamiya Kurdistanê rûnişt

A+ A-

PEYWEND KURDÎ/HEWLÊR

Şandeya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li buroya Emîrî ya Komeleya Îslamiya Kurdistanê endam û rêveberên Komeleya Îslamî Elî Bapîr, Selîm Kowêy, Şiwanir Rabir û Hacî Hêmin, Nebez Ehmed rûniştin. Di serdanê de nîqaş li ser aliyên hevbeş ên herdu partiyan ên mûxalefeta siyasî hatin kirin.

Îro li bajarê Hewlêr şanda Tevgera Azadî li buroya Emîrî ya Komeleya Îsalamî ya Kurdistanê li gel şandekî Tevgera Îsalamî ya bi serokatiya Elî Bapîr û Selîm Koyî, endamên mekteba siyasî Şiwan Raber û Hacî Hêmin, endamê peywendiyên tevgerê Nebez Ehmed û berpirsê mektebê rûniştin. Di serdanê de nîqaş li ser aliyên hevbeş ên herdu partiyan ên mûxalefeta siyasî hatin kirin.

Hevseroka Tevgera Azad Şîlan Şakir der barê hevdîtinê de ku ji bo Rojnews axivî, wiha got: “Di çerçoveya serdana me ya îro li buroya Emîrî ya Komeleya Îslamiya Kurdistanê li bajarê Hewlêr bi serokatiya birêz Elî Bapîr li gel şandeka Komeleya Îslamî me hevdîtinek pêk anî. Me di hevdîtina xwe de li ser rewşa niha ya herêm û giştî Kurdistanê nîqaş kirin.”

Şakir got; “Her wiha me ji Komeleya Îslamî daxwaz kir ku hêzekî mûxalefetê bûn, divê niha jî dinava rêveberiyê de rolê xwe bilîzin weke mûxalefetek di nav desthilatê de. Wan jî diyar kir ku niha dinava desthilatdariyê de mafê wan tê xwarin û neheqî li hember wan tê kirin. Me jî nîqaş li ser vê yekê kir ku çewan demê pêşde alîkariya hev bikin di çerçoveya xebat û çalakiyên hevbeş de.”

Hevseroka Tevgera Azad Şîlan Şakir dawiyê de wiha got: “Di civîna xwe de bi teybet em li ser ew hêzên ku li herêmê li ser navê Îslamyetê teror û dizî dikin hene. Her wiha me nîqaş kir ka em çewan karekî bi hevre hevbeş bikin ji bo cewhera olê pîroz ê Îslamê derbixin holê û di vî alî de ji bo gelê xwe xizmet bikin. Ji aliyê birêz Elî Bapîr rêveberê Komeleya Îslamiya Kurdistanê û şandeya wan pîrozbahiya tevgera me kirin û diyar kirin ku giringiya tevgera me dinava mûxalefetê de cihgirtinê de heye.”