Teşî hevkariya jinan zêde dike
09:01 18.01.2014 1 / 4 WAN (DÎHA) - Li herêmê piştî gund hatin valakirin û welatiyan ji neçarî dest ji karê sewalkariyê berda, êdî karê teşî, hirî û mû jî wekî berê nemaye. Jinên Wanî ku berê li gund û zozanên xwe hirî li şeh dixistin û hirî diristin, niha li rojên berê digerin Jinên ku dixwazin dîsa çanda berê jîn bikin hefteyê rojekê li hev kom dibin û hem hiriyê bi teşiyê dirêsin û hem jî li hev kom dibin û kilaman bi hevre distrên û tiqafa xwe xurt dikin.
Çanda teşiyê di nava kurdan de xwedi kok û dîrok e. Kurd ji destpêka nijtecihbûn, çandinî û sewalkariyê sûd, ji ax, av, kevir, sewal û berhemên sewalan girtine. Kurdên ku piştî li gundan bi cih bûn û dest bi xwedîkirina pez û sewalan kirin, li aliyekî ji şîrêwan qatix çêkir, li aliyê din, ji hiriya wan sûd wergirtin. Jinên ku bi huner, ked û ramana xwe dest bi afirandine kirin, ji her berhemekî hunerek ava kirin. Yek ji van hunerê ku bi destê jinê pêş ketiye jî teşî û ristina hiriyê ye. Kurdan bi sedsalan li cih û warên xwe li gund û zozanên xwe pez xwedî kirin û ji hiriya pez kulav, doşek, balif, xalice û cil çêkirin. Piştî salên 90’an dewletê gund vala kirin. Leşker û cerdevanan xanî û gundên kurdan şewitandin. Pişti ku xanî û gundê welatiyan hat şewitandin, welatiyên debara xwe bi çandiniyê û sewaliyê dikirin, neçar man ku dest ji çandî û sewalkariyê berdan. Piştî sewalkarî têk çû û şûnde çanda teşiyê jî têk çû. Niha jinên li taxa Meydanê dijin, ji bo dîsa çanda kurdewarî şên û zindî bikin li hev kom dibin û bi hevre teşiyê dirêsin.
'Ji bo çanda kurdan winda nebe em bi israr vê yekê dikin'
Jinên ku li hev kom dibin û hiriyê li teşiyê dixin Rabia Algur, em wekî karekî li teşiyê nanerin. Em weki pîşe û çandekê li vê teşiyê dinerin. Ji bo me amûra tifaq û civakbûnê ye. Ji bo ku em dîsa çand û kevneşopiya kurdan bidin jiyandin em bi israr hiriyê li teşiyê dixin.
Algur, anî ziman ku jinên kurd di her serdemê de hilberîn û afirîneriya xwe derxistiye holê û wiha got: "Divê jin nebin muhtacê hevserê xwe. Gelek jin ne di ferqa hêz û hunera xwe dene. Jina kurd jîr, zane, xwedi vîn û huner e. Divê hêza xwe derxe holê.
Algur, anî ziman ku hefteyekê carekê li hev kom dibin û alîkariyê didin hev û wiha berdewam kir: "Em li vir hem kom dibin û hem jî em sohbed dikin. Em hem hiriyê dirêsin û hem jî dengbejiyê dikin û difaqiya xwe xurt dikin. Ev pir bi xweşiya zaroan jî diçe. Em li vir çîrokan jî dibêjin em vê çanda ku me ji dayik û pîrê xwe fêr bûne fêrî zarokên xwe dikin. Ji bo me çand û kevneşopiya me gelek girîng e."
(mae)