1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Tevgera leşkerî dibe sedema gumanan´
´Tevgera leşkerî dibe sedema gumanan´,tevgera,leşkerî,dibe,sedema,gumanan

´Tevgera leşkerî dibe sedema gumanan´

Komîsyona şopandinê: Tevgera leşkerî dibe sedema gumanan

A+ A-

MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK

ŞIRNEX (DÎHA) - Endamên komîsyon şopandinê ya Şirnexê diyar kirin ku tevgera leşkerî ya li ser sînor a di dema vekişandina HPG'iyan dibe sedema gumanan. Endamên heyetê anîn ziman ku ew dê biçin Sîlopiyê û piştî lêkolînên dê rewşa herêmê bi raya giştî re parve bikin.

Piştî vekişandina HPG'iyan dest pê kir li Şirenxê bi armanca pêvajoyê bişopînin Komîsyona Şopandinê hate avakirin. Piştî biryara di encamnameya komxebata li Enqere pêk hat hate girtin çûbûn herêma pevçûn lêzêde pêk hatin û bi daxuyaniyekê starta xebatên xwe dabûn. Endamên komîsyonê yên ji bo pêvajoya vekişandinê bişopînin û hewildanên provakatîf tesbît bikin û bi riya giştî re parve bikin derbarê xebatan de ji DÎHA'yê re axivîn.

'Em dê çavdêriyên xwe bi raporekê bi raya giştî re parve bikin'

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Şirnexê Mehmet Emîn Cengîzoglu, diyar kir ku komîsyona li Şirnexê hate avakirin nêz ve pêvajoyê dişopîne û tevgera leşkerî ya li sînor pêk tê dibe sedema gumanan. Cengîzoglu, anî ziman ku li gorî agahiyên gihiştina wan dê li Sîlopiyê li cihê herî zêde tevgera leşkerî pêk tê lêkolînan bike û bi raporekê bi raya gişt re parve bikin û têkildarî xebatan de wiha got: "Bi pêvajoya dest pê kir komên gerîla kom bi kom dest bi vekişandinê kirin. Li gorî agahiyên me ji çapemeniyê girtin li nokteyên derbasbûnê yên sînor pirsgirêk hene. Li nokteyên sînor nokteyên leşkerî heye. Nokteyên lêgerînê zêde bûne. Ev yek jî dibe sedema pirsgirêkan. Em jî weke komîsyona Şirnexê dê sibê dest bi xebatên xwe bikin. Em weke komîsyonê dê li nokteyên sînor bigerin û dest bi şopandinê bikin. Li gorî agahiyên me ji çapemeniyê û hemwelatiyan girtin li nokteyên sînor sewqiyata leşkerî dibe sedema pirsgirêkan. Ji bo ku ev yek rastin an na em dê biçin navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê û dest bi şopandinê bikin. Em weke komîsyonê dê çavdêriyên xwe bikin rapor û bi raya giştî re parve bikin."

'Tenê rêxistinên sivîl na hemû kes berpirsiyar e'

Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî diyar kir ku agahiyên tevgera leşkerî wan bi guman dikin, helwesta leşker û cerdevanan a li hemberî pêvajoyê tenê wan na hemû welatiyan bi guman dike. Îrmez, anî ziman ku divê înşatên qereqolên di pêvajoya vekişandinê de tên çêkirin bên rawestandin û divê her du alî jî hesas tevbigerin û wiha got: "Meşa Çareseriya Demokratîk ji aliyê hêzên HPG'ê ve di 8'ê gulanê de dest pê kir. Em komîsyona Şirnexê ji hinek agahiyên dibihîzin diltirs in. Sedema vê yekê jî helwesta leşker û cerdevanan a li hemberî pêvajoyê ye. Tenê em na welatiyên li herêmê jî ji ber vê yekê diltirs in. Di çarçoveya agahiyên me girtin em weke komîsyonê dê bi çapemeniyê re biçin navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê û dest bi xebatan bikin. Divê qereqolên di demên dawî de tên çêkirin bên rawestandin û her du alî jî ji bo çareseriyê gavan bavêjin."

Îrmez, da zanîn ku di dema vekişandinê de tenê rêxistinên sivîl ên civakî na hemû kes berpirsiyar e û wiha axivî: "Em jî weke komîsyon heta vekişandin bi dawî dibe em dê bişopînin. Tenê em na divê hemû welatiyên herêmê tevlî van xebatan bibin."

(bd/mae)