Tirkiye ber bi serdema navîn ve diçe
MÛRAT KUSEYRÎ - STOCKHOLM 08.05.2014 07:01:32 Nûnerên rêxistinên rojnamevanan ên li Swêdê û UNESCO dan xuyakirin ku ew hewldanên desthilatdariya AKP'ê yên ji bo ji holêrakirina azadiya raman û îfadeyê bi awayekî matmayî û bi guman dişopînin.
Serokê Seksiyona Swêdê ya Rojnamevanên Sînornenas Jonathan Lundqvist, girtina Twitter û Youtube ya ji aliyê hikûmeta Tirk ve beriya hilbijartinên herêmî ji bo nixumandina nelirêtiyê, weke pêkanîneke cihê fikarê nirxand. Lundqvist ragihand ku ligel serbestberdana beşek ji rojnamevanên li girtîgehan jî hînê li girtîgehên Tirkiyeyê 35 rojanmevan girtî ne û xwest hemû rojnamevanên li girtîgehan serbest bên berdan.
Serokê Federasyona Rojnamevanên Swêdê Jonas Nordling anî ziman ku ew xemgîn in ku Tirkiye di kategoriya "welatên lê azadî nîne" ya rapora Freedom House cih digire û destnîşan kir ku bi pêkanînên azadiya çapemenî û ramanê binpê dike re Tirkiye ber bi serdema navîn ve diçe.
Yek ji rêxistinên çapemeniyê yên xwedî bandor ên Swêdê Publicistklubben (Kulûba Nivîskarên Siyasetê) Serokê wê Björn Häger diyar kir ku dema Tirkiye tê gotin, welatê herî zêde rojnamevan girtiye û lê azadiya ramanê gelekî kêm e, tê bîra mirovan.
Häger da xuyakirin ku ew bi awayekî matmayî li zextên Tirkiyeyê li çapemeniyê temaşe dikin û ji hikûmeta Swêdê xwest ku dawî li "Dîplomasiya bêdeng" a li hemberî Tirkiyeyê bîne û bi awayekî zelal rexne bike.
UNESCO: WELATÊ HERÎ ZÊDE ROJNAMEVAN GIRTIYE
Amelie von Zweigbegk ku li UNESCO'yê weke nûnera Hikûmeta Swêdê wezîfeyê dike anî ziman ku ji bo dawî li binpêkirinên li Tirkiyeyê bê anîn, berprisyariyeke mezin dikeve ser milê saziyên navneteweyî û rojnamevanên li Tirkiyeyê.
Zweigbegk ragihand ku ew her sal statîstîkên ji hemû welatan berhev dikin, pêşketina li qada azadiya raman û çapemeniyê ji nêz ve dişopînin û got, "Tirkiye jî di nav de rewşa hemû welatan bi daneyên stastîkî em ji wan re radigijînin û ji wan dixwazin ku pirsgirêkên xwe çareser bikin û xwe sererast bikin."
Sekreterê Giştî yê Konseya Swêdê ya UNESCO Mats Djurberg da zanîn ku li gorî daneyên UNESCO li gelemperiya cîhanê welatê herî zêde lê rojnamevan girtî ne Tirkiye ye. Djurberg diyar kir ku ji ber alîkariya wî ya li azadiya raman û çapemeniyê wan Xelata Azadiya Çapemeniyê ya UNESCO ya îsal dane Ahmet Şik.
REWŞA LI TIRKIYEYÊ FELAKET E
Mudura Weşana Giştî ya Rojnameya Journalisten Helena Giertta helwesta Erdogan a li hemberî medyayê weke binpêkirina mafên bingehîn ên însanî nirxand. Giertta da xuyakirin ku ew guhertinên di qanûnan de hatine kirin û pêkanînên li dijî medyayê weke "felaketê" dibîne û pirsa "Gelo li Tirkiyeyê hêzek nîne ji vê rêveçûnê re bêje bisekine?" kir.
TIRKIYEYÊ DOSTÊ XWE YÊ HERÎ DAWÎ Û NÊZ Ê LI EWROPAYÊ WINDA KIR
Berpirsyarê Weşana Giştî ya Kovara Svart Vitt Rojnamevan-Nivîskar Kurdo Baksî jî got, "Min dixwest Tirkiye di tiştên baş de bibe yekemîn, lê mixabin di girtina rojnamevanan, di binpêkirina azadiya çapemenî û ramanê de, ji rêza yekemîn danayê xwarê."
Baksî diyar kir ku li Swêdê dema behsa binpêkirina azadiya ramanê tê kirin Tirkiye tê bîra her kesî û got, "Piştî qedexekirina Twitterê, alîkarê herî mezin ê Tirkiyeyê yê li Ewropayê Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Carl Bildt jî rexneyên giran li Tirkiyeyê kir. Bi rexnekirina Bildt re ku 8 sal in bêdeng bû, Tirkiyeyê dostê xwe yê herî nêz û dawî yên li Ewropayê winda kir."