TGS: Wezaret derewan dike, hêj 35 rojnameger girtî ne
3 Gulan
STENBOL (DÎHA) - Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), daneyên Wezareta Dadê ya der barê rojnameyên girtî de derewand û diyar kir ku Wezareta Dadê derewan dike. TGS'ê diyar kir ku heta 3'ê Gulanê (îro) 35 rojnameger girtî ne.
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), bi boneya Roja Çapemeniya Azad têkildarî rewşa rojnamegerên girtî û binpêkirinen mafên rojnamegeran de daxuyaniyek da. TGS'ê diyar kir ku hêj zext û zordariya liser rojnamegeran berdewam dike û wiha got: "Wezareta Dadê der barê rojnamegerên girtî de agahiyên derew diweşîne. Li Tirkiyeyê rojnameger heta 3'ê Gulane (îro) 35 rojnameger girtî ne. Wezareta Dadê derewan dike û agahiyên şaş belav dike."
TGS'ê da zanîn ku di nava 35 rojnamegeran de 14 hêj doza wan derdewam dike û 18 rojnameger jî rastî ceza hatine û girtî ne. TGS'ê da zanîn ku di nava 35 rojnamegeran de 23 rojnamegerê kurd in û wiha berdewam kir: "3 rojnameger Fusun Erdogan, Bayram Namaz û Arif Çeleb ji 10'ê Îlona 2006'an heta niha girtî ne. Nêzî 8 salin girtî ne. Disa edîtorê DÎHA Ramazan Pekgoz ji ber ku karê rojnamegeriyê kiriye hatiye girtin. Dîsa Tayyip Temel, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat bû. Arif Çelebi, di Rojnameya Atilimê de dinivîsî. Dema rojnameger Samî Tunca, jî hat girtin di Mucadele Birligi de dinivîsand. Hêj midûrê karê nivîsê yê kovarê ye. Rojnameger Nurettin Fırat, dema ji bo şopandina nûçeyê derket dervê welat ev yek bû sedema girtina wî. Ertuş Bozkurt, ji bo demeça Selahattin Demirtaş a der barê azadiya çapemeniyê de dişopand hat girtin.
TGS da zanîn ku dê piştevaniya xwe û têkoşina xwe berdewam bikin û carek din di 3'ê Gulanê de dengê xwe bilind dikin û dibêjin bila zindan bên valakirin.
(mae)