1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘'Tewanbariyên PDK'ê ne di cihê xwe de ne'’
‘'Tewanbariyên PDK'ê ne di cihê xwe de ne'’,tewanbariyên,pdk,ê,ne,di,cihê,xwe,de,ne

‘'Tewanbariyên PDK'ê ne di cihê xwe de ne'’

A+ A-

HANA AZAD/ROJNEWS

Çavdêrê Siyasî Mesûd Ebdulxaliq rewşa siyasî û aloziyên Herêma Kurdistanê ji RojNews re nirxand û got: "Gel û partiyan peywendî bi yek ve nîne. Xelkê Kurdistanê ji Mesûd Barzanî acize.”

Çavdêrê Siyasî Mesûd Ebdulxaliq diyar kir ku xelkê Kurdistanê heya niha li hemberî desthiladariyê sebir kiriye û wiha axivî: "Li gorî xelkê Herêma Kurdistanê heya niha li hemberî desthildariya Herêma Kurdistanê gelek sebir kirine. Di dema kabîne li ser bingehekî berfireh hatî avakirin de, ji bo xelkê Herêma Kurdistanê hêviyek çêbû, lê di nava salekê de derket holê ku ev kabîne qet nikare tiştekê bike."

Ebdulxaliq balkişand ser qeyrana serokatiya Herêma Kurdistanê û wiha pêde çû: "Pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê qeyrana heye kûrtir kiriye. Bi teybet PDK bi bê merc dixwaze demê Mesûd Barzanî dirêj bike. Ji derveyî vê serokê Herêma Kurdistanê qet bernameyekî wî nebû, ji derveyî daxwaza dirêjkirina demê xwe. Ji ber vê yekê xwepêşandanên niha nûnertiya dîtinên welatiyan dike."

Mesûd Ebdulxaliq destnîşan kir ku niha li Başûrê Kurdistanê gel û partiyan peywendî bi yek ve nîne û wiha got: " Niha ji Başûrê Kurdistanê gel û partiyan gelek peywendî bi yek ve nîne, ji ber ku gel ji hemû partiyan bi ture ne û di nav de jî ji hemûn zêde tir ji Mesûd Barzanî acizin."

Çavdêrê Siyasî Mesûd Ebdulxaliq di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: "Gel bi şewitandina buroyên PDK'ê wê ceza dikin, lê tewanbariyên PDK'ê ne di cihê xwe dene. Dema ku dibêje Tevgera Goran yan jî PKK, yan jî Îran li pişt xwepêşandana de ye. Niha gel li dijî nelirêtî û desthilatdariyê derketiye."

Ebdulxaliq dawiya axaftina xwe de wiha got; "Ew karê PDK dike gelek metirsî dare. PDK ji ber sedemê gef kirina derdura xwe wê hebûna wê, bikeve metirsiyê de û vegera dû rêveberiyên PDK û YNK'ê wê temenê wan tenê yek sal be."

(ab)