1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Tirkiye demografiya welatê me diguhere"
"Tirkiye demografiya welatê me diguhere",tirkiye,demografiya,welatê,me,diguhere

"Tirkiye demografiya welatê me diguhere"

A+ A-

CAFERA CAFO

EFRÎN – Koçberên herêma Babê diyar kirin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hewl didin xaka Sûriyê parçe bikin û demografiyeya wê biguherin.

Rojane bi sedan şêniyên herêma Babê yên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê direvin, derbasî herêma Efrînê dibin. Kantona Efrînê duh 350 koçberên din ên ji bajarê Bab û bajaroka Qebasîn pêşwazî kirin. Koçberên derbasî herêmên bi ewle dibin, êş, serpêhatî û şahidiyên xwe ji kamereya ANHA’yê re vegotin.

Welatiyê bi navê Umer Mihemed ê ji gundê Qibasîn ê girêdayî Babê diyar kir ku ew dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re qebûl nakin û şermezar dikin. Mihemed got: “Tirkiye û DAIŞ, tevî hemû çeteyên girêdayî wan armanc dikin me ji gundên me derxînin, welatê me xerab bikin û li şûna me biyaniyan li vir bicih bikin”.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Elî Henûş El-Salih ê ji Babê ev dagirkirin weke “derqanûnî” binav kir û got ku ev di oxira parçekirina xaka Sûriyê û guherandina demografiya wê de pêk tê. El-Salih banga rawestandina Tirkiyê li civaka navnetewî kir.

Endamê Rêveberiya benda kontrolê ya deriyê rojhilatê herêmê, yê li gundê Qitmê yê navçeya Şera; Mihemed Şêx Hemû, piştrast kir ku ew rojane bi sedan koçberên herêmên Şehbayê pêşwazî dikin û got ku piştî makanîzmeya ewlekarî rêkûpêk dikin, ew koçberan derbas dikin û li herêmê bicih dikin.

(ne)

ANHA