1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Til Semin wiha rizgar kirin.. Niha jî diçin gundê Sukerî
Til Semin wiha rizgar kirin.. Niha jî diçin gundê Sukerî,til,semin,wiha,rizgar,kirin,niha,jî,diçin,gundê,sukerî

Til Semin wiha rizgar kirin.. Niha jî diçin gundê Sukerî

A+ A-

MEDYA HENAN

REQQA – Fermandarê Gîştî yê tugaya Siqûr El-Reqqa Ebû Salih El-Hindawî diyar kir ku mîna bajaroka Til Semin, ew ê ala QSD’ê li ser Reqqayê jî hildin.

Fermandarê Gîştî yê Tugaya Siqûr El-Reqqa û Endamê Fermandariya QSD’ê Ebû Salih El-Hindawî datayên pêşketina hêzên wan ber bi Reqqayê û mijara rizgarkirina bajaroka Til Semin, parve kirin.

Ebû Salih El-Hindawî diyar kir ku hêzên wan piştî ku 3 rojan bajarok dorpêç kirin, karibûn derbasî hundir bibin û got ku li vir ji ber mayînên zêde operesyona rizgarkirinê dereng ma. El-Hindawî got: “Em bi 2 baskan derbasî bajarok bûn. Li vir hêzên me piştî mayînên di bajarok de hatibûn çandin bêbandor kirin, pêş ketin bajarok bi temamî ji çeteyan rizgar kirin”.

Fermandarê Gîştî yê Tugaya Siqûr El-Reqqa rizgarkirina bajarok li tevahî şêniyên herêmê pîroz kir û soza rizgarkirina hemû bajarê Reqqa ji çeteyan nû kir. El-Hindawî got ku hêzên wan piştî Til Semin ber bi gundê El-Sukerî ve pêş dikevin.

(ne)

ANHA