1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tevgera kedê ya cîhanê ji bo piştevaniya Kobanê tên
Tevgera kedê ya cîhanê ji bo piştevaniya Kobanê tên,tevgera,kedê,ya,cîhanê,ji,bo,piştevaniya,kobanê,tên

Tevgera kedê ya cîhanê ji bo piştevaniya Kobanê tên

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Gelek sendîkayên ragihandinê yên cîhanê bi banga KESK Û DÎSK'ê ji bo rewşa Kobaniyan çavdêr bikin di 16'ê kanûnê de tên Pirsûsê. Piştî hevdîtinên heyetê li bendêne ku li derveyî welat kampanyayeke piştgiriyê ya berfireh bê destpêkirin.

Gelek sendîkayên ragihandinê yên cîhanê li ser banga KESK û DÎSK'ê ji bo rewşa kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DIAŞ'ê ji Kobanê koçberbûn û hatin navçeya Pirsûsê ya Rihayê û bajarên derdorê çavdêr bikin û kampanyaya alîkariyê li dar bixin di 16'ê kanûnê de tên Pirsûsê. Li bendêye ku di heyetê de Sekreterê Giştî yê Federasyona Xebatkarên Barkêşiyê yê Ewropayê (ETF) Eduardo Chagas, Sekreterê Barkêşiya Bejayî yê Federasyona Xebatkarên Barkêşiya Navneteweyî (ITF) Mac Urata, Dîrektorê Wekheviya Zayendî yê Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC) Chîdî Kîng, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Barkêşî, Deryadarî û Riyên Hesin (RMT) Steve Hedley û Dîrektorê Ragihandina Federasyona Xebatkarên Barkêşî yê Ewropayê Koen Reynaerts cih bigirin.

Konbajaran dê ziyaret bikin

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen têkildarî bernameya heyeta derweyî welat bê ya Pirsûsê de agahî dan û diyar kir ku piştî ziyaretên şaredarî û qeymeqamtiyê dê 5 konbajarên şaredariyê vekirin ziyarert bikin. Ozgen anî ziman ku daxwazên wan ên ji bo Kobanê û Şengalê di asta navneteweyî de kampanyayan bidin destpêkirin heye. Ozgen da zanîn ku piştî heyetê li Pirsûsê hin hevdîtin û tesbît kirin dê li Ewropa û cîhanê kampanyayê bide destpêkirin. Ozgen bilêv kir ku piştî êrîşên li dijî Kobanê bi DÎSK'ê re du caran heyet şandin derveyî welat û wiha got: "Em ji tevgera kedê ya cîhanê re rol û mîsyona xwe bi cih bînin rapor şandin. Em ji civîna lijneya rêveber a Konfederasyona Sendîkayên Ewropayê re heyet şand. Heyeta me şandî bi rêveberên konfederasyonê re şerê li Şengal, Kobanê û Rojava tê kirin vegotin."

Dê kampanyayê bidin destpêkirin

Ozgen bilêv kir ku piştî hevdîtinên heyetê dê di navneteweyî de kampanyaya piştevaniyê bidin destpêkirin û organîzasyona kampanyayê dê hevparî bê kirin. Ozgen destnîşan kir ku weke sendîka bi mehan e ji bo Kobanê û Şengaliyan xebatên perwerde û tendûrîstiyê dimeşînin. Ozgen anî ziman ku heyet dê di nava rojê de hevdîtinên xwe bikin û piştre dê ji bajar veqete.

(bd/wk)