1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tirkiye di rêza Kongo, Fîjî û Lîberyayê de ye
Tirkiye di rêza Kongo, Fîjî û Lîberyayê de ye,tirkiye,di,rêza,kongo,fîjî,û,lîberyayê,de,ye

Tirkiye di rêza Kongo, Fîjî û Lîberyayê de ye

Rapora Azadiya Çapemeniyê ya 2013’an ku ji aliyê Freedom House ya saziya mafê mirovan ya DYA’yê ve hatî weşandin

A+ A-

ANF- Di Rapora Azadiya Çapemeniyê ya 2013’an ku ji aliyê Freedom House ya saziya mafê mirovan ya DYA’yê ve hatî weşandin, Tirkiye di nava 197 welatan de dirêza 120’an de li gel Kongo, Fîjî, Lîberya, Makedonya û Seyşeleyan cih girt.

Li gorî rapora 2013’an ya Freedom House Tirkiyeyê careke din di aliyê azadiya çapemeniyê de di nava welatên pêşketî û pêşdikevin de di rêza dawî de cihê xwe girt. Di raporê de Tirkiye di qada azadiya çapemeniyê de rêzek din paşde çû û di nava 197 welatan de di rêza 120’an de cih girt.

Tirkiye di rapora sala borî de di rêza 119’an de bû.

Di raporê de tê diyarkirin ku, Tirkiye di aliyê azadiya hemwelatiyan de di paşketinekî cidî de ye, her wiha bitaybet hate rexnekirin ku, aktîvîstên Kurd, rojnameger, serokên sendîkayan, xwendekar û sûbay têne girtin û bêy ku bêne darezandin li girtîgehan têne girtin.

Weke din jî di raporê de welatê di cîhanê de herî zêde rojnamevan li girtîgehê heyî Tirkiye derkete pêş. Di vê mijarê de Çîn û Îran Tirkiyeyê dişopînin.

LI CÎHANÊ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ PAŞKET

Di rapora ku nêzî roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hate weşandin de, hate diyarkirin ku di sala 2012’an de li cîhanê di qada azadiya çapemeniyê de paşketinek mezin heye. Paşketina herî mezin jî li Rojhilata Navîn çêbûye.

Di raporê de tê gotin ku, li cîhanê ji her 6 kesan tenê 1 kes azad dikare nûçeyê ji organên çapemeniyê bigire, hate diyarkirin ku paşketina azadiya çapemeniyê di qada global de rê li ber fikarên mezin vedike. Serokê Freedom House Davîd Kramer daxuyaniya ku ji ber weşandina raporê kirî destnîşan kir ku, ji bo pêşketina demokrasiya li welatan azadiya çapemeniyê xwedî girîngiyekî jiyaniye.

Di raporê de hate aşkera kirin ku, di nava 10 salên dawî de li cîhanê hêjmara kesên nûçeyan ji çapemeniya azad distînin pir ketiye, her wiha sedema vê jî weke rejimên otorîter, bê îstîkrariya siyasetê û gefên komên radîkal hate aşkera kirin.

Di nava 197 welatan de 63’ê wan (sedê 32) weke “azad” hatin rêzkirin, 70 welat jî (sedê 36) “kêm azad” û 64 welat jî (sedê 32) “welatên ne azad” hatin rêz kirin.

Li gorî rapora sala par 66 welat azad, 72 hinek azad û 59 welat jî ne azad hatibûn rêz kirin.

Freedom House di rapora xwe de da zanîn ku, li Sûriyeyê hikumet nûçeyên pevçûnan bi zorê asteng dike, bi rêya televîzyona dewletê nûçeyên nerast dide, rojnamevan û blogvan jî di warekî bê ewle û di nava fikaran de xebata xwe dikin.

Di raporê de hate diyarkirin ku, li Sûriyeyê beşek mezin yê navendê ji kontrolê derketiye ji ber vê çendê di rojnamevantiya hemwelatan de, vekirina saziyên nû yên çapemeniyê de û rêdaye ketina otosansûrê.

Di raporê de hate ragihandin ku, li Çîn û Rûsyayê binçavkirin, mehkumiyet, dozên li ser rexnegiran hatî vekirin, girtina saziyên çapemeniyê û sansûr jî di nav de kontrola şidyayî ya li ser çapemeniyê didome û hate diyarkirin ku, li gorî şêniya cîhanê sedê 14 azadiya çapemeniyê, sedê 43 hinek azadiya çapemeniyê heye, sedê 43 jî azadiya çapemeniyê tune ye.

WELATÊN HERÎ XIRAB

Di kategoriya welatên ku azadiya çapemeniyê lê tuneyî û weke “xirabên xiraban” têne binavkirin jî Belarûs, Kuba, Ekwador, Ginesî, Erître, Îran, Koreya Bakûr, Turkmenîstan û Ozbekîstan.