Til Koçer bajarek biçûk û dîrokî
AZÎZ KOYLUOGLÛ 28.10.2013 12:26:10 Ev çend roj in bajarek biçûk ê Rojavayê Kurdistanê ketiye rojeva cîhanê. Ev bajar ku deriyê sînor ê Rojavaya Kurdistan û Iraqê ye, di heman demê deriyê herî girîng ji bo bazirganiya herêma Cizîrê ye. Niha Til Koçer cihekî çawa ye, çima girînge, dîroka wê çawa ye, kîjan gel di nav de dijîn û rizgar kirina Til Koçer dê ji bo Rojavayê Kurdistanê çi li gel xwe bîne, em ê li bersiva wan pirsan bigerin.
Til Koçer wateya wê girê koçeran. Bi Ereb kirina herêmê re Ereb ji bo wê dibêjin El-Yerûbiye. Li Herêma Til Koçer Kurd û Ereb hene. Erebên herêmê piraniya wan Erebên ji eşîra Şemerî ne. Eşîra Şemer ji Sûdî Erebistanê ne û Erebê Bedû ne, yanî Koçer in. Bi îslam kirina herêmê re eşîra Şemer ev herêmê wek Zozanê xwe bikar aniye. Şemerî pezên xwe havînan anîne herêma Til Koçer û zivistana dîsan birine Sûdî Erebistanê. Bi dehan sal wiha jiyane. Carna bi Kurdan re şer kirine, carna jî di parvekirina heremê li hev kirine. Kurdan jî ev herêmê zivistanan bikaranîne, ji ber wê jî nakokiyan wan pirr kûr nebûye.
SIYASETA FRANSIYAN RÊ LI BER KOÇBERIYA KURDAN VEDIKE
Ereb kirina herêmê yanî jî, bicih bûna eşîra Şemera di dema Fransiyan deye. Li gora çavdêrên herêmê di salên 1925’de li herêma Til Koçer bi cih dibin, ev jî bi eşîra Şemeran despê dike. Ev di heman demê de wek encamek siyaseta Fransiyane. Çinkî di vê demê de Fransî bi erebên Sûdî Erebistanê re di nava pêwendiyên baş de ne. Di encama wan pêwendiyan de, beşek ji Şemerî li herêmê tên bicihkirin. Di encama vê siyasetê di navbera Kurdên li herêmê niştecîne û Ereban de nakokî rû didin. Ji ber siyaseta Fransiyan a piştgiriya Ereban, gelek niştecihên Kurd ji herêmê koçer dibin û li gundê wan ereb bicih dibin.
BI HATINA PARTIYA BAASÊ RE ZEXTÊN LI SER KURDÊN LI HERÊMÊ DIJWARTIR BÛN
Eşîra Şemerî dema tên herêmê bi hejmarek zêde “Ebîd” yanî kolê xwe jî li gel xwe tînin. Ev ebîta pirraniya wan ji Efrîqiyan pêk dihat û bibûn ereb wek karker, çekdar dihatin bikaranîn. Ev Ebîd di şerên li ser erdan derdiketin, li dijî Kurdan dihatin biranîn. Lê piştî eşîran Şemeran di salên 1925’an li herêmê niştecih dibe, bi demê re ev malbatên wek Ebîd dihatin bikaranîn û bi serxwebûna Sûriyê re di xwezayî xwe re ji bin koletiyê derketin û li herêmê bicih bûn. Ev hejmara zêde ya Ebîd’an û erebûna wan, wan jî kir amûrek ereb kirina herêmê. Li herêma Til Koçer derveyî Kurdan, eşîra herî mezin ya Şemera ye. Derveyî Şemeran, Şerabî ne. Ebîd, kolê berê yên Şemeran jî nûfûsek zêde di herêmê hene. Van eşîran di nav xwe de, dem dem ji bo erdê şer kirine, lê piştî hatina partiya Baas li herêmê bi siyesta ereb kirina herêmê û siyaseta aborî li ser Kurdan, li herêma Til Koçer nûfûsa Kurdan roj bi roj kêm bûye. Lê ev rewş di warê erdnîgarî de rewşa Kurdbûna herêmê naguherîne.
