1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tevgera Azadî yekemîn kongreya xwe lidarxist
Tevgera Azadî yekemîn kongreya xwe lidarxist,tevgera,azadî,yekemîn,kongreya,xwe,lidarxist

Tevgera Azadî yekemîn kongreya xwe lidarxist

A+ A-

GELAWÊJ EWRÎN

SİLÊMANÎ/ROJ NEWS

Îro li bajarê Silêmaniyê Tevgera Azad bi beşdarbûna 151 delegeyan yekemîn kongreya xwe lidarxist. Kongra di bin dirûşmeya “Ji bo ferdek azad û civakek demokratîk” demjimêr 09.30’an destpêkir. Di kongreyê de sîstema hevserokatiyê hat hilbijartin û Şîlan Şakir û Mihemed Ebdûllah wekî hevserok hatin hilbijartin.

Kongre di serî de bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên rêya azadiyê destpêkir. Piştre li ser navê komîteya amadekar Şîlan Şakir axaftina vekirinê kir. Şakir di axaftina xwe de behsa girîngiya damezirandina vê tevgerê kir ku wê îro di rewşek bi kirîz a Iraq û başûrê Kurdistanê de bibe bersiv.

Salona kongrê bi posterên şehîdên rêya azadiyê hatibû xemilandin. Li ser dîwarê salonê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê” hatibûn daliqandin. Herwiha posterên hemû rêber û pêşengên her çar parçeyên Kurdistanê bal kişand.

Piştî ku dîvana kongrê hate hilbijartin, rewşa siyasî ya herêm û Kurdistanê bû mijara nîqaşan. Di nirxandinan de hat gotin ku ji ber nebûna pergalek demokratîk û rêveberiyek xweser, rê li ber qeyranek mezin li başûrê Kurdistanê vekiriye. Ji bo wê jî damezrandina tevgerek bi vî awayî wek pêwîstiyeke vê demê hate dîtin. Di demek wisa de ku gelê kurd herî zêde pêwîstî bi yêkîtiya netewî heye, tevgera nû wê misoger ji vê yekê re jî bibe hêza çareseriyê.

Di berdewama kongrê de peymanname û pêşniyarbiryara ku ji bo kongrê hatibû amadekirin, hate xwendin û nîqaş li ser çêbûn.

Komîsyonên hilbijartinê hatin diyarkirin û hilbijartin çêbûn. Şîlan Şakir û Mihemed Ebdullah wek hevserokên tevgera nû hatin hilbijartin. Herwiha 15 kes ji bo desteya rêveberiya giştî hatin hilbijartin.

Di dawî de hevserokê Tevgera Azad Mihemed Ebdullah axaftina girtinê kir. Ebdullah di serî de serkeftina kongre li hemû beşdarvanan û gelê kurd pîroz kir û diyar kir ku damezrandina vê kongrê erka me ya serekeye. Ebdullah wiha got: “Di aliyekî de li herêmê şerê desthilatdarî û berjewendiyan heye û di aliyê din de jî gelê kurd têniyê azadiyê ye.”

Hevserokê Tevgera Azad wiha berdewam kir: “Îro gelê me li hemû parçeyan li ber xwe dide û li gel hemû êrîşan jî li ser piyane. Lê belê nûnerên modernîteya kapîtalîzmê astengin ji vîna gelê kurd re. Herdema planên qirêj hebûne. Ji peyamana Saysc-Pico bigire heta bêbextiya li ser birêz Ocalan û planên qirêj ên îro ku di meriyetê de ne, parçeyek ji vê dijberiyê ye. Lê rastî û berxwedana bêhempa ya Kobanê ev plan hemû pûç kiriye.”

Ebdullah li ser armancên damezrandina tevgerek bi vî rengî di demek ewçend dîrokî de jî axivî û diyar kir ku serkeftina vê kongre bersiveke ji hemû dijminên gelê kurd re. Hevserok Ebdullah wiha dawî li gotinên xwe anî: “Di vê demê de herî zêde pêwîstiya me bi yekîtî û rêxistinbûyînê heye. Divê em pişt bidin hêza xwe ya cewherî, serkeftin û azadiyê bi vî awayî misgor bikin.”

Kongre bi dirûşemeya “Bijî Serok APO, Bijî berxwedana YPG, YPJ’ê û şehîd namirin!” bi coş û heyecanek mezin bi dawî bû.