Tevgera Azadî pêşwaziya şandeya HDP’ê kir
GORAN PÊNCWÎNÎ/SILÊMANÎ
Şandeya HDP’ê ya ku ji bo sipaysiya desteka wan a ji hilbijartinan re duh serdana alî û partiyên Başûr kirin, ber bi êvarê re serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî kirin.
Şandeya ji endamê şanda Îmraliyê Xetîp Dîcle, Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak, Hevseroka berê ya HDP’ê Sebahat Tuncel û endama HDP’ê Zeyneb Kahraman pêk dihat, duh êvarî li Silêmaniyê ji aliyê hevserok û rêveberên Tevgera Azadî ve hatin pêşwazîkirin.
Parlamentera HDP’ê Selma Irmak li ser armanca serdana xwe ya ji bo Başûrê Kurdistanê ragihand ku wan ji bo ku sipasiya aliyên ku di hilbijartinan de destek dane HDP’ê bikin, serdan kirine û wiha got: “Ji bo yekîtiya neteweyî îro serkeftina HDP’ê li Bakûr serkeftina hemû gelê kurde. Me dixwest dilxweşiya xwe ya vê serkeftinê bi hevalên xwe yên li Başûr re jî parve bikin. Ji ber pêşerojek mezin li pêşiya me heye.”
Sema Irmak di axaftinên xwe de bal kişand ser projeya bi hev re jiyankirina gelan a ji aliyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve û diyar kir ku em despêkê serkeftina HDP’ê li birêz Ocalan pîroz dikin.
Di serdanê de şandeya HDP’ê xelatek sipasiyê pêşkêşî hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Mihemed Abdulah kirin.
Şanda HDPê duh li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran, sekreterê giştî yê YNKê Celal Talabanî û polîtburoya YNK’ê kirin.
(rn)