Tirkiye di rêza 154’emîn a azadiya çapemeniyê de!
Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF) di rapora 2013 ya Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de Tirkiyeyê rêza 154’emîn a ku 179 welatên cîhanê têde bûn.
Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF) di rapora 2013 ya Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de Tirkiyeyê rêza 154’emîn a ku 179 welatên cîhanê têde bûn. RSF’ê lîsteya Azadiya Çapemeniyê îro bi sernavê “Piştî Bihara Hêvî Şkestin” li Parîsê aşkere kir û rewşa Tirkiyeyê bi sernavê “ Modelên nelicih ên herêmî” nirxand û diyar kir ku Tirkiyeya ku bûniya modela herêmê ji xwe re kiribû hedef, kete rewşek ku li rola wê ya modeltiyê nayê.
RSF’ê Rapora Azadiya Çapemeniyê ya 2013 aşkere kir. Di raporê de, di raporê de tê diyarkirin ku ji sala 2005 ve li Tirkiyeyê li dijî azadiya çapemeniyê binpêkirinên mafan zêde bûne.
Sekferetê Giştî yê RSF’ê Christophe Deloire, diyar kir ku li welatên dîkdator endamên malbatên ligel kesên nûçe amade dikin bi zextên dijwar re rû bi rû diîmin û got: “Li welatên demokratîk jî nûçegihan bi krîza aboriyê û pevçûnên berjewendiyan re rû bi rû ne.”
Di rapora hate amadekirin de hate destnîşankirin ku Tirkiye li gorî sala par 6 rêzan paş ketiye û ev xirabûna rewşa azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê ji sala 2005 ve her ku diçe berdewam dike. Hat diyarkirin ku Tirkiye di nava neh salan de ji rêza 98’ê gihişt rêza 154’ê.
Tirkiye di lîsteyên azadiya çapemeniyê yên welatên cîhanê de, sala 2005 bû welatê 98’emîn, sala 2006 bû 100, sala 2007 bû 101, sala 2008 bû 103, 2009 bû 123, 2010 jî bû welatê 128’emîn.
Tirkiyeya ku sala 2012 di nava 179 welatan de bû welatê 148’emîn, li gorî sala para 6 pûanan winda kir. RSF’ê di rapora xwe de cih da vê tesbîta derbarê vê mijarê de: “Tirkiye di bin navê têkoşîna li dijî terorê de îro demokrasiya Tirkiyeyê ji bo rojnamevanan bûye girtîgeha herî mezin a li ser rûyê cîhanê. Paranoya dewletê ya ku hemû rexneyan bi komployên rêxistinên neqanûnî re dinirxîne, di vê sala dawiyê de ku pirsgirêka Kurd derket pêş careke din hate berçavan. Gelo, ev reformên di Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê de ku gelek caran ji bo wan soz tê dayin û her tim tên taloqkirin, dê li gel hevdîtinên rayedarên ên bi PKK’ê re guhertinek bi xwe re guhertineke rasteqîn bîne an na?”
Sekreterê Giştî yê RSF’ê Chrîstophe Deloire diyar kir ku di taybetiya rêzkirinê de taybetiya rejîmên welat tên baldar tê kirin û li dijî vê bi xebatên li welatên demokratîk li gorî welatên ku binpêkirina mafan bin pê dikin zêdetir azadiya weşanê û çêkirina nûçeyan aktîf e.
Sekferetê Giştî yê RSF’ê Christophe Deloire, diyar kir ku li welatên dîkdator endamên malbatên ligel kesên nûçe amade dikin bi zextên dijwar re rû bi rû diîmin û got: “Li welatên demokratîk jî nûçegihan bi krîza aboriyê û pevçûnên berjewendiyan re rû bi rû ne.”
RSF’ê bi rêzê ve di warê rêzdariya azadiya çapemeniyê de puan belav kir. Li gorî vê Ewropa ji sedî 17,5, Amerîka ji sedî 30, welatên Asyaya Pasîfîk 42,2, Yekitiya Komarên Sosyalîst a Sovyetan 45,3 puan girt. Ligel bihara Ereban Maxrîb û Herêma Bakurê Efrîkayê ji sedî 48,5 puan girt.
Somalî di rêza 175 (11 rêz paşve çû), Suriye di rêza 176, Meksîka di rêza 153 (4 rêz paşve çû) Pakistan 159 (8 rêz paşve çû) de cih girt.
ANF