ARMANCA KOMÊN ÇETE TALANA GENIM Û PETROLA HERÊMÊ
Li herêmê piştî bûyerên li Sûriyê despê dikin, hinek tabûrên Artêşa Azad li herêmê xwe bicih dikin, rejîma Sûriyê ji ber êrîşên van hêzan neçar dimîne, xwe ji herêmê vebikşîne. Di heman demê Kurd jî herêmên wek Dêrik, Girkêlegê, Rêmêlan, Tirbespiyê, Çilaxa ji destê rejîmê rizgar kirin. Lê wan komên Artêşa Azad bi kiryarên xwe yên talan, kuştin li dijî gelên herêmên, bi taybet ketina komên wek Cephet El Nusra, Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam nerazîbûnê gelên herêmê zêde bûn.
Herêma Cizîrê ji Kobanê despê dike, bakurê bajarê Reqa û bakurê bajarê Hesekê digre navxwe, heta bajarê Dêrikê û sînorê Iraq’ê ye. Ev herêm di heman demê embara genim û çotkariyê ye. Sûriyê hemû genimê xwe ji vê herêmê peyda dike û pirraniyê petrola Sûriyê ji vê herêmê tê derxistin. Wan komên çete ji ber berhemên herêmê talan bikin, xwestin vê herêmê talan bikin û talan kirin.
GELÊ HERÊMÊ ALÎKARÎ JI YPG'Ê XWEST
Çima ev kom li herêma Rêmelan û Til Koçer israr dikin? Li gora hinek çavkaniyan tê gotin bi sed hezaran ton gemin ji herêmê dizine. Dîsan bi mîlyonan lîter petrola xam difroşên. Ev kesên armanca wan talan kirina berhemê herêmê ye, ji ber parvekirina malan talan li hev nekirin dinav xwe de jî ketin nava şer û gelek kes ji hevdû kuştin. Gelên herêmê li ser talan, kuştin û metirsa li ser wan, alîkarî ji hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwestin. Li ser vê daxwaza gel YPG’ê li gundê herêmê ji destê wan komên DAIŞ/Cephet El Nusra rizgar kirin. Di wan şeran de bi sedan çete hatin kuştin û ji herêmê hatin derxistin.
RIZGARIYA TIL KOÇER DÊ BIBE SEDEMA VEGERA ŞÊNIYÊN BAJÊR ÊN KOÇBER
Herî dawî bajarê Til Koçer ji destê wan koman hate rizgar kirin. Rizgar kirina Til Koçer di heman demê, ji bo xurt kirina biratiya gelan dê derfetek nû çêbike. Her çend piştî ketina komên çete yên DAIŞ/Cephet El Nusra li nava bajar gelên sivîl neçarman malên xwe biterikînin û koçber bibin jî, YPG’ê piştî rizgarkirinê bangawazî li gelên Til Koçer kir ku vegerin malên xwe û daxuya kirin ku ew ne ji bo rêveberina bajar, ji bo parastinê ne û dibe gelên Til Koçer di demek nêzde meclîsa bajar ava bike. Ev jî dide xuya kirin ku dê li Til Koçer rêveberiyekî hevbeş yên gelan bê avakirin.
BIDESTKETINA TIL KOÇER DÊ BANDORÊ LI ŞIKANDINA AMBARGOYÊ BIKE
Di demek li ser Rojavaya Kurdistan ji aliyê komên çeteyan, dewleta Tirkiyê, Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û hêzên piştgiriya siyaseta dijî Kurdên azad dikirin siyaseta pirçîbûnê dihat meşandin. Ev siyaseta birçî bike û teslîm bigre. Armanca wê siyasete teslîm girtina siyaseta xeta sêyemîn ya tevgera azadiya gelê Kurd bû. Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratî (TEV-DEM) li Sûriyê xeta Kurd a serbixwe esas girt û heta niha bi êrîşên dijwar re rû bi rû dimînin. Rizgar kirina Til Koçer li ser daxwaza gelên herêmê ji aliyê YPG’ê ve dê warê siyasî ji bo Rojavaya Kurdistanê nûbûnan li gel xwe bîne. Yek ji wana şikandina amborya ji aliyê PDK, Tirkiyê, DYE û komên çeteyan li ser Rojavaya Kurdistanê ye. Du, çawa rizgar kirina Serêkaniyê ji komên çeteyan, diwarê siyasî rewabûnek da siyaseta Tevgera Azadiya Gelê Kurd li Sûriyê ya li ser bingeha biratiya gelan, rizgar kirina Til Koçer dê bibe zemînek xurt ji bo pêkanîna wê siyasetê.