1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tirk gav bi gav dest bi kurdî dikin!
Tirk gav bi gav dest bi kurdî dikin!,tirk,gav,bi,gav,dest,bi,kurdî,dikin

Tirk gav bi gav dest bi kurdî dikin!

A+ A-

Li bin banê Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekir dê di sala 2014'an de Fakulteya Ragihandinê bi kurdî dest pê bike. Di fakulteya ragihandinê de, li gor agahiyan, ders bi tirkî, kurdî û îngilîzî bên dayin.
Li gor nûçeya rojnameya Radikalê, Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Dîcleyê û her wisa cîgirê Dekanê Fakulteya Ragihandinê Prof. Dr. Sabrî Eyigün radigihîne, ku berî niha bi 2 salan li bin banê zanîngehê Fakulteya Ragihandinê vekirine, lê ji ber ku di qada ragihandinê de têra xwe akademisyen tune ne, wan jî xwendevan nestandine.
Eyigün ragihandiye ku îsal 3 endamên perwerdeyê, profesorek û 2 doçentên cîgir û 4 peywirdarên perwerdeyê standine û dê di sala 2014'an de êdî xwendekaran bistînin. Eyigün wiha dibêje:
"Dema me Fakulte vekir, karê me yê yekem bicihkirina vebijêrka dersên kurdî ye. Di gelek fakulteyên ragihandinê de ajansên xweser hene. Ev ajans her wisa ji bo xwendekar stajê bibînin alîkariyê dikin. Li vir, bi taybetî ji bo nûçegihaniya kurdî dê xebatên me yên taybet hebin û beşên taybet vebin.
DEWLET DÊ PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNEEyigün der barê pêdiviya vî karî de jî diaxive û dibêje: "Ajansa Nûçeyan a Anadolu jî dê dest bi weşana kurdî bike. Di vî karî de dê me pirtir teşwîq bikin. Bi taybetî, ji bo bi kurdî amadekirina nûçeyan dê bernameyek me ya taybet hebe. Em ê di destê pêşî de 30 xwendevanî bigirin. Bi salan re em ê hejmarê zêdetir bikin."