Tevgera Goran: Biryara Nêçîrvan Barzanî ne zagonî ye
NAVENDA NÛÇEYAN
Tevgera Goran li hemberî bîryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya derbarê wezîrên wan de nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku tişta PDK dike ne zagonî ye û şaşiyan bi şaşiyan çareser dike.
Piştî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li cihê 4 wezîrên Tevgera Goran ên ji peywirê hatin dûrxistin, 4 wezîrên nû erkdar kirin. Berdevkê Tevgera Goran Mihemed Tofîq Rehîm duh êvarî daxuyaniyek li ser biryara Nêçîrvan Barzanî da. Tofîq ragihand ku dagirtina cihê wezîrên wan bê razîbûna Parlamentoyê ne rewa û ne zagoniye.
Mihemed Tofîq Rehîm derbirî ku PDK şaşiyan bi şaşiyan çareser dike û got: "PDK şaşiyan bi şaşiyan çareser dike, ev jî bandorê li ser wêne û navbangiya Herêma Kurdistanê ji aliyê demokrasiyê ve didane.”
Gelê Hêrêma Kurdistanê li hemberî krîzên siyasî û aborî di 3’ê Cotmehê de daketin qadan û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kirin ku îstifa bike.
Gel ji krîza heye partiyên Herêma Kurdistanê bi teybet jî PDK berpirs girtin, gelek buroyên PDK’ê yên navçe û bajarokên cuda şewitandin û karmendan jî çûna ser kar boykot kirin.
Di xwepêşandanên pêk hatin de, di nava wan de zarokek 12 salî jî heyî, 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. PDK’ê ji xwepêşandan û bûyerên gel ên rû dan, Tevgera Goran berpirs girt, di 10’ê Cotmehê de ketina serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusuf Mihemed a Hewlêrê de asteng kir û bi şêweyek fîîlî ji ser peywirê dûr xist.
Her wiha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 4 wezîrên Tevgera Goran jî, ji peywira wan dûr xistin û li cihê wan 4 din wezîfedar kirin.
(ab)